Li tevahiya Kurdistanê rojnamegerên ku kiryarên Dewleta Tirk derdixin holê û ji hemû cîhanê re radigihîn e dibin hedefa dewleta Tirk. Bi taybetî jî di nava meheke dawî de 4 rojnameger ji aliyê dewleta Tirk ve bi balafirên bê mirov û biçek hatin kuştin. Herî dawî rojnameger Egîd Roja ji aliyê dewleta Tirk ve hat şehîdxistin. Li aliyekî nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk heye, li aliyê din jî ji bo kesên di êrîşan de şehîd dibin sersaxî tên xwestin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo rojnamevan Şervan Sîdo (Egîd Roj) ê duh (15 Sibat 2025) di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de li Bendava Tişrînê şehîd bû, konê sersaxiyê li pêşiya mala wî veda. Malbata şehîd Egîd Roj ku bi darê zorê ji Şehbayê koçberê bûye li taxa Miftî ya bajarê Hesekê dijî. Şandeyek ji dehan endamên Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekitiya Ragihadina Jin (YRJ) serdana kon kir û sersaxî da malbata şehîd Egîd Roj.
Di konê sersaxiyê de li ser navê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Mihemed Emîn Mutlu axivî. Mihemed Emîn Mutlu sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser têkoşîna şehîd Egîd ku ji sala 2012an û vir ve bûyerên şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de berxwedana Efrînê û Helebê dişopand. Her wiha bal kişand ser rola şehîd Egîd a şopandina çalakiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê. Mutlu da zanîn ku dewleta Tirk ji pênûsên azad ditirse, lewma di van demên dawî de rojnameger weke nûçegihana ajansa ANHAyê Cîhan Bilgîn û rojnamevan Nazim Deştan û li Başûrê Kurdistanê jî rojnamevan Ezîz Koyluoglu kirin armanc. Mutlu destnîşan kir ku dewleta Tirk wê nikaribe dengê rastiyê bitepisîne û soza şopandina rêya şehîd Egîd û hemû şehîdên çapemeniya demokratîk da.