Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), der barê êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ku di saetên danê sibehê de li Şengalê pêk hatibû de daxuyaniyeke nivîskî da. YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di êrîşê de fermandarên wan Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûne û şervanekî wan jî birîndar bûye.
YBŞ’ê, destnîşan kir ku dema fermandarên wan xwestine bi şervanekî xwe re biçin şîna du ciwanên êzidî ku duh hatibûn kuştin êrîş li wan hatiye kirin.