26 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Yek ji pêşenga şoreşa civakî: Zehra Berkel

Sara Ronî

Zehra Berkel heta ku di 23yê hezîrana 2020an de ji aliyê Dewleta Tirk ve hedef hate girtin wek Rêber Apo tim şopdarê xeyalên xwe yên zarokatiyê bû û di nav têkoşînê de bêwestan li ber xwe dida. 

Zehra Berkel di nava malbat, dost û hevalên xwe de bi taybetmendiyên xwe yên civakî, dilnizmî, berbirsyar, dispilîn, komunal û hevaltiyê dihat nasîn. Zehra Berkel di sala 1987an de li gundê Berxbotanê yê başûrê Kobanê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû. Di zarokatiyê de ji ber rewşa malbatê ya aborî nebaşbû gelek zehmetiyan dikişîne. Dayika wê Xalîde Sincar bi zor û zehemetî ew mezin kiriye û gihandiye asta ku karibe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Kobanê temamkir. Dema Şoreşa 19ê Tirmehê dest pêkir li Zanîngeha Helebê Beşa Hiqûqê dixwend. Bi berpirsiyarî tevgeriya û tev li şoreşê bû. Hê dema ku Rejîma Baasê li Kobanê bû wê demê jî li gel xwendina xwe kar û xebatên jinan bi awayekî veşartî dimeşand. Di malê de dayikên temen mezin fêrî xwendin û nivîsandinê dikir û pênc salan mamosetî kir. Ji bo hemû jin bigihijin azadî û mafên xwe her tim di nava lêgerîna heqîqetê de bû. Pêvajoya şoreşê jî di gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de cihê xwe girtibû.

Despêkê xebata Mala Jinê

Zehra Berkel a weke jineke çalak dihat nasîn, bi şoreşa rojavayê Kurdistanê re bi biryar û daxwezeke mezin beşdarî nava xebatê dibe. Di 2012an de dest bi xebatên Mala Jinê dike û piratîka xwe ya yekê ya beşa hiquqê li wê dide meşandin. Ji bo ku dadweriya li gorî rêgezên xweseriya demokratîk pirsgirêkên civakî çareser bike dikeve nava lêkolînan û li ceribandinên şoreşên civakî yên cîhanê dinêre. Her ku merheleyên şoreşên civakî yên weke ceribandin cihê xwe di dîrokê de girtine dixwend zêdetir heskirina wê ya xebatê çêdibû û li gorî wê bi pirsgirêkên civakî yên derdiketin pêşiya wê re mijul dibû.

Xebata Heyva Sor a Kurd

Ji dadweriya civakî ber bi xebatên tenduristiyê ve gav bi gav xwest li gorî pêdiviyên civakê ji derdê wan re bibe derman. Di 2013an de derbasê xebata Heyva Sor a Kurd bû û vê carê jî di qada tenduristiyê de ket nava lêgerînan. Car din serlêdana wê di ceribandinên şoreşên cîhanê de xebata tenduristiyê bû ku wan çawan di bin dorpêça deshilatdaran de xebata tenduristiyê meşandine û pêwîstiyên civakê yên tenduristiyê dabîn kirine. Di qada cengê de çawan wê bikare dermanan peyda bike. Li rêyên çareseriyê digeriya û bi lez di nava çareseriya piratîkî de hinek tecrûbe dihatin girtin û piratîzekirin. Ji xwe şoreş hinek jî xebata piratîkî ya bi lez zêdetir dike û pê re jî tecrube dide qezenckirin. Hemû beşên xebatê dikeve nava lezeke bêeman ku ew jî temam kirina şoreşê ye. Piştî mirina bavê xwe berpirsiyariya malê jî digire ser milên xwe.

Li konên koçberan digeriya

Beriya şerê Kobanê bi du mehan Zehra û malbata xwe ji ber sedemên aboriyê berê xwe dane bakurê Kurdistanê û ji bo debara xwe li wê dest bi karê çandiniyê kirin. Dema Zehra derbasî bakurê Kurdistanê bû li wê jî dest ji rêxistinkirina jinan berneda.

Di sala 2014an de dema şerê giran ê hêzên YPG û YPJê li hemberî DAIŞê ku weke berxwedana Kobanê tê pênasekirin û wijdana hemû şoreşgerên cîhanê xistî tevgerê de bi koçberan re derbasê aliyê din ê serxeta welatê xwe dibe. Di nava konên koçberiyê de ji jinên ku binxet li pey xwe hêlabûn û weke derbasê cîhanek dinê bûne rastî zimanek biyanî yê pê nizanin leşker û polîs bi acizî zimanek bi wan re daxivî wan pê nedizanî û nedizanî çî ji wan re dibêjin ji jinan re dibû alîkar û bi aramî li wan guhdarî dikir. Xwedî berpirsiyarî bû û di her deverê de ji xwe re kar peyda dikir. Ji ber we sondxwariya hemû jiyana xwe di ber xebatên welatê xwe de bimeşîne bû ji ber wê jî timî di nava herikbariyê de bû û rawestan ji wê re nebû. Wê janên welatê xwe dizanî û dixwest ji wan re bibe derman.

