Bi sedan malbatên Êzidî yên ku li kampên Dihok û Zaxoyê bi darê zorê dihatin girtin û nehiştin vegerin Şengalê, ji bo ku xwe ji êrîşan biparêzin, vegeriyan Şengalê. Ji ber PDK 3’yê Tebaxa 2014’an civaka Êzidî neparast û di nava DAIŞ’ê de hişt, bû sedema bihezaran kes ji Şengalê koçê deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê bikin. Bi salane tevî ku gel dixwaze vegere ser cih û warê xwe jî, PDK bi hinceta ku ‘Şengal ne arame’ vegera gel asteng dikir. Di 9’ê tebaxê de li mizgeftan di xutbeyan de dîsa gef li êzidiyan hat xwarin. Têkildarî mijarê Siyasetmedar û diplomata kurd Feleknas Uca nirxandin kir.
Siyasetmedar Feleknas Uca, anî ziman ku 10 sal berê di 3’ê tebaxa 2014’an de li dijî civaka êzîdî ferman pêk hat û wiha got: “Di 10’emîn salvegera fermonê destpêka tebaxê de careke din lîstikan kûr dikin. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê û Bexdeyê, lîstikên dubarekirina nû ya li ser civaka êzîdî heye. Ev bûyerên li ser şengalê diqewimin ne nû ne. Ji 2014’an heta niha her tim li ser şengalê biryarên cuda hatine girtin. Beyî vîna civaka şengalê peymanan îmze dikin. Di navbera Bexda û Hewlerê li ser Şengalê peymanan îmze dikin û li welatên cîhanê Lobiya wê dimeşînin. Ev geşedanên dawî ne ji rêzê ne.”
Dixwazin çeteyên DAIŞ’ê efo bikin
Siyasetmedar Feleknas Uca, anî ziman ku di 10’emîn salvegera fermanê de li Parlamentoya Iraqê dixwazin ji bo çeteyên DAIŞ’ê zagona efoyê derxin û wiha lê zêdekir: “Hişmendiya ku dema çeteyên DAIŞ ketin Mûsilê ji wan re digot ‘Şoreşger in’ niha heman kes li Parlamentoya Iraqê dixwaze zagona efoyê ji wan re derxin. Dixwazin fermona li ser êzîdiyan nûjen bikin. Eger îro tiştek bê serê civaka êzidiyan, berpirsiyarê vêyekê hikûmeta Başûr û hikûmeta Navendî ya Iraqê ye.”
Qedexeya PADÊ ne tesadufî ye
Siyasetmedar Feleknas Uca, diyar kir ku di 10’emîn salvegera komkujiya Şengalê de PADÊ qedexe dikin û ev ne tesadufî ye û wiha lê zêde kir: “PADÊ partiyek êzidî ye. Piştî fermanê ava bûye. Li gorî zagonên Iraqê hatiye avakirin. Ev partî tev li hilbijartinan bûne. Tifaq çêkirine. Li Bexdayê hevdîtin kirine. Li gori zagonan tev digere. Lê îro bi awayekî hêsan PADÊ qedexe dikin. Em tev dibînin ku demek dirêj e têkiliyên Tirkiyeyê li ser siyaseta başûrê Kurdistanê zêde dibin. Bi vê yekê re rêxistinkirina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zindî dibe. Çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên din li dora Amediyê û Behdînan û deverên din bi cih dikin. Ev hemû bi têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û hikûmeta Başûr ve girêdayî ye.
Hişmendî dîsa xwe zindî dike
Ew hêz û hişmendiya ku dema li pêşiya çavê dewletên cîhanê ev ferman pêk hat, rê li pêşiya vê fermanê negirtin, îro careke din, bi nijadperestî û olperestiyê êrîşî nirxên êzidiyan dikin. Civaka êzidî di nava metirsiyeke gelek mezin de ye. Kampên êzidiyan ên li Başûrê Kurdistanê dê bihatana girtin. Demek dirêje bûye hedef. Xeteriyek mezin li ser civaka êzidî heye. Di fermana 2014’an de dema çeteyan êrîşî Şengalê kir, êzidiyan her tiştên xwe hişt û tenê canê xwe xelas kirin. Niha em careke din dibînin ku ew kesên ji ber çeteyan revîyabûn û li kampan bicih bûbûn, careke din, ji bo canê xwe xelas bikin her tiştê xwe dihêlin û berê xwe didin Şengalê. Ji ber ku di bin metirsiyekê de dijîn. Di Xutbeya Înê de dîsa civaka êzîdî hedef hatin girtin. Êrîşên li ser DAIŞ’ê zêdetir bûn. Hişmendiya DAIŞ’ê dîsa zêde dibe.”
