Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmed Yener da xuyakirin ku heta niha ji sedî 25 encamên hejmartina dengan gihane ber destê wan. ji aliyekî din ve daneyên ku 2 ajansên Tirkiyeyê parve dikin hev nagirin. Li gorî ajansa Ankayê li gorî daneyên ku heta niha hatine hejmartin Kemal Kiliçdaroglu li pêş e û li gorî daneyên Ajansa Anadolê jî Tayip Erdogan bi ser ketiye.
Hejmartina dengan berdewam dike û encamên herdu ajansa jî parve dikin deqe bi deqe tên guhertin.