Nivîskarê girtî Yaşar Aslan ku di 15’ê çileya sala 1993’yan de hê 20 salî bû li Nisêbînê hatibû girtin, piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê tehliye bû. Duh ji Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara Tîpa F’yê ya Jimara 2’yan hatibû berdan. Divê beriya 6 mehan bihata berdan lê berdana wî hatibû taloqkirin.
Aslan û ferdên malbata xwe îro ji Stenbolê bi balafirê hatin Mêrdînê. Malbat û xizmên Aslan, endam û rêveberên MED TUHADFED’ê jî di nav de bi girseyî bi gul û kulîlkan hat pêşwazîkirin.
Kêfxweşî û xemgînî
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî di nav de girseyê Yaşar Aslan bi têlîlî û çepikan pêşwazî kir. Welatiyan yek bi yek Aslan hembêz kirin. Di kêliya pêşwaziyê de Aslan, hin xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê xemgîn bûn. Lê di pêşwaziyê de jî kêliyên kêfxweşiyê derketin holê.
‘Em bi we serbilind in’
Aslan li ber balafirgeha Mêrdînê daxuyaniyek kurt da û spasiya kesên eleqe nîşanî wî dane kir. Aslan anî ziman ku kesên wî pêşwazî kirine wî şanaz û kêfxweş kirine û got: “Serê me bi we bilind e. Ez bi we kêfxweş im. Min duh jî got, li girtîgehan pirsgirêk pir zêde ne. Hevrêyên me li girtîgehan li benda we û gelek tiştan e. AJi bo girtiyan çi ji destê kê tê , were kirin dê ji bo wan baş be. Hûn hemû bi xêr hatine û ser çav û seran hatine.” Piştî pêşwaziyê Aslan û şandeya pê re bi karwanê wesayîtan berê xwe dan Nisêbînê.