Endama Dîwana Meclisa Edaletê

Di navbera salên 2015-2016an de cardin derbasê qada xwe ya despêkê ya xebatên dadweriyê bû û di Dîwana Meclîsa Edaletê ya Rêveberiya Xweser de cihê xwe girt. Jixwe kelecana xwe ya xebata despêkê li vê qadê derbaskiribû ji ber wê timî ji wê re ev qad cuda dihat û heskirina wê ya li hemberî vê qadê hebû. Hem di zarokatiyê de xeyala wê bû û li ser xeyala xwe mezin bû ku weke gotina Rêber APO ya dibêje: “Min îxanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir.” Zehra jî hiqûq xwend û li peyî parêzvaniya welatê xwe yê di her dem û dewranê de mafê wan hatî xwarinbû ku hemû hêza xwe dida vê xebatê.  Di navbera qanûn û kevneşopiyan de bingeha edaleta civakî danî ku li pey wê jî her roja çû qat bi qat xebata xwe fireh kir.

Hevşaredara Kobanê

Ji Meclisa Dadweriyê vê carê jî derbasê xebatên şaredariyan dibe. Di sala 2017an de weke hevseroka Şaredariya Kobanê dest bi xebatê dike û heta sala 2018an dewam dike. Jixwe sala 2014an di nava koçberên di dema şer giranbûyî ji Kobanê derketî de xebat kiribû û hemû malbat yek bi yek dinasî û li çîrokên jiyana wan û koçberiya wan guhdarî kiribû ji ber wê jî welatiyên Kobanê bi hatina wê ya nava xebata şaredariya Kobanê kêfxweşbûn. Bêyî ku dem derbas bike hema ket nava piratîka ji nû ve avakirina Kobanê û ji derve piştevaniya ji bo avakirina bajêr da despêkirin. Hem civak ji nû ve ava dikir hem jî bajar her du xebat bi hev re dida meşandin.

Di sala 2018an de Kongra Star Konferansa xwe ya 8emîn li Kobanê li dar xist. Di encama hilbijartinan de Zehra weke Endama Koordînasyona Kongra Star a herêmê hat hilbijartin û perwerdeya birdozî li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li bajarê Rimêlanê dît.

Herî dawî jî Koordînasyona Kongra Star bû û heta henaseya xwe ya dawiyê bêwestan bi kelecana roja despêkê kar kir û ji xizmeta civaka xwe hez dikir. Dikarî bi rojan li ber jinek a derdgiran rûne û li çîroka wê guhdarî bike. Di ber de jî li rêyên çareseriyê digeriya û teqez bêbersiv nedihêla. Ji ber wê bû hemû jinên wê nasîn bi hêviya çareserkirina pirsgirêkên wan derdê xwe pêre par dikirin. Her ku ew didîtin digotin êdî pişta me rast e em dikarin bi rehetî bipeyîvin û bersiva xwe bidin. Zehra Berkel di tevger û xebatên xwe de heta dawiyê ji bo azadiya jin û civakê dilsoz bû. Di her nirxandin û axaftineke xwe de behsa êrîşên li ser jin dikir û çawa têkoşînê jî dianî ziman.

Zehra ne tenê di Koordînasyona Kongreya Star de bû di heman demê de karê Mala Jinê û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan jî dikir. Du salan bênavber kar û xebatên Kongreya Star bi awayekî rêxistinî dida meşandin û xwedî li hemû jinan derdiket. Her tim pirtûkên girêdayî azadiya jinan û parêznemayên Rêber Apo dixwend. Ji bo pêjdebirina hevsengiya zayendî û hevjiyana azad nêrînên Zehra her tim der barê perwedekirina mêran de hebû. Li gorî pêdiviyan li cihê ku lê kar dimeşand li ser hev du dewreyên perwerdê yên mêran vekir.

`Em ê rêxistinê xurt bikin`

Beriya şehadetê bi çend rojan Zehra di hevpeyîvîna xwe ya bi nûçegihana ajansa JINNEWSê Dilûcan Bozî re ya der barê kuştinên jinan de nirxandinên giring dike. Zehra di nava axaftinên xwe de behsa kiryarên Dewleta Tirk ên li ser jinan bi vî awayî tîne ziman: “Di encama êrîş û gefên dewleta Tirk ên li ser herêma me de, rojane jin hedef tên girtin, lê dewleta Tirk çiqasî hewlda ji bo tunekirin an jî teşhîrkirina rêxistina jinan nîşan bide jî wê nikaribe projeya xwe bi ser bixe. Em ê bi têkoşîna jina azad rêxistina jinan xurtir bikin. Di xwedîderketina li mafê jinan de em kêm man, em weke rêxistina Kongra Star rexnedayina xwe didin jinan.”

Dewleta Tirk di 23yê hezîrana 2020an de bi SIHAyan êrîşî mala Emîne Weysî ya ku li gundê Hêlincê ye kir. Di encama êrişê de endama Koordînasyona Kongra Starê Zehra Berkel ve Hebûn Mela Xelîl jiyana xwe ji dest da.