12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekîtiya parêzeran tecrîdkirina Abdullah Ocalan şermezar kirin

Yekitiya Parêzeran a Helebê cezayên dîsplînê ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate birîn û tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi çalakiyek girseyî şermezar kirin.

Endamên Yekitiya Parêzeran a Helebê û yên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li pêşiya navenda TEV-DEM’ê ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Endamê Koordînasyona Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Eladîn Xalid Kalo daxuyanî xwend.

Parêzeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku “cezayên derdîsplînî, derqanûnî û derdestûrî ye û wiha gotin: “Cezayê li dijî Abdullah Ocalan, cezayên li dijî tevahî gelên bindest ên azadîxwaz in, bi taybetî cezayên li dijî gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em bang li rêxistin û desteyên herêmî û navneteweyî di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Wezarî ya Ewropayê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û CPT’ê dikin ku xwedî li erkê xwe yê qanûnî û mirovî derkevin û zextê li Tirkiyeyê bikin.”