12 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

YBŞê tometên artêşa Iraqê red kir: Li pey fitneyê ne!

Piştî teqîna bi gûman a şevê din ku artêşa Iraqê ji xwe re kir hêcet û kete tevgerê, fermandariya YBŞê diyar kir, hinek alî li pey dirûstkirina fitneyê û reşkirina YBŞê ye û ev hate gotin: “Em ew tohmetên bê bingeh ên ji bo me têne dirûstkirin red dikin. Armanc reşkirina hêzên me û sî xistina li ser rewatiya hêzên me ye.”

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), li ser hinek bûyerên bi gûman ên van demên dawiyê li navenda bajarê Şengalê rû didin û tohmetên hêzên Iraqê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hinek alî li Şengalê li pey fitne û têkdana aramiya Şengalê ne.

Têkildarê bûyer û hinek teqînên bi gûman ên li navenda bajêr çêbûne di daxuyaniya fermandariya YBŞê de wiha têgotin: “Di van demên dawiyê de hinek hewldan hene dixwazin rastiyan berovajî bikin û fitneyê derbixin. Em bi awayeke tund van tohmet û senaryoyên hinek alî dixwazin ji bo me çêbikin, red dikin.”

Li ser agahiyên der barê YBŞê de di hinek ragihandinên Iraq û herêmê de belav bûne jî fermandariya YBŞê wiha got: “Der barê me de di ragihandinê de hinek îdîa belav bûn û xwestin hinek bûyer bi me ve girê bidin. Em dibêjin, ev îdîayên di ragihandinê de belav bûne dûrî rastiyê ne.”

Li ser hewldanên derxistina tevliheviyê li Şengalê de jî fermandariya YBŞê diyar kir, tenê xizmetê ji hinek ajandayên dixwazin aramiya Şengalê têk bidin re dike û wiha dirêje bi daxuyaniyê hat dayîn: “Ev îdîayên dûrî rastiyê, tenê xizmetê ji ajandayên bi gûman ên dixwazin ewlehî û aramiya Şengalê têk bidin re dike.”

YBŞê da zanîn bi van tohmet û agahiyên dûrî rastiyê dixwazin sî bixin ser têkoşîna wan a rewa û ev peyam hat dayîn: “Hewl didin têkoşîna me ya rewa û mafdar reş bikin û guman bixin li ser prensîb û pîvanên me.”

Fermandariya YBŞê da zanîn ew weke mertalên zindî yên hemû gelên Şengalê ne û dê wisa jî bimînin. Di beşa dawî ya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em carekî din dûbare dikin, êm mertalên zindî yên ji bo parastina gelê xwe yê Şengalê ne. Em bang li herkesi dikin hişyar bin û nekevin bin bandora agahiyên şaş û tohmetên bê bingeh ku dixwazin fitneyê çêbikin.”

Hêjayî bibîrxistinêye, şeva borî di saetên dereng de li sûka kevin a Şengalê teqînek ku sedema wê ne hate zanîn û bi gûman çêbû. Artêşa Iraqê jî veya ji xwere kir hêcet û careke din Şengalê milîtarîze kir û hinek ragihandinên Iraqê jî xwestin veya bi YBŞê ve girê bidin.