Di encama hewldaneke girîng û dîrokî de, cara yekemîn zanîngeheke Kurdî di sala 2026an de li Almanyayê tê vekirin û zimanê sereke yê zanîngehê dê zaravayên Kurmancî û Soranî be. Her wiha di warê zanistên civakî û endazyariyê de, li gel zimanê Kurdî, bi Almanî û Îngilîzî jî dê wane bên dayîn.
Di çarçoveya projeyê de, desteya damezrêner hatiye avakirin. Desteyên rêveberiyê gihiştine qonaxa dawî, tê pêşbînîkirin ku di sala 2026an de zanîngeh dest bi waneyan bike.
Wisa biryare ku ji bilî fakulteya bijîşkî, komek bernameyên berfireh yên lîsans û derçûnê pêşkêşî fêrxwazan bike û beşên xwendina Kurdî, wêje, zanistên civakî, endazyarî di pêşiyê de ne.
Proje, ji bo wan xwendevanên ku bi diplomaya amadeyî ya Kurdî li Rojava û Başûrê Kurdistanê bidest xistine dê bibe derfeteke nû. Piştî temamkirina pêvajoya daxwazkirinê û ezmûnan, xwendekar dikarin diplomayên xwe bidest bixin ku li welatê Almanya û di asta navneteweyî de bibandor û derbazdar be.
Cihê zanîngehê di heman asta saziyên din yên xwendina bilind li Almanya re be. Her wiha kalîteya akademîk digel standardên Almanya re diguncê. Yek ji armancên girîng û bingehîn yên zanîngehê, avakirin û pêkanîna Kurdiyeke hevpar a akademîke di navbera zaravayên Kurmancî û Soranî de.
Derbarê karê xwe de, Serokê Foruma Almanî-Kurdî (Deutsch-Kurdisches-Forum e.V.) Dr. Yûnis Behram balê dikêşîne ser wê yekê ku ev hewldan netenê projeyeke xwendina bilinde, ji bo Kurdên Ewropayê qonaxeke girîng ya akademîk û çandî ye. Ramanên damezrandina yekem zanîngeha Kurdî vedigere dema Şoreşa Rojava.
Serokê Foruma Almanî-Kurdî Dr. Yûnis Behram wiha got; “Wê demê gavên dibistana seretayî an perwerdeya Kurdî hebûn û di destpêkê de tenê bi ramana damezrandina peymangeha Kurdî li Almanya me dest bi karkirinê kir. Bi demê re ev fikir hate guhertin bo avakirina zanîngeheke serbixwe. Ji hemû aliyan ve piştgirî ji fikra me hatiye kirin û li gorî desteya damezrîner a zanîngehê heta dawiya sala 2026an amadekarî wê bên temamkirin û xwendevan ji bo zanîngehê bên wergirtin.”