Endamê Hevpeymaniya Fetih a Şie Hesen Salim, li ser êrişên dewleta tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê nerazîbûn nîşanda. Hesen li ser hesabê xwe yê Twitter peyamek belavkir û got: “Yên li beramberî binpêkirinên Tirkiye, bombebaran û kuştina gelê me bêdeng dimînin xiyanetkar in. Ne hêjayî wê yekê ne nûnertiya gelê Iraqê bikin.”
Dewleta tirk şeva 1’ê Sibatê di saet 22:00’an de bi awayek hemwext Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û bajarê Dêrik a Rojavayê Kurdistanê bi awayek hovane bombebaran kir. Di encama bombebaranê de li Mexmûrê 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn û gelek şêniyên wargehê jî birîndar bûbûn.