Sala 2024’an bi çalakiyên meşê yên kurd û dostên kurdan dest pê kir. Kurd û dostên kurdan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk li Ewropa meşa dirêj ku 25 kes beşdar bûn û 25 rojan berdewam kir, li dar xistin. Disa bi heman armancê li Qers û Wanê bi tevlebûna 75 kesan ji 1’ê Sibatê heta 15’ê sibatê berdewam kir û li Rihayê bi dawî bû. Herî dawî vê carê li dijî qeyûm ji Marmara û Egeyê dest pê kir û heta Colemêrgê bi dawî bû. Nûnerên gel di çalakiyan de gund bi gund geriyan û li ser polîtîkaqên tecrîdê û wateya azadiyê axivîn. Dîsa di meşa dawî de li ser polîtîkayên qeyûm, tecrîd û şer rawastiyan. Qala wate û girîngiya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.
Bi sedan kes di çarçoveya “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” ji bajarên Tirkiyeyê ketin rê û berê xwe dan Colemêrgê. Karwana meşvanan, ji herêmên Marmara, Ege, Akdenîz, Anatoliya Navîn û Çûkurovayê berê xwe dan bajarên Kurdistanê. Piştî mîtînga 29’ê Hezîranê ya li Stenbol, karwana meşvanan bi tevlêbûna nûnerên sasiyên demokratîk û sivîl berê xwe dan Wanê û ji wir jî derbasî Colemêrgê bûn. Girse di 3’ê Tîrmehê de li Wanê kom bûn û piştî esir ji Wanê berê meşa xwe dan Colemêrgê. Girseya ku ji nêzî 300 kesan pêk dihat, 6 rojan bi biryar, israr, bê westan û rawstan meşiyan û gihiştin Colemêrgê. Li her gundî û her rawestgehê daxuyanî dan û daxwazên xwe anîn ziman. Têkildarî meşê Rêveberê DEM Partiyê yê Îzmirê Abûzer Yilmaz nirxandin kir.
Rêveberê DEM Partiyê yê Îzmirê Abûzer Yilmaz li ser armanca meşa Colemêrgê û encamên wê axivî. Yilmaz ewil li ser armanca meşê rawestiya û got: “Esil armanca meşê rêveberiya AKP-MHP’ê li Kurdistanê li Colemêrgê hevşaredarên me girt. Dema me dest bi meşê kir, me zor û zahmetî li ber çavan girt û me ketin rê. Heta Edeneyê pirsgirêk tune bû. Piştî Edeneyê, em bi tundiya polîsan re rû bi rû man. Polîsan bi rêbazên cuda êrîşî hevalên me kirin. Li herêmên din jî polîs ji bo meşê asteng bikin ketin nava lîstik û provokasyonan. Lê em nehatin lîstikan. Li Wanê xwestin qeyûm tayin bikin. Lê çawa gel destûr neda ku qeyûm tayin bike, li vir jî em ê bi têkoşîna xwe dîsa ji destê qeyûm bistînin. Em bawer dikin ku li vir em ê hem qeyûm û hem jî hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin. Em ê di encamê de bi ser bikevin.
Gel li partiyê xwedî derdikeve
Abûzer Yilmaz, bal kişand ser pêvajoya rêwîtiyê û eleqeya gel a ji bo meşê û wiha axivî: “Me di rêwîtiyê de dît ku mirov pir zêde li partiyê xwedî derdikevin. Me dît ku gel partiyê bi tenê nahêlin. Min di vê rêwîtiye de dît ku mirovên li vir heta dawî bi partiya xwe re ne. Lê kêmasî û şaşiyên me hene. Ji ber vê yekê em hinekî mirovan diêşînin. Lê tevî her tiştî gel me meşvanan bi tenê nahêle û li meşvanan xwedî derdikeve.”
Yilmaz, destnîşan kir ku dema çûm gundan li ser şaşiyên qeyûm diaxivîn û wiha pêde çû: “Me şaşiyên qeyûm, rastiya hikûmeta AKP-MHP ya faşîst anî ziman. Me di serdana gundan de geşedanên ku li herêma Kurdistanê pêş dikevin vegot. Em li ser tecrîdê axivîn. Hemû mirovên em pêşwazî kirin, pir hestiyar û berpirsiyar nêzîk bûn. Ji xwe mirovên li vir di nava vê rastiyê de dijîn. Teqez her malbatek ji wan yek di nava vê doz û têkoşînê de ye. Dema em rastiya hekûmete, qeyûm û tecrîdê tînin ziman mirovên ku me pêşwazî dikin, bêtir li me xwedî derdikevin.”
