Dewleta Tirk ji 23’yê cotmehê heta 27’ê cotmehê li dijî bajarên Kobanê, Dêrik, Til Temir, Amûdê, Eyn Îsa, Tirbespiyê, Rimêlan û gundên wan zêdetirî 1031 êrîşên hewayî pêk anîn. Tirkiye xwest bi van êrîşan herêmê vala bike û rê li pêş çalakkirina şaneyên DAIŞ’ê vedike. Balkêş e Neteweyên Yekbûyî û hêza koalîsyonê li dijî van êrîşan dengê xwe nekirin. Di encama van êrîşan de bi giştî 118 balafirên keşfê û 20 balafirên şer ên F-16 li herêmê bombe barandin.
Dewleta Tirk bi giştî 1031 êrîş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî. Di van êrîşan de 3 ji wan zarok bi giştî 17 welatî hatin kuştin û 65 welatî birîndar bûn. Di van êrîşan de stasyonên kehrebeyê, firin û navendên din ên xizmetguzariyê hedef girtin û bû sedema kêmbûna ji madeya sotemeniyê. Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed der barê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsên me bersivandin.
Roja ku Omer Ocalan bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtina malbatî pêk anî, Dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêk anîn. Çima?
Rêber Apo bi tecrîdê ji malbat, parêzer û raya giştî hatiye qutkirin. Piştî tecrîda girankirî ya 4 salan hevdîtinek malbatî pêk hat. Piştî vê hevdîtinê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşek berfireh pêk hat. Bi van êrîşan binesaziya herêmê ku gel pê debara xwe ya jiyanê dike kirin armanc. Bi van êrîşan talankirineke pir mezin pêk hat. Siberojê dê bandora van êrîşan a li ser jiyana gel bêtir xwe nîşanî me bide. Dê bi xwe re zor û zahmetiyên pir mezin pêk bîne. Demsala zivistanê li pêş me ye. Cihên ku bûne armanca êrîşan, pêdiviyên xwe yên enerjiyê bi mazot û ceyranê pêk tînin. Piştî hevdîtinê ev êrîş nîşan dide ku Dewleta Tirk bi gotinên ‘aştî’ û ‘çareseriyê’ dixwaze xapandinekê pêk bîne û raya giştî bixapîne. Ev geşedan nîşan dide ku dema dewlet ewqas tengav nebûya rê li pêş vê hevdîtinê venedikir. Ev hevdîtineke malbatî ye. Ne hevdîtineke bi parêzeran re ye. Bi vê yekê peyamê dide ku dê nêzîkatiyên qanûnî neyên kirin. Bi vê hevdîtinê dixwaze bibêje “Ez aştî û demokrasiyê dixwazim. Lê teqîna li Enqereyê dibe asteng” û di vir de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tawanbar dike. Di van êrîşan de lawazî û tengasiya Dewleta Tirk derdikeve holê. Herçiqas bibêje “Ez dixwazin hevdîtinekê pêk bînim û pêvajoyekê bidim destpêkirin” jî bi êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastiya wan derket holê. Dixwaze bi van êrîşan hêza xwe nîşan bide û bibêje va yê ez ji bo aramiyê parastina xwe dikim. Di encamê de ev êrîş lawaziya Dewleta Tirk nîşan dide.
Di pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan peyama “Hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez bingeha şer derbasî bingeha hiqûq û siyasetê bikim” da ev êrîş pêk hat. Êrîşên piştî vê peyamê tên çi wateyê?
Di her hevdîtina ku Rêber Apo bi malbatê û parêzeran re pêk aniye de, her tim pêşniyarên xwe ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê û bi dawîkirina aloziyên li herêmê aniye zimên. Ji bo çareseriya doza kurdî fikrên xwe parve kiriye. Dîsa ji bo yekîtiya gelê kurd, tirk û gelê herêmê pêşniyar kiriye. Ji bo jiyana pirçandî, demokratîk nerînên xwe aniye zimên. Her tim çareseriya demokratîk û aştiyane xwestiye û bi fikrên xwe rê nîşan daye. Bangawaziya çareseriyê kiriye. Di hevdîtina berê de jî gotibû “Eger dewlet amade be, ez dikarim di hefteyekê de pirsgirêkê çareser bikim.” Di hevdîtina niha de jî got “Eger şert û merc bên amadekirin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez pirsgirêkê ji zemîna şer derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.” Lê dewlet bi van êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide ku peyama “Ez xwedî hêzek mezin im. Cihê çareseriyê ne li Îmraliyê ye. Ez xwedî hêz im ku herêmê dagir bikim û desthilatdariyê li ser herêmê bimeşînim” bide. Bi van êrîşan dibê ku gelê kurd ne xwedî maf û xwediyê vê axê ye. Dixwaze bi van êrîşan demografiya herêmê bide guhertin. Dixwaze axaftinên Rêber Apo yên ji bo çareseriyê vegerîne şerekî mezin ê qirkirinê. Bi van êrîşan dixwaze li ser gelên herêmê û Rêber Apo qirkirineke siyasî bi pêş bixe. Dewamkirina tecrîdê jî vê yekê nîşan dide. Dewlet dibêje; “25 sal in di zindanê de tecrîdkirî ye. Ji hemû geşedanên li derve bê agahî ye. Lê çawa vê hêzê di xwe de dibîne û dibêje ‘Ez xwedî hêzim ku pirsgirêkê çareser bikim’.” Ji bo peyama Rêber Apo vala derxe û bibêje ez xwedî hêzeke mezintir im van êrîşan pêk tîne.
