Li gorî nûçeya AFPê, berdevkê Serwîsa Têkiliyên Derve yên YEyê Anour El Anouni di daxuyaniya xwe roja îro de diyar kiriye ku Yekîtiya Ewropayê bang li aliyên şer û pevçûnan kiriye ku nehêlin rageşî zêdetir bibin û ewlehiya gelê sivîl were dabînkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku YE, girêdayî peymana 10ê Adarê ya di navbera rayedarên Sûriyeyê û HSDê de ya têkildarî entegrasyona saziyên rêveberiya xweser a ji bo avaniya dewleta nû ya Sûriyeyê, piştgiriyê didin lêgerînên ‘çareseriyeke aşitiyane û demokratîk’.
Herwiha hat ragihandin ku tê payîn Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa roja înê seredana Şamê bikin.
