2 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Yewnanistan û Îsraîlê dike peymana çekan çêdikin

Di navbera Îsraîl û Yewnanistanê de peymana çekên hewayî ber bi dawiyê ve diçe.

Têkiliyên di navbera Îsraîl û Yewnanistanê de bi peymanên nû pêş dikeve. Bi taybetî piştî dijberiya Îsraîl û Tirkiyeyê ya li herêmê têkiliyên di navbera Yewnanistan û Îsraîlê de xurt bûn. Di navbera herdu welatan de van salên dawiyê peymanên aborî, ewlehî û çekan derketin asta herî jor. Ji van qadên hevkariyê yek jî danûstandina çekên nûjen in. Yewnanistanê pêvajoya kirîna sê pergalên hewayî prosedûr da destpêkirin. Li hemberî 3 milyar û 500 milyon Euro Îsraîl dê pergala hewayî ya bi navê Barak MXê ku mûşek, ÎHA, balefir û teyareyan pêk tê bide Yewnanistanê. Ev pergal dê li şûna pergala niha HAWKê bên bicihkirin. Her wiha di çarçoveya peymanê de dê alavên din ên hewayî yên Îsraîlê jî li Yewnanistanê bên bicihkirin. Bi vî awayî şûna pergala parastina hewayî ya niha ku piraniya wan aîdî Rûsyayê ye, dê alavên pergala hewayî yên Îsraîlê bên bicihkirin.

Pispor dibêjin ku ev di pergala hewayî ya Yewnanistanê de guherînek binecih û daîmî ye. Her wiha li gorî gelek dahûrînerên siyasî helwesta Tirkiyeyê ya dijberî Îsraîl û Yewnanistanê di deh salên dawî de ev her du dewlet anîn asta mitefîkên stratejîk. Bi taybetî nakokiyên li ser sînorên behrê yên Rojhilatê Deryaya Spî, Yewnanistan, Qibris û Îsraîl koalîsyonek nû ya dijberî Tirkiyeyê ava dikin. Pispor diyar dikin ku ev peymana çekan jî encama vê tifaqa li dijî Tirkiyeyê ye.

Salek berî niha Qibrisê jî heman pergal ji Îsraîlê kirîbûn.