YE derbarê êrişên ser taxên kurdan ên Helebê yên Hikûmeta Demkî ya Şamê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de YE hikûmeta Şamê ji bo baldartir tevbigere hişyar kir û xwest ji bo çareseriya pirsgirêkan demildest diyalogê pêk bîne.
‘Ji bo alîkariya mirovîn rêyê vekin’
Berdevkiya YEyê banga aramiyê kir û ji Hikûmeta Demkî ya Şamê xwest ji bo alîkariya mirovîn hêsantir bigihije maxdurên şer ên li Helebê, derfetan ava bike. Berdevkiyê diyar kir ew ji hemû aliyan dixwazin ku agirbesta hatiye ragihandin bê bicihanîn û ji Hikûmeta Demkî ya Şamê xwest demildest bi Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) re diyalogê pêk bînin.
