6 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Yê fedî neke kêf kiriye

Hasan Hemkê

Bi rastî jî wekî ku ereb dibêjin kesên ku ji xwe fedî nekin kêf dikin. Kesên rûşûştî, durû û duziman, xwefiroş û bêşexsiyet ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî dikarin her tiştî bikin. Mixabin di nava kurdan de gelek mînakên wiha hene.

Yek ji wan jî helwest û nêzîkatiyên rayedar û berpirsên ENKS’ê ne. Ew jî gelek in û ji bo nivîsa me dirêj nebe. Em ê li vir behsa Fûad Elîko, Abdulbasit Seyda, Abdulhekîm Beşar, Kamîran Haco û gelekên din nekin. Em ê îro tenê behsa Ibrahîm Biro bikin. Bi rastî jî ji ber rûreşî û bêbextiyên wî zêde ne em nikarin behsa tevan bikin. Tenê ez ê ji we re behsa rûreşiya wî ya dawî bikim. Ibrahîm Biro piştî hevdîtina bi rayedarên Amerîkayê re ew bi devê xwe wiha dibêje: “Me giliyê PYD û rêveberiya xweser kir û me got ew zimanê kurdî li ser gelên herêmê ferz dikin.”

Îca bêşîrove û bêlome û hesab li cem we, hema hûn şîrove bikin. Ez bi xwe tiştekî nabêjim tenê min gotinên wî bi we re parvekirin û hesabxwestin li ba we. Tenê ev meseleya ereba hat bîra min bi rastî jî kesên ku ji xwe fedî nekin kêf kirine. Bêguman ew li gorî wan kêf e, lê em navekî din li wê kêfê dikin ew xwefiroşî û nokorî ye.

Hêjayî bibîrxistinêye; Hesen Xeyrî di sala 1922’yan de alîkariya daxwazên Mustafa Kemal kir û li Lozanê got ku ‘hewcedarî bi parastina mafê kurdan tune ye û ew naxwazin ji Tirkiyeyê cuda bijîn’.

Piştî wê Mustafa Kemal di 1922’yan de jê dixwaze ku bi cil û bergên kurdî biçe meclisê.

Paşê di sala 1925’an de di dema serhildana Şêx Seîd de ji alî dadgeha Şark Îstîklalê ve cezayê darvekirinê lê hate birîn ji ber ku di sala 1922’yan de bi cilên kurdî tev li meclisê bibû û di 23’yê mijdara1925’an de hat darvekirin…