Rejîma BAASê ya yekperest, faşîst û pergala yek partî bi rûxandina rejîma Şamê re hate rûxandin. Zêdeyî 50 salî gelên Sûriyeyê ji vê pergala bêedalet û faşîst hemû rengên tundî û zext û zordariyê dît.
Bi taybetî jî gelê kurd para xwe ya herî mezin ji van zext û zordariyan girt ji ber ku ew kurd bûn û herdem bi cudakariyê dihatin tewanbarkirin.
Rejîma BAAS’ê ya yek partî tu caran ne dixwest gel bifikire û xwe birêxistin bike. Herdem dijminahiya kesên xwedî raman û rêxistinbûyî dikir û ew ji bo rejîma xwe wekî taluke û xetereyeke mezin didît.
Niha tevî ku hemû gelên Sûriyeyê bi rûxandina vê rejîmê kêfxweşin, tevî ku divê kurd ji her kesî bêtir bi vê rûxandina rejîmê kêfxweşbibûna lê ji ber metirsiyên sîstema ku dê li şûna wê rejîmê were bicihkirin kurd gelekî bifikarin. Kêfa kurdan nîvco û bifikar e.
Di nava Komên çekdar ên girêdayî HTŞê ku li şûna rejîma Beşar Esed niha desthilatiya xwe ava dikin, gelek endamên komên çete ên girêdayî dewleta tirk hene. Ev çete jî li ser dijminahiya gelê kurd hatine xwedîkirin û birêxistinkirin.
Her wiha nûnerên siyasî ên wan komên çete jî ku di bin kontrola dewleta tirk de ne dê di avakirina Sûriyeyeke nû de cih bigirin. Lewre jî dê ji her alî ve hemû hewldanên xwe bikin ku destkeftiyên kurdan ji holê rakin û di avakirina Sûriyeke nû de tu rolekê nedin kurdan.
Li hemberî vê yekê jî ji bo ku kurd bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin û roleke wan di avakirina Sûriyeya nû de hebe divê hemû pirsgirêk û nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekrêziyekê di navbera xwe de ava bikin.
Di vî warî de banga ku Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî li aliyên kurd kiriye girîng û dîrokî ye.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê mediya dijîtal wiha dibêje: “Serkeftina diyaloga di navbera ENKS û PYNK’ê de ji bo me armanc e. Lihevkirinên ku me bi dest xistine, girîng in û berjewendiyên xelkê me diparêzin.”
Ebdî banga amadekariyên gava nû ya yekrêziyê kir û got: “Erka her kesî ye ku amadekariyên gava nû ya yekrêziyê bike, da ku di nava rojên pêş de em bi qonaxeke nû li hev bicivin.”
Her wiha Siyasetmedar û hevserokê berê yê Desteya Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd da zanîn ku eger di avabûna Sûriyeyeke nû de Kurd tunebin, pêşiya aloziya nayê girtin û got: “Dem dema yêkrêzî û hevgirtineke xurt e.”
Bi kurt û kurmancî heke her aliyekî kurd bi serê xwe tevbigere û berjewendiyên partî û rêxistina xwe derxîne pêş wê kesek hesabê kurdan neke û dibe ku çete bibin dewlet û kurd dîsa ji hemû mafên xwe yên rewa bêpar bimînin. Heke her aliyekî kurd bi serê xwe biçin bazarê bi deshilata Şamê ya nû re bikin dê tu aliyekî bi serê xwe nikaribe destkeftiyên hêja ji kurdan re bidest bixe. Lê dema ku kurd wekî, aliyekî bi hevre tevbigerin û bibin berdevkê daxwazên gelê kurd dê roleke wan a sereke di avakirina Sûriyaya nû de hebe.
Yekrêziya kurdan hêz û serkeftina wan e, lewre tevî hemû nakokiyên ku hene divê hemû aliyên kurd wan nakokiyan bidin aliyekî û li ser daxwazên gelê kurd û hemû mafên wî yê rewa bibin xwedî yek gotin û yek helwest.
Nabe ku kurd dîsa qedera gelê xwe ji xelkê re bihêlin, nabe ku aliyekî bi tenê an jî aliyekî din bibe berdevkê kurdan. Divê kurd bibin berdevkê xwe û ji bo wê jî yekrêzî lazime.
Ev yekrêziya kurdan dê bi xwe re ne tenê mafê gelê kurd misoger bike lê dê mafê hemû pêkhatiyên ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hevre dijîn misoger bike. Her wiha dikare bibe modelek ji bo hemû Sûriyeyê.