Rikeberiya Tirkiye û Yewnanîstanê ya li deryaya Ege û rojhilatê deryaya Spî bi hemleyên nû berdewam dike. Yewnanîstanê ku di çarçoveya peymanek ewlehiyê de pergala çekên şer a bi navê SPIKE ji Îsraîlê kirî û li giravên Egeyê bi cih kir, niha jî keştiyên şer ji Fransayê kirîn. Wezîrê Parastinê yê Yewanîstanê Nîkos Dandîas yekemîn keştiya şer ya bi navê Belharra F-601 teslîm girt. Di çapemeniya Yewnanan de ev yek wekî serdemek nû ya artêşa Yewnan hate nirxandin û şîravên wiha hate kirin: “Bi kirîna keştiyên şer ên bi navê Belharra artêşa Helenîzmê digihe hêzek ku di dîrokê de hîç negihiştiye. Her wiha çapemeniya Helen destnîşan kir ku dê bi fîloya keştiyên şer binesaziya şer a Yewnanan li hemberî balefirên dijminan û moşekên balîstik biparêze. Her wiha li gorî agahiyan dê Radara Sea Fîre 500 û Moşekên Aster 30 ên parastina hewayî li keştiyan bên barkirin.