Berdevkê Balefirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê Hindirîn Hîwa Muftî ji Rojnews’ê re ragihand ku Kompanyaya Turkish Airlines (Geştên Hewayî yên Tirkiyeyê) hemû geştên xwe yên asmanî yên di meha Nîsanê de ji bo Silêmaniyê rawestandiye.
Der barê vê ambargoya dewleta tirk a dagirker de Malbenda 3 ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) ya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Em piştgiriya xebata her çar parçeyên Kurdistanê, pîrozbahiya Newroza Amed û helwesta Bafil Talebanî ya li ser firotina nefta Herêma Kurdistanê ya ji aliyê kompanyaya SOMO’yê ve dikîn. Tirkiye geştên asmanî yên ji bo Silêmaniyê rawestand. Ev ambargo karek ne yasayî ye û hewldanek tevlîheviyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ku dijî parçebûna Iraq, Herêma Kurdistan û herêmên dibin kontrola YNK’ê deye.
Ev biryar piştî gefa Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar ya du roj piştî ketina helîkopterên hêzên Dijî Teror yên Rojavayê Kurdistanê hat. Weke gefek raste rast li YNK’ê kirin û gotin, ger piştgiriya PYD’ê bigihe heya asmanî û balafiran, divê li benda rawestandina seferên esmanî jî bin.”