Serê xwe dan lê sirrê xwe nedan
Civaka êzidî dijminantiya tu olan nekiriye û nake. Ev olê êzdatiyê bi 74 fermanan re rû bi rû ma. Serê xwe da, lê sirê xwe neda. Ji ber vê yekê her tim rastî êrîşan tê. Hêj me birînen Şengalê derman nekiriye, dixwazin birînek din vekin. Xeteriyek mezin û êrîşên mezin li ser Şengalê heye. Ji bo vê yekê divê em bang li hemû gelê Kurdistanê bikin. divê em destûr nedin listikên li ser êzidiyan. Ji ber ku hêzên lîstikan amade dikin dixwazin fermana Şengalê berdewam bikin. Dixwazin baweriyên li herêmê bidin şerkirin. Dewleta tirk jî dixwaze xwe li wê herêmê bi cih bike. Nêzî 100 gund hatine valakirin. Ev mirovên gundên xwe vala kirine bi kuve diçin. Ev plan hemû bi hev ve girêdayî ye. Dixwazin fermanek nû li ser civaka êzîdî pêk bînin.”
Yên me biparêzin çiyayê Şengalê ye.
Siyasetmedar Feleknas Uca, da zanîn ku yê wan ji fermanan û êrîşan biparêze Çiyayê Şengalê ye û wiha lê zêde kir: “Çiyayê Şengalê malovanî ji civaka êzîdî re kir. Ew kesên ji ber fermanê reviyan û di çadiran de dijîn, 10 sal borîn lê hêj di çatiran de dijîn. Dewletê karibû ji bo wan xaniyan ava bike. Lê ev nekir. Ev mirovan pir xemgîn dike.”
Îro li ser axa Kurdistanê jî dibin penaber
Siyasetmedar Feleknas Uca, destnîşan kir ku li gorî agahiyên wan girtin, bi hezaran kes ji kampan derketin û terka kampan kirine û wiha axivî: “Her kesî berê xwedane Şengalê. 2-3 malbat hatine li malekê bi cih bûne. Lîstik dîsa li ser civaka êzîdî zêde dibe. Divê em destûr nedin van lîstikan. Dixwazin olperestiyê pêş bixin û olan bi hev bidin şerkirin. Di çend rojên dawî de civaka êzîdî hedef tên girtin. Êzîdî dê bi kuvei biçin? Êzîdî ji Şengalê koçber bûn. Diçin ewropa wan ji Ewropa dersinor dikin. An jî dema diçin Ewrpa di deryayê de dixeniqin û dimirin. Îro êzîdî li ser axa Kurdistanê dibin penaber. Ev êşek mezin e. Eger li herêma Başûrê Kurdistanê ku bi taybetî PDK partiya yekemîn e, eger nikaribe civaka êzîdiyan biparêze, ev pirsgirêkek mezin e. Em dizanin bi navê olî niqaşan pêş dixe. Di qewlê êzidiyan de dibêje ‘Dema te xêrek kir, xêra xwe dîne ser kevirekî û pişta xwe bide wê. Nepirse ji kîjan olî û kijan îmanê ye. Civaka êzîdî her tim ji hemû olan re rêz girtiye. Lê em dizanin rola PDK’ê jî di nava hişmendiya DAIŞ’ê dae heye. Ji ber ku dema di fermanê de DAIŞ’ê êrîş kir, bi hezaran pêşmerge ji Şengalê derketin û Şengal neparastin. Bûn sebeba komkujiya êzidiyan. Em îro dibînin ku di xutbeyan de gef li êzidiyan tê xwarin, lê hikûmet û ragihandina wan bêdeng e. Em bi gelek fermanan re rû bi rû man. Her tim ji bo em baweriya xwe û axa xwe biparêzin, me li ser vê axê têkoşîna xweberdewam kiriye. Divê ji niha û şûnde jî çi dibe bila bibe em têkoşîna xwe berdewam bikin. em li axa xwe Şengalê vegerin. Em li dijî hemû êrîşên nijadperest û olberest li ber xwe bidin. Îro Xweseriya Şengalê ya Azad nîşanî me dide ku civaka Şengalê dikare xwe bi xwe biparêze. Dikare xwe bi xwe, xwe bi rêve bibe û bibe bersivê hemû êrîşan.”