Hûn nêzîkatiya dewletê ya li dijî peyama Rêber Abdullah Ocalan çawa dixwînin?
Bi peyamên Rêbertiyê yên ji bo çareseriyê, tecrîd jî girantir kirin. Bi biryarên cezayên dîsiplînê, rê li pêşiya malbat û parêzeran qut kirin. Xeta ku di navbera dewlet û Rêber Apo de heta 2015’an diçû dihat qutkirin. Dirêjkirina dîlgirtinê û tecrîdê nîşan dide ku hêza wan çareseriyê tune yan jî naxwazin meseleyê çareser bikin. Sedema qutkirina dengê Rêber Apo ya bi malbat, parêzer û derve re ew e ku Rêber Apo nikaribe pirsgirêkan çareser bike. Bangên Rêber Apo yên ji bo aştî, demokrasî û çareseriyê di nava gel de bi germahî û kelecan tên pêşwazîkirin. Pirsgirêkan çareser dike. Dema hevdîtin tên kirin destê Rêber Apo yê aştiyê xurt dibe. Lê dema tecrîd giran dibe, rêya çareseriyê qut dibe. Dema tecrîd giran dibe, rê li pêşiya çareseriye tê girtin. Ji ber ku Rêber Apo zindana Îmraliyê ji bo xwe kiriye dibistan û akademî, kiriye navenda çareseriyê di asta Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê de dikare pirsgirêkan çareser bike. Êdî fikrên Rêber Apo bi gelek zimanan hatine belav kirin, tên xwendin û bi xwe re çareseriyê jî pêş dixin. Ji ber vê yekê Dewleta Tirk naxwaze ev hêza Rêber Apo ya çareseriyê berfireh bibe. Rêber Apo êdî bûye felsefe û fikreke gerdûnî. Dewlet çiqas tecrîdê giran bike jî ev fikra hatiye belavkirin dê her bê xwendin û belavtir bibe. Ev fikir dê rêya çareseriyê nişanî her kesî bide. Ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fikra Rêber Apo hatiye hilbijartin ev proje pêş dikeve. Gelê herêmê li ser paradîgmaya Rêber Apo xwe diparêze û bi rêxistin dike. Li dijî tevahiya êrîşan xwe diparêze û bi rê ve dibe. Gelê herêmê bi ziman, çand û nasnameya xwe xwe bi rê ve dibe. Ev ji bo Dewleta Tirk dibe sedem ku êrîşan pêk bîne. Dewlet li şûna ku tecrîdê rake û aştiyê esas bigire; rêya alozî û şer hildibijêre.
Banga Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan tê çi wateyê?
Dema Dewlet Bahçelî li meclisê bang kir, şêwazê bangkirinê cuda bû. Xwest Rêber Apo li meclisê bang bike û bixwaze PKK teslîm bibe. Xwest bibêje PKK û gerîla nemaye û hatina meclisê weke teslîmiyetê nîşan bide. Dixwazin PKK teslîm bibe. Bi vê bangê li aliyekî xwestin ku wekî PKK û Rêber Apo teslîm bûye bidin diyarkirin, li aliyê din jî wekî ku bibêjin “Em çareseriyê dixwazin û em dewleteke demokratîk in.” Wekî ku bibêjin va ye em rêya çareseriyê û meclisê vedikin. Ev nerîna Bahçelî û dewletê nayê qebûlkirin û çareseriyê bi pêş naxe. Gel jî qebûl nekir û Rêber Apo jî bi peyama xwe bersiv da. Bi gotina “Şert û merc bên amadekirin hêza min heye ez çareser bikim” bersiv da.
Çima bi taybetî êrîşî çavkaniyên jiyanê û saziyên xizmetê dikin?
