14 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

YEyê xwest Nêrgiz Mihemedî bê berdan

YEyê ji Îranê xwest ku Nêrgiz Mihemedî ya ku berî du rojan li gel heft çalakvanên din hatibû binçavkirin berde.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFPê, Yekitiya Ewropayê (YE) daxwaz ji Îranê kiriye ku Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî bê berdan.

Têkildarî mijarê berdevkê Dîplomatîk yê Yekitiya Ewropayê Enwer Elenûnî ji ajansê re diyarkiriye ku Yekitiya Ewropayê daxwazê ji desthilata Îranê dike ku Nêrgiz Mihemedî azad bike û rewşa wê ya tendirustî li berçavan bigire.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku di 12ê kanûnê de li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.