Qeyûm nerîna hikûmetê ya li gelê kurd e
Abûzer Yilmaz, li ser sedema ku qeyûm tayînî Colemêrgê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Sedema tayînkirina qeyûm a Colemêrgê bi politikaya AKP-MHP’ê ya li dijî gelê kurd ve girêdayî ye. Tayînkirina qeyûm, nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî gelê kurd careke din aşkere kir. Li bajarên kurdan, kurdan di hilbijartinê de şaredarî bi dest xistin. Dixwaze bi qeyûm vîna gelê kurd ji destê wan bigire. Dixwaze destkeftiyên gelê kurd ji destê wan bigire û tune bike. Dixwazin nûnerên xwe û îktîdara xwe li wir bi cih bike. Bi tayînkirina qeyûm dixwaze tecrîdê bide ji bîrkirin. Lê em tecrîdê û qeyûman ji bîr nakin. Em ê her tim li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan derkevin û tecrîdê tu carî qebûl nakin. Em ê bi înat li dijî qeyûm derkevin. Ez bawer dikim ku em ê bi ser bikevin.
Yilmaz, li ser hinceta darazê ya hiqûqê jî rawestiya û wiha axivî: “Eger hincetên hiqûqî nîşan didin, wê demê divê beriya hilbijartinê namzetiya hevalên me erê nekirina. Lê eger YSK erê dike, wê demê divê wan ji kar negire. Xwestin heman tiştî li Wanê jî bikin. Lê gel destûr neda vê yekê. Niha dixwazin li Colemêrgê vê politikaya xwe berdewam bikin. Lê dê li vir jî bi ser nekevin. Em ê li vir gavan bi paşve bidin avêtin. Em ê bi hevre li vîna xwe xwedî derkevin.”
Kengî kurd hatin qebûlkirin dê demokrasî pêş bikeve
Yilmaz, li ser israra hikûmetê ya qeyûm jî rawestiya û wiha pêde çû: “Kengî hikûmetê qebûl kir ku kurd xwe bi rêve bibin, wê demê dê li Tirkiyeyê her tişt bê guhertin. Ew jî vê yekê baş zanin. Kurd ji vê yekê re amade ne. Hişê gelê kurd ji yê hikûmetê pir pir baştir dixebite. Em jiyanê jî pir baş nas dikin û rêveberiyê jî pir baş zanin. Em xwedî hêz, qudret û hunerin ku karibin xwe bi rêve bibin. Em rêveberiyê j wan re nahêlin. Çawa ku me li Mezopotamya hebûna xwe berdewam kir im dikarin ji vê helwesta wan re bibêjin bes e.
Çapemeniya hawiz diziya îktîdarê nabîne
Yilmaz li ser cudakariyên qeyûm û rêveberiyên gel jî rawestiya û ev şirove kir: ‘Li Tirkiyeyê hemû bajar û navçeyên ku AKP-MHP’ê şaredarî bi dest xistiye, dizî, nelirêtî, xapandin û hemû cureyên zextan heye. Hat dîtin ku her cureyên dizî, derew, xapandin heye. Ev di çapemeniyê de jî hat dîtin. Lê bajarên ku me ew bi rêve birin, teqez ne qala diziyê, ne qala nelirêtî, derew û hîleyan hat kirin. Wan dît ku hevşaredar şaredariyan bi gel re, tevî gel bi rê ve dibin. Kapîtalîzm ji ber ku ditirse îktîdra wê ji dest here, destûr nade ku mirov xwe bi xwe bi rêve bibin. Destûr nade ku demokrasî pêş bikeve.”
Yilmaz, herî dawî bal kişand ser qeyûmên ku di destpêkê de dîwarên beton li dora xwe dipêçin û wiha bi dawî kir: “Ji gel ditirsin. Bi dîwarên ku li dora xwe lê dikin, tê dîtin ku çiqas ji gel ditirsin. Şaredarî yên gel in. Divê xizmeta gel bikin. Her ku ew bên dê dîwaran biresin, em jî dê wan dîwaran hilweşînin.”