Roja Çarşemê piştî civîna bilind a lîderên 27 welatên endam a li Brukselê, Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel daxuyanî da û diyar kir ku piştî êrîşa li ser Îsraîlê biryar hatiye dayin hin pêkanîn li ser Îranê bêne ferzkirin.
Charles Michel got, “Me bi vê biryarê xwest peyameke şênber bidin Îranê.” Serokê Konseya Ewropayê got, “Armanc zexta li ser şîrketên ku dron û fuzeyan hildiberîne ye. “