Berpirsiyara Organîzasyona Jinên Kurd a Rûsyayê Djuletta Aram têkildarî rola Rûsyayê ya di komployê de axivî û diyar kir ku avakirina yekitiyê ji kurdan tê xwestin û got ku bi avakirina yekitî û rêxistinkirinê deriyê azadiyê heta dawiyê vedibe
Kurd û dostên kurdan salvegera 15’ê Sibatê roja komploya navdewletî li Kurdistanê û gelek welatên cîhanê şermezar kir. Kurdên li Rûsyayê jî bi daxuyaniyan 15’ê Sibatê şermezar kirin.
Berpersiyara Organîzasyona Jinên Kurd a Rûsyayê Djuletta Aram, têkildarî rola Rûsyayê ya di komployê de û têkoşîna kurdên li Rûsyayê nerînê xwe anî ziman.
Berpirsiyara Organîzasyona Jinên kurd a Rûsyayê Djuletta Aram ewilî komplo û dewletên di nava komplo de cih girtine şermezar kir û wiha got: “Tê zanîn ku di nava dewletên di nav komployê de cih girtin de yek jê dewleta rûsan bû. Bêguman her dewlet ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî di nava komployê de cih girtin. Serok hatibû Rûsyayê jî. Lê li Rûsyayê rastî bêbextiyê hat û statuya siyasî nedan Serok. 23 sal derbas bûn. Wê demê dewleta Rûsyayê di milê aborî de di qeyranê de bû û ji bo berjewendiyên xwe gav avêtin. Wê demê gelê kurd zêde nedihat naskirin. Di nava çar dewletan de hatibû parvekirin. Di milê aborî de navbera tirkan û rûsan baş bû. Her çend gelek parlamenterên Dumayê (Rûsyayê) erênî nêzikî serok bûn jî lê dîsa biryara ku statuyê nedin Serok, dan.”
Çalakiyên li Rûsyayê
Aram têkildarî çalakiyên xwe yên li Rûsyayê jî ev tişt anî ziman: “Dema mirov li 23 salan binere. Em jî wekî kurdên li Rûsyayê, wekî hemû gelê kurd li ser piyan bûn. Di salên pêş de li Rûsyayê hemû çalakî, meş û mitîng qedexe bûn. Ji bo hemû gelan çalakî qedexe bûn. Dema derfet çêbû gelê kurd li hemû qadên Rûsyayê daketin qadan. Nerazibûnên xwe anîn ziman. Me her sal dosya amade kirin û şandin sefaretxaneyan. Her sal me li pêş sefaretxaneya Tirkiyeyê çalakî li dar xistin. Di aliyê diplomasiye de hevdîtinên me jî çêbûn. Lê dewleta Rûsyayê di her kêliyê de gavên ku davêje tenê ji bo berjewendiyên xwe davêje. Ji ber vê yekê jî bêtir bar dikeve ser mile gelê kurd û civaka me. Em çiqas dikarin ji vê demê re bibin bersiv.”
Yekitî û tifaq lazim e
Aram, li ser yekîtiya kurdan jî rawestiya û wiha got: “Niha li qada diasporayê ji kurdan çi tê xwestin? Berî her tiştî yekitiyek tê xwestin. Eger yekitî, tifaq û rêxistina me xurt be, wê demê em dikarin lobiyên li welatan xurt bikin. Em dikarin li van deran daxwazên xwe, êşên xwe bînin ziman.”
Berjewendiyên xwe esas digirin
Djuletta Aram li ser dîplomasiya kurdan jî rawestiya û wiha axivî: “Di milê diplomasiyê de hertim serlêdanên me çêbûn û di asta jorîn de hevdîtin pêk hatin. Lê rûs aşkera tînin ziman ku berî her tiştî berjewendiyên xwe esas digirin. Me ev yek bi çavên xwe dît. Dema Tirkiye êrîşî Efrinê kir, gelê vir û me bi hêrseke mezin çalakî pêk anîn. Hevdîtinên me di asta jor de pêk hatin. Min jî li ser navê jinên kurd ên li Rûsyayê cihê xwe girt. Me aşkera got ku dema pîlotek hat kuştin, rûsya pir aciz bû. Her kesî dît ku Erdogan serkêşiya DAIŞ’ê dike. Her tiştî aşkera kir ku têkiliya DAIŞ’ê û Tirkiye bi hev re heye. Ji bo rûsan dema pêwîst be, dikare Erdogan bike DAIŞ. Dikare ambargo jî deyne ser wê. Ev nîşan dide ku Rûsya tenê ji bo berjewendiyên xwe nêzî kurdan û Tirkiyeyê dibe. Hat ditin ku hemû dewlet tenê ji bo berjewendiyên xwe nêzî kurdan dibin. Ji bo vê yekê yekitiyek xurt, xebatek xurt û rêxistinek xurt lazim e. Divê em li Rûsyayê xwe bidin naskirin. Ji bo vê yekê divê em rêxistina xwe mezin bikin û xurt bikin. Divê em kifş bikin ku em kurd ne kurdên berê ne. Em girêdayî serokatiyê ne. Divê em bidin xuyakirin ku rastiya me û xeteke me heye.”
Nêzîkatiya Rûsyayê neguheriye
Djuletta Aram li ser nêzîkatiya Rûsyayê ya li dijî kurdan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Nêzîkatiya Rûsyayê ya li hemberî kurdan nehatiye guhertin. Di aliyê dîplomasiyê de tiştek nehatiye guhertin. Ji ber ku hêj li ser esasê berjewendiyên xwe nêzî meseleyê dibin. Em roj bi roj xwe di nava neteweyên din de didin naskirin.”
Li Rûsyayê ziman serbest e
Aram li ser rewşa zimanê kurdî ya li Rûsyayê jî rawestiya û ev tişt vegot: “Li Rûsyayê gelek millet û netewe hene. Di milê ziman û zagonan de tu pirsgirêk û qedexe tune ye. Rêxistin û dibistanên me yên ziman jî hene. Di vî milî de Rûsya tu astengiyan dernaxe. Komên me yên ji bo folklora zarokan hene. Di aliyê xebatên ziman û çandê de Rûsya tu astengiyan dernaxe. Pirsgirêk di me de ye. Pirsgirêka me ew e ku em tên hilandin.”
Pirsgirêk bi rêxistinî çareser dibe
Aram banga xwedîderketina li ziman û Ocalan li herkesî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî “Ji bo gelê me yê li Rûsya û hemû gelê kurd ez dibêjim bi yekitî û rêxistinî pirsgirêk çareser dibin. Em bi zanebûn û rêxistinî dikarin serokê xwe azad bikin.”