Endamê Mekteb Siyasî ya YNKê Seedî Ehmed Pîre der barê pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Federal a Kurdistanê de ji medya YNKê re axivî.
Seedî Ehmed Pîre got ku hizba wan mijara pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û hilbijartina desteya serokatiya parlamentoya Herêma Feederal a Kurdistanê jihev cuda nake.
Pîre di dewamê de got: “Eger heta niha PDK ji bo pêkanîna hikûmetê, bêyî hizba me xwedî bijardeyek din ba, wê pêk anîba. Baweriya PDKê bi şirîkatiyek rast nîne û naxwaze lihevkirinek cidî bi YNKê re bike.”
Seedî Ehmed Pîre got ku pirsgirêkên di navbera PDK-YNKê de, ne di wê astêde ne ku bibe sedema dubarekirina hilbijartina parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê û got: “Bi dubarekirina hilbijartinê re, tu guhertinek mezin çênabe û ji encamên niha cudatir nabe.”
Hêjayî gotinê ye heta niha YNK-PDK 12 caran ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Federal a Kurdistanê civiyane, lê hikûmet nehatiye avakirin.
Hilbijartina parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê di 20ê cotmeha 2024an de pêkhatibû û heta niha jî hikûmet nehatiye avakirin.
