22 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Yek ji rêwiyên rêya heqîqetê: Orhan Karaagar

Roj li me bûbû mêvan. Zarokên agir û rojê bang dikirin. Dîrok ji nû ve dinivîsandin. Careke din berê xwe didan hilatina rojê û dîsa bang dikirin; “Em tarîtiyê ronî dikin, em bargirê welatê ku ditirsiyan navê wê hildin ser zimanan e. Em hebûn, em hene, emê tim hebin…”

Û dîsa ger tarîtî serdestiyê li ronahiyê bike, wê gavê pênûsek bi hibra xwe diqelişîne perdeya tarîtiyê. Nivîsek dibe weke çeka herî giranbiha, pirtûk dibe tirs û xof di dilê xêrnexwazan de. Di destê zarokên agir û rojê de ye pênûsa bi hibra azadiyê; ew pênûsa ku di destê Orhan Karaagar û rêhevalên wî de wek ala heqîqetê li ba dibû.

Lêgerîna heqîqetê ne hêsan e ji bo zarokên agir û rojê. Ji ber ku gelek zilm û zordarî li pêşiya wan e. Lê ew vê rêyê wek rêyeke pîroz dibînin. Di vê oxirê de ger pêwistî bi fedayiya can be, dîsa jî texsîr nakin. Bi ser mirinê de jî diçin zarokên welatê min. Lewma ew leheng in, pakrewan in û sozdarê doza azadiyê ne. Orhan Karaagar jî yek ji van lehengên rêya heqîqetê bû. Ew bi sekna xwe, bi tevgera xwe, bi gotin û xebata xwe li dûv heqîqetê digeriya.

Orhan Karaagar belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê yê li Wanê bû. Di 19’ê çileya 1993an de, dema ku ji rojnameyê vedigeriya malê rastî êrîşê hat. Bi bêbextî hat qetilkirin.

Orhan Karaagar, di sala 1963yan de hatibû dinê. 30 salî bû, ji Wanê bû.  Diya wî li malê ji bo mezinkirina heft zarokan dixebitî, bavê wî di sala 1993yan ji malê çûbû û winda bûbû. Zext û zora dewletê hebû li ser bav. Careke din agahî jê nehate girtin.

Orhan Karaagar di Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî de du sal û nîv li Girtîgeha Amedê mabû. Piştî leşkeriyê, li Wanê di avakirina Komeleya Mafên Mirovan de (İHD) cih girt. Sala 1991ê dest bi xebata rojnameya Ozgur Gundemê kir.

Rojên ji agir û xebata Orhan

Gelê Kurd di rojên pir xeter de derbas dibû. Hem tekoşîn bi pêş ketibû, hem jî zor û zext û çewisandinên li ser gel zêde bûbûn. Bajarê Wanê yek ji wan bajaran bû ku tovên têkoşîna azadiyê nû lê dihat reşandin. Pê re zexta li ser civakê jî belav dibû. Herwiha hêzên tarî bi destê dewletê jî li ser kar bûn. Orhan, di demeke wisa de dest bi karekî girîng kiribû.

Ew kesekî di warê civakî û siyasî de hişyar bû. Li nava malbatê jî gelek dihat hezkirin. Ji xwişk û birayên xwe re wek hevalekî bû û piştî çûna bavê xwe wek bav û mezinê malê bû.  Mirov dikariya her tişt pê re biaxiviya. Wî hewl dida ku dilê tu kesan neşikîne. Bi van taybetmendiyên xwe bala derdora xwe dikişand. Di nava xebata xwe ya rojnameyê de weke mirovekî zîrek dihat zanîn. Ew rojnameya ku weke çekeke talûke dihat dîtin bi destê Orhan li tevahiya kolanên Wanê dihat belavkirin. Wî rastiya gelê xwe radigihand ji bo tevahiya welatiyan.

Orhan êdî hedef bû

Welatparêziya wî, kar û xebatên ku dikir, herî dawî xebata wî ya rojnamegeriyê di demeke nêzîk de ew kiribû hedef. Gelek caran dihate tehdît kirin, ne bes bû ew binçav dikirin hêzên dewletê. Beriya ku bê qetilkirin jî du caran hatibû binçavkirin. Nedixwest ku malbata xwe, heval û dostên xwe bixe nava fikaran. Lewma zextên li ser xwe zêde nedianî zimên. Malbata wî ji binçavkirina wî jî haydar nebûbû. Hefteyekî berî ku bê qetilkirin sê kesan ew şopandibûn, heta deriyê malê hatibûn. Ji bilî bi awayê xefkiri, herwiha bi awayeke aşkera jî polîsan ew hişyar dikir, digotin dev ji vê karî berde.

