8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

YRA/YRJ’ê: Em pênûs û kameraya wan li erdê nahêlin

YRA/YRJ’ê derbarê rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de daxuyaniyek da û wiha got: “Weke şopdarên heqîqetê em ê bi bîryardariyeke mezin rêya wan bişopînin, pênûs û kamerayên wan li erdê nehêlin.”

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ), derbarê êrîşa dewleta Tirk a li dijî xebatkarên çapemeniya azad daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji 8’ê Kanûnê (2024) ve dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine û behsa xebat û têkoşîna rojnamegerên çapemeniya azad kir.

Berfirehiya vê daxuyaniyê wiha ye;

“Di demeke ku hemû cîhan li ser avakirina sîstemek nû ya li Sûriyeyê ku hemû pêkhate tê de werin temsîlkirin nîqaş dikin de, Çapemeniya Azad hewl dide vê rastiyê ji raya giştî re ragihîne.

Hevrêyên me yên rojnamevan, ji bo pêkanîna vê erka xwe ya exlaqî û dirokî, li hemû eniyên ku êrîş li ser hene, bê dudilî kar dimeşînin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê ji gel û raya giştî ya cîhanê re radigihînin.

Dewleta Tirkiyê bi van êrîşên xwe tevahî nirxên civaka me hedef digire, her wiha ragihandina ku rastiya wan eşkera dike jî xiste pêşiya êrîşên xwe. Li gorî hemû peymanên navnetewî mafê rojnamevanan ê şopandina şer û pevçûnan heye û divê neyên hedefgirtin. Lê dewleta Tirkiye li hemberî Çapemeniya Azad şerekî hovane dimeşîne.

Weke eniyeke bi bandor a têkoşînê Çapemeniya Azad, di rêwîtiya xwe ya heqîqetê û eşkerekirina rastiyan de bedelên giranbuha dane.

Herî dawiyê di encama êrîşeke hovane ya dewleta Tirk a dagirker de du hevalên me yên rojnamevan şehîd bûn. Di vê êrîşa nemerdane de hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Cîhan Bîlgin şehîd bûn.

Herdu hevalên me, ji roja destpêkê ya êrîşên ku li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê tên domkirin, berxwedaniya li herêmê dişopandin.

Roja 19’yê Kanûna 2024’an jî dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15:20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayîta wan ji aliyê  balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirkiyê ve hat bombebarankirin. Di encama êrîşê de her du hevalên me şehîd bûn, ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.

Hevala me Cîhan Bîlgîn ji sala 2017’an ve li Rojavayê Kurdistanê rojnamevaniyê dike. Heval Cîhan Bîlgîn di malbeteke welatparêz de mezin bûye.  Ji bo ku berxwedan û Şoreşa Rojava ji raya giştî re ragihîne, weke rojnamevaneke wêrek di eniya herî pêş ya Çapemeniya Azad de cîh girt. Bi pênûs û kameraya xwe, her tim bû zimanê şoreşa gelan û şoreşa jinan. Cîhan Bîlgîn, 8 salan di ANHA’yê de weke nûçegihan xebat kir. Di pêvajoya avakirina Şoreşa Rojava de weke rojnamevanekê 8 salên tije têkoşîn derbas kirin. Di demên ku êrîşên dewleta Tirkiyeyê li ser Rojava dijwar dibûn de, ji bo ku rastiyan bi awayekî herî baş ragihîne, her dem li eniya herî pêş bû. Dîsa di pêvajoya avakirina pergala xweseriya demokratîk a li herêmê de weke jineke lêgerînvana azadiyê, bi nûçe, dosya û hevpeyvînên xwe Şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye, ji raya giştî re ragihand. Di rêwîtiya domdar a Çapemeniya Azad de, weke şopdara kevneşopiya Gurbetelî Ersoz, Gulîstan Tara, Seyîd Evran, Dilîşan Îbiş û bi sedan şehîdên ragihandinê, bi azweriyeke mezin Şoreşa Rojava ji raya giştî ya Kurdistanê û cîhanê re ragihand. Cîhan Bîlgîn bi qasî pirsporiya xwe ya rojnamevaniyê, bi rûkenî û bi hevaltiya xwe jî kesayeteke mînak bû.

Têkoşer û rojnamevan Nazim Daştan, li navçeya Giyadîn a bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê hatiye dinê.  Di malbateke welatparêz de mezin bûye. Bi vê zanebûna netewî, di temenekî ciwan de, di eniya ragihandinê de dibe lêgerînvan û têkoşerê azadiyê. Sala 2014’an di pêvajoyeke ku êrîşên DAÎŞ’ê li ser Rojava destpê kirin de derbasî Rojava bû. Destpêkê li Efrinê, piştre jî li Kobanê berxwedana dîrokî şopand û ji cîhanê re ragihand. Di pêvajoya berxwedana Rêveberiya Xweser a li Bakurê Kurdistanê de derbasî navçeya Silopya ya Şirnexê bû û erka rojnamevaniyê li wir domand. Lê dewleta Tirk ji ber karê wî yê rojnamevaniyê, derbarê wî de lêpirsîn da destpêkirin. Tevî zextan jî hevalê Nazim dest ji karê rojnamevaniyê berneda û sala 2016’an careke din derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Di salên dirêj yên têkoşîna rojnamevaniyê de li Efrîn, Kobanê, Reqa, Girê Spî, Şengal û Başûrê Kurdistanê erka rojnamevaniyê bi layîqî pêk anî. Herî dawiyê jî berxwedana Bendava Tişrînê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê dişopand.

Hevalê me Nazim bi kesayeta xwe ya dilnizm, kedkar û bîrewer, di eniya herî pêş ya Çapemeniya Azad de cîh girt. Li her cihekî ku têkoşîna dijwar lê hebû, hevrêyê me Nazim Daştan bi kamera û penûsa xwe li wir bû. Weke şopdarekî Xelîl Dag, bi pênûs û kameraya xwe bûye zimanê heqîqetê. Weke rojnamevaneke wêrek di rêwîtiya dijwar û demdirêj a çapemeniyê de ji bo gelek sazî û dezgehên Çapemeniya Azad xebat meşandin.

Em vê êrîşa hovane ya li hemberî herdu hevalên me yên rojnamevan bi tundî şermezar dikin. Weke şopdarên heqîqetê em ê bi bîryardariyeke mezin rêya wan bişopînin, pênûs û kamerayên wan li erdê nehêlin. Em bang li hemû rojnamevanan dikin ku bibin alîgirên rastiyê û bibin şopdarên Çapemeniya Azad ku îro di oxira wê de Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn. Her wiha em bang li sazî û rêxistinên rojnamevanan, dîsa saziyên mafên mirovan ên navnetewî dikin ku li hemberî vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin.

Weke Çapemeniya Azad em soz û biryardariya xwe ya mezinkirina têkoşîna hevrê Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û hemû şehîdên ragihandinê nû dikin.

Agahiyên nasnameyan ên hevalên me wiha ne:

Nav û Paşnav: Cîhan Bilgîn

Navê Bav: Mihemed Nesîn

Navê Dayikê: Katîbe

Cih û Dîroka Dayikbûnê: Midyad, 1996

Dîroka derbasbûna Rojnava: Sala 2017

Nav û Paşnav: Nazim Daştan

Navê Bav: Mihemed Alî

Navê Dayîkê: Zozan

Cih û Diroka ji Dayîkbûnê: Agirî/Diyadîn-1992”