Salek berê dîsa êrîşeke bi vî rengî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşandin. Bi dehan balafirên şer êrîşî binesaziyê û xizmetguzariyê kirin. Dîtin ku gel di çembera şer de, di şert û mercê giran de dikarin di her alî ve xwe bi rê ve bibin û biparêzin, bêyî dewlet dikarin xwe ji her alî ve bi pêş bixe. Rêveberiya gelan dikare debara jiyana gel peyda bike. Li gel ku hemû sînor li herêmê hatibûn girtin û di dorpêçê de bû jî dîsa ji aliyê parastin, debar û civakî ve xwe bi rê ve bir. Dewleta Tirk dibîne ku ev pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin li çar aliyê Kurdistanê belav bibe, ev nakeve xizmeta Dewleta Tirk û netew dewletê. Ji bo ku pergala îro li herêmê bi pêş dikeve li dijî pergala wan e, êrîşî binesaziyê û qadên xizmetguzariyê dikin. Êrîşî qadên debarê, qadên jiyanê dikin. Dixwazin aboriyê têk bibin û rê li pêş koçberiyê vekin. Dixwazin gel li dijî rêveberiyê derkeve û gel berê xwe bide welatên derve. Niha tevî hemû êrîşên giran, gel li rêveberiya xwe û axa xwedî derdikeve. Ji ber ku gel li rêveberî, ax û destkeftiyên xwe xwedî derket, di rojên dawî de dîsa êrîş kirin. Dixwaze pergala herêmê talan û wêran bike û jiyana gel careke din xera bike. Dixwaze aloziyê pêş bixe û gel nikaribe jiyana xwe bidomîne û gel mohtacî pergala netewe dewletê bike.
Hûn bêdengî û helwesta hêzên cîhanê ya li dijî van êrîşan çawa şirove dikin?
Ev êrîşên li herêmê pêk tên sûcên şer in. Ev sûcên şer nayên efûkirin. Ji ber ku di van komkujiyên çêdibin de jin û zarok tên kuştin. Hêzên ku herêmê diparêzin tên şehîdkirin. Kedkar û xizmetkar tên kuştin. Çavkaniyên jiyanê tên talankirin û dorpêçkirin. Lê li dijî van êrîşan saziyên girêdayî mafên mirovan ên cîhanê bêdeng in. Bêdengiya cîhanê û parazvanên mafên mirovan jî sûcê şer e. Çawa ku êrîşên Dewleta Tirk sûcê şer e, bêdengiya dewletên cîhanê jî sûcê şer e. Ev bêdengî nîşan dide ku piştgiriyê didin vî şerî. Ev piştgirî di hêza leşkerî, çekên tên bikaranîn de tê dîtin. Berjewendiyên netewe dewletê di van êrîşan de heye.
Hûn helwesta hêza koalîsyonê ya li dijî van êrîşan çawa dibînin? Çima êrîşên Tirkiyeyê asteng nake?
Bêdengiya koalîsyonê nîşan dide ku berjewendiya Dewleta Tirk û netewe dewletan di ser berjewendiyên gelan re digire dest. Tevî hêza koalîsyonê li herêmê heye jî ji bo xizmet û parastina herêmê xebat nekiriye. Eger berjewendiyên gel esas hatiba girtin, dê li dijî êrîşên Dewleta Tirk helwestek nişan dabûya. Bêdengî nîşan dide ku berjewendiyên koalîsyonê û Dewleta Tirk yek in. Dewleta Tirk hêza xwe ji NATO, netewe dewlet û Neteweyên Yekbûyî digire. Tê dîtin ku berjewendiyên wan derdoran tev di van êrîşan de heye.
Helwesta partî û rêxistinên navneteweyî çiqas têr dike?
Helwesta ku îro li dijî vî şerî hatiye nîşandayîn, helwestên partiyên siyasî û saziyên mafên mirovan li gor ku tê xwestin kêm bûn. Ev helwest têra rawestandina êrîşan nakin. Divê yên herî zêde helwestê nîşan bidin saziyên mafên mirovan bin. Ji ber ku di van êrîşan de mafên mirovan tên binpêkirin. Mirov tên kuştin. Xizmetguzariya herêmê tê hedefgirtin. Nexweşxane, dibistanên zarokan, aş û firin tên hedefgirtin. Divê jiyana mirovan bi destê dijmin neyê bidawîkirin. Dîrok tu caran vî şerê heyî efû nake. Helwesta saziyên mafên mirovan têr nake ku vî şerî bidin rawestandin.
Divê çar aliyên Kurdistanê li dijî vî şerî û van êrîşan helwesteke çawa nîşan bidin?
Bi taybetî bakurê Kurdistanê û çar aliyê Kurdistanê ji bo yekîtiya xwe û li dijî şer divê helwesteke pir xurt nîşan bidin. Çawa ku gelê Bakur li dijî êrişên li ser Kobanê sekneke xurt nîşan da, divê li dijî van êrîşan jî sekneke xurt nîşan bide. Ev şer destê kurdan ji hev qut dike. Eger ev şer li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser bikeve, dê bakurê Kurdistanê bêtir têkeve nava aloziyan. Ji ber vê yekê divê gelê Bakur helwesteke xurtir nîşan bide. Dema gel bi yek dengî rabe ser piyan em ê karibin dawî li şer û komkujiyan bînin. Helwesta partiyên kurdan û gelê kurd pir girîng e. Helwesta yekgirtî dê karibe şer û êrîşan rawestîne. Divê li dijî xiyaneta PDK’ê helwest û sekneke xurt bê nîşandayîn. Yekîtî dê dawî li şer bîne.