Di nava dost û heval û malbatê de jî fikar zêde dibûn. Dema jê re digotin xebata xwe bide rawestandin, an jî sist bike, wî bersiveke tund dida van fikaran û digot; “Ez dizanim ez ê bêm kuştin, lê eger ez nekim, ew neke, kî dê vî karî bike?”

Di wê demê de xebata herî zehmet mirov dikare bibêje karê ragehandinê bû. Ji ber ku dewleta faşîst ne dixwest kiryarên wê yên qirêj derkevin holê. Ji bo ku rastiyan di tarîtiyê de bihêlin serî li her rêbazên kirêt didan. Lê rojnamegerên kurd jî bi biryar bûn; wê rastî di tarîtiyê de nemana!

Tirsa kujeran a ji ronahiyê

Rûpelên dîrokê 19ê çileya 1993an nîşan dida. Li kolana Îkî Nîsanê bû. Ji kar derketibû ber bi malê ve diçû. Qatilên wî di kemînê de bûn. 6 kes bûn. Li ber avahiyeke nîvcomayî ew xistibûn xefikê. Dordora Orhan dorpêç kiribûn xwînrijên nepen. Bi awayekî tirsoke tev geriyabûn. Zanibûn Orhan zû bi zû teslîm nabe û meydanê ji çeteyên devbxwîn re nahêle. Lewma bi hejmareke zêde êrîş birin ser. Bi kêran laşê wî parçe dikirin. Her kêreke ku lê didan tirsa wan qatilan mezintir dikir. Hê jî jê ditirsiyan, hê jî xwe di ewlehiyê de hîs nedikirin. Orhan bi her bêhneke ku dida derdora xwe ronî dikir. Hilma wî kujer dixist nava fikaran, ew ji dest û lep dikirin. Ji tirsan, ew li wir hiştin û reviyan.

Orhan ji ber darbeyên kêr û xenceran bêzar bûbû. Bêhn ji canê xwe dikişand. Heta ew gihandin nexweşxaneyê can dabû. Orhan jî ketibû nav refên şehîdên çapemeniyê. Ala ku ji Apê Mûsa, Cengiz Altun û her şehîdeke/î beriya xwe girtibû dewrê şopdarên xwe dikir.

Bûyer di tariyê de hiştin

Piştî qetilkirina Orhan Karaagar, parêzerên rojnameya Ozgur Gundemê serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dan. Dihat xwestin ku kujerên wî bên dîtin. Berpirsên Emniyetê û Dozgerê Wanê xwedêgiravî soz dabûn ku dê kujer bên dîtin, lê hemû sozên wan pûç derketin. Ji ber ku qatilên Orhan diyar bûn. Ew bi destê hêzên tarî yên girêdayî dewletê hatibû kuştin. Jixwe piştî demekê ev rastî li ber çavan hate raxistin.

Derbarê kuştinê de navê îtîrafkaran Murat Îpek û Murat Demîr derbas dibû. Îpek û Demîr li gelek dezgehên medyayê bûyer vegotin. Gotin ku wê êvarê ‘Yeşîl’ bi navê kod Mahmut Yildirim ferman daye wan, lê karên wan ên din hebûne, Kadîr Karataş û hevalên wî kuştin pêk anîne. Digel ewqas delîl û îtirafî jî qatilên Orhan Karaagar bi awayekî fermî nehate dîtin û ev bûyer di tariyê de hat hiştin.

Lê çapemeniya azad serî ne tewand

Orhan herçiqas dildar û dilsozê têkoşînê bû, wî fedakariya xwe di çapemeniyê de jî nîşan dida. Ji ber ku xebata wî, xwedîlêderketina wî ya li rojnameyê gelek cuda bû. Digel gef û zextên dewletê gav bi paşve nediavêt. Lewma ew bûbû hedefa hêzên reş û tarî.

Orhan Karaagar, bi destên qatilên girêdayiyê dewletê hatibû qetil kirin. Ên ku ew kûştibûn, dixwestin ku çapemeniya azad bifetsînin, gelê kurd jî bê deng bihêlin. Lê hêviyên wan di qirika wan de asê man. Ji ber ku Orhan û hevalên xwe hîmê vê tekoşînê saxlem danîbûn.

Lewma mezin bû ev hêvî, lewma li çar aliyê welêt belav bû tekoşîna azadiyê, lewma dengê xwe gur kir çapemeniya azad.

Kujer û xwînrijên ku ji hêla dewletê ve dihatin bikaranîn Orhan ji nava dilê Wanê qut kiribûn. Lê bîr û bawerî û xeta heqîqetê ku Orhan jî ji xwe re kiribû şîar her tim li dinyayê ma. Kujeran nikaribûn vê rastiyê ji holê rakin. Jixwe piştî Orhan rêhevalên wî pênûsa wî ji dest girtin û li ser şopa heqîqetê meşa xwe berdewam kirin. Û Orhan jî spartin nava dilê bajarê Serhedê.