Nûner, rêveber û endamên YRJ’ê li bajarê Qamişlo, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi amadebûna xebatkarên çapemeniyê û rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Rojnamegeran di daxuyaniyê de wêneyên Şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn hildan û dirûşmeyên “Jiyan jiyan azadî” berzkirin. Endama YRJ’ê Hebûn Omer daxuyanî xwend û wiha got: “Em êrişa dijî rojnamevanan bi tundî şermezar dikin. Em ji malbata rojnamevanên şehîd Gulîstan Tara û Hîro Behadîn, hemû kedkarên çapemeniya azad sersaxî dixwazin.”
Hebûn Omer, destnîşan kir ku hedefgirtina rojnamevanan sûcekî dermirovî û bê exlaqiya li hemberî ramana azad e û wiha got: “Çapemeniya azad bi wêrektiyeke mezin hişmendiya dagirkeriyê û kiryarên wê raxistine pêş çavan, lewma her tim dibe hedefa dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk a dagirker di warê binpêkirina mafê mirovan û kiryarên li dijî rojnamevanan de yek ji dewleta herî sucdar e; di dîroka xwe de her tim bi qetilkirin û girtina rojnamevanan hewl daye rûyê xwe yê reş û kiryarên xwe yên bêexlaqî veşêre. Dijminê jin û rojnamevanan dewleta Tirk ji bo rastiyan berevajî bike û veşêre, kedkarên çapemeniya azad hedef digire. Êrişa hovane ya li ser pêşenga kevneşopiya çapemeniya jina azad û stûna heqîqetê Gulîstan Tara û hevkara me Hêro Behadîn bi heman armancê ye.”
Hebûn Omer, diyar kir ku êrişa dijî rojnamevanan di demeke ku li hemberî gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê, di navbera Iraq-Tirkiyeyê de û bi taybetî jî bi hevkarî û sîxurtiya PDK’ê tifaqeke xeternak û qirêj pêk tê de, çêbûye.
Omer, bi domdarî bal kişand ser êrişê û got: “Ev encama vê tifaqa qirêj e. Em van hêzan rast rast berpirsyarên vê êrişa hovane dibînin; divê dewleta Tirk a dagirker ji ber van sûcên li hemberî rojnamevanan bê darizandin. Ji bo wê em bang li raya giştî ya Kurdistan û cîhanê dikin ku bêdeng û bê helwest nemînin.”
Omer bi bîr xist ku rojnamevan Gulîstan Tara weke şagirteke Mazlûm Dogan û Gurbetelî Ersozan e û wiha lê zêde kir: “Ev 24 sal in bi pênûs û kameraya xwe bûye bawermend û şopdareke mezin a heqîqetê. Di rêwîtiya 24 salan a têkoşîna çepeminiya azad de di dezgehên çapameniyê yên cur be cur de bûye xwedî kedeke mezin û ji bo mezinkirina mîrasa çapameniya jina azad sekneke pêşeng nîşan daye.”
Omer anî ziman ku rojnamevan Hêro Behadîn rojnamevaneke jin a ji Başûrê Kurdistanê ye û li hember dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û xeta xiyanetê bi sekna xwe ya wêrek bûye çiraya heqîqetê û wiha bi dawî kir: “Bi vê sekna xwe ya biryardar ji bo hemû jinên rojnamevan bûye nimûne. Di kesayeta rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn de hemû şêhîdên çapemeniya azad em bi bîr tînin. Em bejna xwe li hember sekna wan a pîroz ditewînin. Ji bo parastina û mezinkirina mîrasa şehîdan em ê bi biryardariyeke mezin têbikoşin û bibin şapdarên van hevryên xwe. Heta li Kurdistanê bêhna kurdewarî û azadiyê hebe, heta şopdareke çapemeniya jina azad bijî, wê ala wan a têkoşîna azadiyê li Kurdistanê her bilind bimîne. Weke xeta çapemeniya jina azad di bin her cure êrişkariyan de jî, bi biryardarî û wêrektiyeke mezin em ê bibin şopdarê Gurbetelî Ersoz, Gulistan Tara, Hêro Behadîn, Rosîda Mardîn û tevahî şehîdên çapemeniya azad. Ji bo ev mîras li hemû Kurdistanê bê parastin û mezinkirin bi biryardariyek hîn mezintir bi pênûs û karemaya xwe em ê têbikoşin.”
Daxuyanî bi slogana “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.