Ji bo nirxandina geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê û rewşa Kurdan, Komîteya Diyaloga Kurdî ya Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) li Qamişloyê civîneke berfireh bi dirûşma “Ber bi yekkirina yekrêzî û helwesta kurdî ji bo bicihanîna mafên neteweyî û demokratîk ên gelê Kurd li Sûriyeyê” li dar xist. Rêxistinên siyasî yên Kurdan, partiyên PYNK`ê, çalakvan, saziyên jinan, civakî, olî, çandî, hunerî, nivîskar û kesên serbixwe tev li civînê bûn
Têkildarî mijarê sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî) Muhyedîn Şêx Alî ji ajansa ANHA’yê re axivî û derbarê vê civînê de wiha got: “Lidarxistina van civînan di vê pêvajoya hesas de, gelek girîng e. ji bo aliyên kurdî li hev guhdar bikin û zanibin çi ji hev dixwazin û çi ji ên din dixwazin. Niha hikumetek û desthilateke nû li Şamê bi serokatiya Ehmed El Şeri heye. Ev pêvajo demkî ye.”
Şêx Alî wiha domand: “Kurd li Sûriyeyê beşeke civaka Sûriyeyê ne. Lewma divê nîqaş bi bêhnfirehî û bi awayekî berfireh be. Divê hev du guhdar bikin û teşeya siyaseta xwe nîqaş bikin.”
Şêx Alî axaftina xwe wiha berdewam kir û got: “Lidarxistina diyaloga kurdî-kurdî, diyaloga kurdî-erebî, diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ji bo civaka pirreng a Sûriyeyê gelekî girîng e.”
Şêx Alî diyar kir ku pirsgirêk her tim hene û dê hebin lê divê partiyên siyasî li hev rûnin, xalên hevbeş bibînin, nîşqa bikin û bikin reşnivîs û li binî îmze bikin.
Şêx Alî got: “Bi nêrîna min gelek xalên hevbeş hene. Ya yekê, parastina nasnameya kurdî li Sûriyeyê ye, ya din metirsiyên cidî û yên domdar li dijî hebûn û nasnameya gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kobanê û herêmên din e. Li hember van metirsiyên domdar divê tedbîr hebin.”
Şêx Alî di dawiyê de bang li partiyan, welatparêz, rewşenbîr û nivîskaran kir ku li hev rûnin, hev du guhdar bikin, dest bidin hev û got: “Ev erkeke dîrokî ye.”