12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yildiz: Dê ciwan Rêber Ocalan azad bikin

Endama Meclisa TekoJIN Melek Yildiz diyar kir ku gelek ciwanên enternasyonalîst tev li tevgera wan dibin û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dişopînin. Yildiz, da zanîn ku ciwan heta Rêber Ocalan azad bikin dê têbikoşin.

TCŞ û TekoJIN li welatên ewropa di 15-20’ê Îlonê de meşek dirêj pêk tînin. Dê di vê meşê de gelek seminer, panel û şahidên cuda pêk bînin. Her wiha dê dîsa belavokan belav bikin û balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.

Endama TekoJIN Melek Yildiz li ser xebatên ciwanan kurdistanî û şoreşger ên Ewropayê anî ziman ku wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Şoreşger (TekoJin) di çarçoveya pêngavê de dem bi dem meşên girseyî pêk tînin û wiha got: “Em bi meş û xwepêşandanan diyar dikin ku tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Em standan vedikin. Belavokan belav dikin. Bi belavokan mirovên der barê tecrîda li ser Rêber Apo de agahdar dikin û hişyar dikin. Em tecrîdê teşîr dikin. Em baş dizanin ku azadiya Rêber Apo azadiya gelê kurd û hemû gelan e. Em wekî ciwan xwe berpirsiyar dibînin ku Rêber Apo azad bikin. Ji ber vê yekê em têdikoşin. Em bi biryar in ku her derê bikin qada têkoşînê û vê tecride bişkînin, Rêber Apo azad bikin. Ciwan hêza herî mezin a pêşeng e. Em ê bi vê hêza xwe pêngavê bi ser bixin.”

CPT ji tecrîdê berpirsiyar e

Melek Yildiz, destnîşan kir ku bi taybetî li pêş CPT gelek çalakî pêk anîn û wiha berdewam kir: “CPT ji tecrîdê raste rast berpirsiyar e. Xwedî erk e ku biçe Îmraliyê ziyaret bike û agahiyan bide. Divê CPT, li dijî tecrîd û pergala îşkenceyê li dijî Tirkiyeyê zextan pêş bixe û rapora çavdêriyê ya li Îmraliyê bi raya gişti re parve bike. Tenê bibêje fikarên me hene têr nake. Dîsa li dijî tecrîdê me li pêş saziyên din jî çalaki pêk anîn. Me li pêş gelek saziyên Ewropayê çalakî pêk anîn û me diyar kir ku em tecrîdê qebûl nakin. Me xwest erka xwe pêk bînin. Bi bêdengiya wan rê li pêş pratîka Tirkiyeyê vedike.”

Gelê cîhanê Rêber Apo dişopînin

Yildiz, bal kişand ser polîtîkayên modernîteya kapîtalîst a li dijî felsefeya Rêber Ocalan û wiha lê zêde kir: “Hemû hêzên bindest û sosyalîst li dijî paradigmaya modernîteya kapîtalîst felsefeya Rêber Ocalan ji bo xwe ronahî dibînin û berê xwe didin paradigmaya Rêber Apo. Hemû gelên cîhanê ji bo aştî û demokrasiyê rêya Rêber Apo dişopînin. Piştgiriyek mezin didin çalakiyên me. Hewl didin fikrên Rêber Apo fam bikin. Dostên kurdan bawer dikin ku ji bo hemû mirov azad bibin, divê berî her tiştî Kurdistan azad bibe. Bawer dikin ku azadiya Kurdistanê dê aştiya li Rojhilata Navîn û cîhanê pêş bixe. Bawer dikin ku Rêber Apo di vê mijarê de diyarker e.”

Jin azad nebe civak azad nabe

Yildiz, der barê meşa 15’ê Îlonê û ev agahî dan: “Ji bo azadiya Rêber Apo em ê di 15’ê Îlonê de li Bielefeldê panelekê pêk bînin. Em ê di 16’ê Îlonê de bimeşin Bielefeldê. Em jinên ciwan pêşengiya vê yekê dikin. Pergal herî zêde dixwaze jinên ciwan ji cewherê wê dûr bixe. Em jî li dijî vê pergalê li dora Rêber Apo ku dibêje “Heta jin azad nebe civak azad nabe” dibin xelek. Em bi hemû reng û hêza xwe ji bo azadiya wî têdikoşin. Di şeva meşe de em ê panela Jineolojiyê pêk bînin. Di 17’ê Îlonê de em ê bimeşin Hammê. Em ê bi def û zurmeyan meşê pêk bînin. Em ê bi hemû coşa xwe li kolanan ji bo azadiya Rêberê xwe biqîrin. Di 18’ê Îlonê de em ê li Dortmundê bin. Li vir em ê ji bo hemû şehîdên ciwan bernameya bîranînê li dar bixin. Ev asta têkoşîna azadiyê mîrateya şehîdên me ye. Em wekî ciwan li her derê û her dem êm ê li vê mîrateya têkoşîna azadiyê xwedî derkevin û pêş bixin. Di 19’ê Îlonê de em ê li Essenê meşa xwe berdewam bikin. Piştî meşe em ê xwe perwerde bikin. Her tim em xwe perwerde dikin. Divê em her tim xwe xurt bikin û pêş bixin. Em qîmetek mezin didin felsefeya Rêberê xwe. Di roja 20’ê Îlonê de jî em ê meşa xwe bi dawî bikin. Em ê wê rojê şahiyek ciwanan pêk bînin.”

Enternasyonalîst zêde beşdar dibin

Melek Yildiz, anî ziman ku tevlêbûna ciwanan a çalakiyan û wiha pêde çû: “Ji Kurdistan û gelek welatên ewropa gelek ciwanên enternasyonalist beşdarî me dibin. Ciwanên ewropî jî di ferqa pirsgirêkên pergalê de ne. Dibînin ku bi şerê taybet tên hilandin û çewisandin. Li dijî pergala faşîst, kapîtalîst û serdest, em hemû ciwanên bindest û sosyalîst, mil didin hev û têdikoşin. Ciwanên ewropayî azadiya xwe di paradigmaya Rêber Apo de dibînin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo cîhanek demokratîk neşxerêyek xêz kiriye. Li dijî pergala faşîşt, mêtinger û pergala dijminê jin û xwezayê ku hebûna xwe li ser talan, qirkirin û tunekirinê ava dike, pergala ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê pêşkêşî me kiriye. Ev ji bo hemû gelê cîhanê xelasî ye. Ciwanên ewropoyî bi vê zanîn û fikrê kom bi kom tev li tevger û têkoşîna me dibin.”

Yildiz, herî dawî li ser tecrîdkirina Rêber Ocalan rawestiya û wiha axivî: “Tecrîda li ser Rêber Apo, li ser hemû kesên ku di rêya wî de dimeşin pêk tê. Tecrîd îşkence û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em tu carî  vê yekê qebûl nakin. Ciwanên enternasyolîst jî li dijî tecrîd û komployê bertekên xwe tînin ziman. Tenê ciwanên kurd beşdarî pêngavê nabin. Ciwanên enternasyonalist jî bi awayekî xurt li vê pêngavê xwedî derdikevin. Em xwedî berpirsiyarek mezin in. Em li her derê û her demê hewl didin ku têkoşîna xwe mezin bikin û rêxistina xwe xurt bikin. Em wekî ciwan li her derê bi ruhê ciwantiyê em ê şemala berxwedan û serhildanê her bilind bikin. Heta ku em Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bikin em ê her dem têkoşîna xwe mezin û xurt bikin. Em ê her dem li qadan bin. Em ê teqez bi ser bikevin.