12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YRA: Hêviya me pêşveçûyîna ragihandina azad e

 YRA`yê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de salvegera 125’emîn a Roja Rojnamgeriya Kurdî hat pîrozkirin.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de salvegera 125’emîn a Roja Rojnamgeriya Kurdî hat pîrozkirin û hat gotin: “Wekî îro di sala 1898’an de Mîr Mîqdad Midhet Bedirxan yekem rojnameya kurdî bi navê “Kurdistan” li paytexta Misir Qahîreyê derxist. Ev pêngav bû kelpîça yekem di dîroka ragihandina kurdî ya nûjen de û pêngaveke nû ji hemû gelê Kurdistanê re.”

Hat diyarkirin ku rojnameya Kurdistan li seranserê welat rê li pêşiya hejmarek mezin a rojname û kovarên di hemû aliyên jiyanê de weşana bi kurdî dikirin, vekir û wiha dom kir: “Di 1995’an de yekem kenala TV ya kurdî “MED TV” dest bi weşanê kir. Di heman demê de gelek saziyên ragihandinê yên rê li ber belavkirina çand, dîrok û şaristaniya Kurdan vekir û bi raya giştî ya cîhanê da pênasekirin, hatin vekirin. Îro jî bi sedan sazî û dezgehên ragihandinê yên bi kurdî weşanê dikin hene.”

Di dewama daxuyaniyê de şehîdên çapemeniya azad hatin bibîranîn û ev roj li gelê Kurd û xebatkarên çapemeniyê, bi taybet li rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pîrozkirin û hat gotin: “Hêviya me serkeftin û pêşveçûyîna ragihandina azad e, ji bo bikare dengê gelê Kurd bighîne hemû cînanê û bibe dengê civakê.”