126’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî li kedkarên çapemeniya azad ku bi pênûs û kamereya xwe xizmeta doza jin û gelê xwe kirin, pîroz be. Rojnamegeriya kurdî cuda ye, ji ber cudabûna wê jî her bi gelê xwe re di nava êrîşên qirkirin, bêdengkirin, astengkirina malper, ajans û radyoyan de ye. Gel çi jiyan dikir, rojnamegeriya kurdî heman tişt dijî lê di vir de barê rojnamegeriya kurdî girantir bû, diviya ku li gorî berjewendiyên gelê xwe êş û azarên wî weşangeriyeke bibandor bike, da ku rastiya heyî wekî wê bêyî ku hûrguliyekê veşêre bi cîhanê bide bihîstin, dîtin û naskirin.
Ji bo ku tu bibî rojnameger divê çend salan di zanîngehan de bixwînî, lê eger tu rojnamegera/ê kurd bî divê destpêkê êşa gel û jinan bijî û nas bikî, paşê li gorî pîvanên rojnamegeriyê dest bi xebata xwe ya wijdanî û exlaqî bikî. Ji ber wê ye jî ku îro Rojnamegeriya Kurdî bi êrîş, serdegirtin, binçavkirin, revandin û şehadetê re rû bi rû tê. Rojnamegeriya kurdî kêlî bi kêlî bi gelê xwe re serkeftinên li dijî qirkirin û batonkirinê de dijiya û belge dikir.
Hin kêlî hene rojnameger êdî hew dikare hin komkujiyên ber çavên wan çêdibin, dîtina term û parçeyên qutkirî yê laşê zarok, jin, mêr, kesên temen mezin, şervan û hwd. rakin. Ji ber ew jî di warê derûnî de dikevin lê vê tînin bîra xwe û dibêjin; Gelê me li benda belgekirina vê kêliyê ye, li benda belgekirina vê qêrîn û komkujiyê ye, bi hêviya ku guhertinek di qedera wan de çêbibe. Ji lewre careke din hêza xwe komî ser hev dikin û derûniya xwe ji bûyerên girantir re amade dikin û wiha piştî çend saniyan dest bi belgekirina dîrokê dikin. Rojnamegerî wiha ye divê tu bijî, hîs bikî, tu hîs nekî tu yê nikaribî mesajên xwe bighîne cîhanê. Tew ku jin bî û rojnamegeriya jin bikî, deh qat barê wê girantir dibe.
YRJ nasnameya rojnamegerên jin e
Rojnamegeriya kurdî rolek dîrokî lîst heta ku Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinan were naskirin. Di hundirê Şoreşa Jinan a Rojava de rojnamegeriya jin rolekî girîng lîst û heta mirov dikare bêje şoreşeke rojnamegeriya jin pêk hat. Zêdetirî 400 jinên rojnameger ên di Tv, ajans, radyo û kovaran de dixebitin hene. Ev ne hejmareke ji rêzê ye, ev berhema 11 salên şoreşê ye. Jinên rojnameger, nûçegihan îro di bin navê Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) de xwe birêxistin dikin û weşangeriya xwe ya jin xurt dikin. YRJ’ê nasnameya jinên rojnameger ên ku birozdiya azadiya jin ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dipejirînin e. Li Rojava YRJ dibe destkeftiyeke girîng û pêwîst di şoreşa rojnamegeriya jin de. Bi têkoşîna YRJ’ê dê gelek têgînên şaş di rojnamegeriya kurdî de werin rastkirin, wê jin êdî di bin navê namûsê de neyên kuştin û wateya namûsê ya rast were şîrovekirin. Wê jin ji derbaskirina nûçeyên kuştina jinan a rûtîn derkevin û ber bi lêgerîna sedem, kujer û hesabpirsîna wê de biçin. Eger heta îro jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kuştin, ev dibê ku rojnamegeriya jin li kêleka sazî û dezgehên jinan hesab ji xwe bipirsin û rêyên çareseriyê bi hev re bibînin û li gorî nexşereyê hin plansaziyên diyarkirî karibin pêk bînin û armancên guhertina hişmendiyê deynin ser maseyê.
Nivîsandina dîroka azadiya jinan
YRJ’ê ji gelek dozên jinên rojnameger berpirsiyar e, pêwîstî pê heye ku êdî bi aqilê jin û nêrîna wê rojnamegeriya kurdî gavan bavêje. Ji ber êrîşên îro çêdibin di asta yekem de jinan hedef digirin, ji lewra divê ku her kes vê bibîne û binav bike; êrîşên di sedsala 21’an de çêdibin binpêkirina nasnameya jin û qirkirina wê armanc dike. Rastî jî ya ku hişt îro sedsala 21’an bibe sedsala têkoşînên jinan û hevgirtina wan ên li gelek aliyên welat, keda Rêber Ocalan û têkoşîn û berdelên jinên kurd û dostên wan danî bûn. Guhertina feraseta mêr girîng e. Şoreşê li Rojava dest pê kir, jinan pêşengtiya wê kir paşê bî saya rojnamegeriya kurdî şoreş wek Şoreşa Jinan hat naskirin û wiha êdî bandor li alî û parçeyên din yên welat û derve kir.
Pêwîstî pê heye ku dengê jinan di çapemeniyê de neyê birîn, ji ber qêrînek jî dikare di jineke bi sedan welat, derya, çiya û km dûrî wê ye û di navbera wê û jineke din de ye bandorekê çêbike û hestên tolhildan, serhildan, hevgirtin û yekitiyê pêre bide raberkirin. Li rojhilatê Kurdistanê şoreşa keziyan ango Jin Jiyan Azadî dest pê kir, li Rojava û welatên din deng bilind bûn. Ji ber polîsên exlaqî keziyên Jîna Emînî kirin hincet û îşkence lêkirin, jinan li parçeyên din laçikên xwe di kolanan de danîn û porê xwe li beramberî her kesê/î jêkirin. Peyama rast a ku rojnamegeriya jin dixwaze wê bide ev e hevdu hezkirin, hîskirin û li dijî êrîşan hevdû girtin û têkoşîneke xurt û domdar meşandin e.
Rêwîtiya Gurbetelli dê biherike
Ya ku niha ji rojnamegeriya jin û kurdî bi giştî tê xwestin ew e guhertina hişmendiya baviksalarî, hişmendiya netew-dewlet û hişmendiya desthilatadriya xwe li ser keda jinan ava dike û hewla têkbirina nasnameya wan dike ye. Em bikaribin di sedsala 21’an de dîroka azadiya jin a ku Rêber Ocalan behsa wê kiribû, binivîsin û erka xwe ya sereke û dîrokî pêk bînin. Rojnamegeriya kurdî dikare qedera gelekî, rojnamegeriya jin jî qedera jinan diyar bike û biguhere, wêneyekî jî dikare çarenûsekê biguhere. Ji lewre pêwîstî pê heye ku rojnamegerên li Kurdistanê hêzê ji rojnamgerên li bakurê Kurdistanê her roj tên binçavkirin bigirin û ji kesayeta wan û îsrara wan wane bigirin. A herî girîng meş û rêwîtiya mamosteya mezin Gurbetelli Ersoz bidome û em li gorî hêviyên jinan bin û ji dozên wan re bibin rêyên çareseriyê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yekitiya Ragihandina Jinan di 30’ê hezîrana 2020’an bi konferansekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin.