Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Arêz Abdullah di nivîsek xwe de behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê kir. Arêz Abdulla dibêje; “Niha ev kar gihiştiye astek wisan ku em dua bikin ku ya xirabtir neqewime. Ji ber ku hîna çand û kevneşopiya demokrasiyê li Kurdistanê nehatiye danîn. Ji ber ku pêkhateya hêzên çekdar wisane ku em nikarin bêjin divê qonaxê de di encama pêşbaziya tund de rewş xirabtir naçe.”
Arêz Adullah balkêşa ser pêşbaziya di navbera YNK’ê û PDK’ê de jî û got; “Niha pêşbaziyek tund di navbera YNK û PDK’ê de heye. Em dizanin ev encama vexwarinek dûr û dirêje, sedema vê jî li gel me zelale. Divê em ji bo berjewendiyên bilind xwe ji berpirsyartiyê veneşêrin. Pêwîste hemû aliyên siyasî li gorî mezinahiya xwe berpirsyartiyê bigre ser milê xwe.”
Di dawiyê de jî Arêz Abdullah behsa metirsiya êrîşên ser Herêma Kurdistanê kir; “Êrişên ser Herêma Kurdistanê hem ji dervene hem jî hindir in. Eger em di nava xwe de nakokiyan çareser nekin, em ê nekaribin vê qonaxa giran derbas bikin. Eger berevajiyê vê jî hinek kes bêjin metirsî li ser statûya Herêma Kurdistanê nîne, yan jê fam nakin yan jî rast nabêjin.”