11 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

YPJ: Dê serkeftin tim a gel be

YPJê fedaîyên parastina taxa Şêxmeqsûdê Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar bi bîr anîn û diyar kir “Qasî ku fedaiyên vî gelî yên mîna Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar hebin wê serkeftin her ya gelê me yê serfiraz be."

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo fedaiyên parastina taxa Şêxmeqsûdê Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şêxmeqsûdê li ser şopa fedaiyên wekî Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Barînan destanên qehremaniyê dinivîsin.

Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dehan fedaiyên hemdem li dijî hişmendiya çeteyên DAIŞê û dewleta tirk a dagirker çalakiyên fedaî kirine. Îro li gor agahiyên ku ji qadê digihêjin ber destê me dide xuyakirin ku ev pêla fedaiyan xwe di berxwedana Helebê de dubare dike. Heta niha gelek Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi tarzeke fedayî bersiva çeteyên dagirker daye.

Ji van fedaiyan ku heya niha wek nav tên zanîn Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar in.

Ev doz doza serkeftina mirovahiyê ye. Qasî ku fedaiyên vî gelî yên mîna Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar hebin dê serkeftin her ya gelê me yê serfiraz be.”