Endam û rêveberên saziyên sivîl, xizmetguzariyê, şênî û rûpsiyan, şêniyên bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê meşek girseyî pêk anîn. Girseyê pankartên “Bi şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê tune bikin” û wêneyên şehîdên di êrişên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan vekirin. Girseyê ji pêşiya Çerxerêya Delê dest bi meşê kir.
Meş li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Til Koçerê rawestiya. Li wir endamê rêveber ê Meclisa Bajarê Til Koçerê Salih El Keno anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker bi êrişên li ser binesaziya herêmê û navendên xizmetan de dixwaze gel birçî bike. El Keno diyar kir ku çawa li hember êrişên berê li ber xwe dan dê vê carê jî li ber xwe bidin, saziyên xwe ji nû ve ava bikin.
Endama Kongra Star a Til Koçerê Munteha Qeto jî got: “Em nahêlin dagirkerî vîna me bişikîne, em ê bi hevgirtina xwe destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.” Munteha Qeto, di dawiyê de durûtiya hêzên navneteweyî û bêdengiya wan a li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir.
Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.
Tirbespiyê
Bi heman armancên şêniyên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê jî meşek li dar xist. Şêniyan bi hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û QSDˈê û bi vekirina pankartên “Bi şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê tune bikin” ji pêşiya avahiya meclisa bajar dest bi meşê kir. Meş li kolana Tala rawestiya û veguherî mitingê. Li wir endama Kongra Star Necah El Qeso axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk şerê şoreşa gelên herêmê dike û hewl dide vîna wan bişikîne.
Necah got: “Em gelên herêmê hevgirtî ne û dê bi yekitiya xwe dagirkeriyê têk bibin.”
Hevserokê Nivîsgeha Perwerdeyê ya kantona Cizîrê Fesîh Hisên jî bombebarankirina binesaziya herêmê wekî berdewama komploya navneteweyî ya li dijî gelan bi nav kir û got, bêdengiya hêzên navneteweyî dihêle ku binpêkirinên xwe li ser gelan zêdetir bike.
Hisên wiha domand: “Ji destpêka şoreşê ve şerê gel ê şoreşgerî vebijêrka gelê herêmê bû. Gelê me têkoşîn û berxwedanê li hember dagirkeriyê, êrişan û siyasetên qirkirinê dimeşînin ta ku berxwedana bi serkeftinê tacîdar bikin û Sûriyeya demokratîk a hevgirtî ji tevahî sûriyeyiyan re ava bikin.