Trajediyek wisa ye ku komkujiya Şengalê bi navê ol û Xweda pêk anîn û hîn jî tînin. Yan tê ji me bî yan tê nejî bi vê hişmendiyê nêzîkî vê civakê bûne û ev weke sedema rewakirina komkujiyan bi hezaran salan hatiye pejirandin
Civaka Êzdîxanê xwedî çandeke xwe dispêre felsefeya exlaqî, polîtîk ya Zerdeştê Kal, baweriyeke ku bi hezar salan li ser koka xwe bi çand, bawerî û hebûna xwe neslê xwe domandiye. Weke gel û baweriyek resen a Rojhilata Navîn hebûna xwe daye berdewamkirin. Li hember olên yekxwedayî û baweriyên cûda hertim ketiye nava refleksa xwe parastinê, bi hezar salan di nav xwe de girtî mane û têkiliyên bi gelên cûda re qut kirine.
Hêzên hegemonên cîhanê polîtîkayên parçebike bi rê ve bibe, çandên qedîm ên Rojhilata Navîn ji holê rakirin û weke mirovahî ji wan despêkiriye danenasandin. Ji bo vê jî çeteyên talanker yên weke El Nusra, El Qaîde, Talîban û herî dawî jî DAIŞ ava kirin û ev planên wan ên serek bûn. Bi avakirina van çeteyan çand û dîroka gelên kevnar ên vê herêmê talan kirin û hewl dan ji holê rakin.
Gelê Êzdîxanê yek ji wan gelan e ku bi ruhî, çandî û fîzîkî 74 caran di fermanan dehatin derbaskirin. Li ser her bihostek xaka Şengalê gorên komî hene. Ev gel ji ber bawerî û çanda xwe ya resen taybet in û ji ber baweriya xwe ya qedîm hertim komkujî li ser hatiye meşandin. Trajediyek wisa ye ku ev komkujî bi navê ol û Xweda pêk anîn û hîn jî tînin. Yan tê ji me bî yan tê nejî bi vê hişmendiyê nêzîkî vê civakê bûne û ev weke sedema rewakirina komkujiyan bi hezaran salan hatiye pejirandin. Bifikirin ku her roj bi fikra ji derveyî me herkes dijminê me ne û qetla wan helal e dijîn. Gelo mirov çiqasî dikare jê re bêje jiyane, ji aliyê kesên ku bawer dikin hemû heyînên li ser rûyê erdê ji aliyê Xweda ve hatine dayîn ve beşek ji wan evdên ku dibêjin Xweda ew jî dane bi navê Xweda wan qetil dikin. Ligel êrîşên dibin navê ol û baweriyan de tên meşandin, êrîşên modernîteya kapîtalîst ku dijminê pir rengî û pir çandiyê ye jî tu deman li ser vê civaka qedîm û resen a Mezopotamyayê kêm nebûne. Tirsa herî mezin a dewletên xwedî fikra homojen kozmopolîtîkbûna gelan e.
Li gorî Iraqê, bajarê Şengalê dikeve xeta bi nîqaş. Ji aliyê erdnîgarî ve çiyayê Şengalê dikeve navbera hêla (42-41) Rojhilat û (35-36) Bakur. Her wiha li hinda çiyayê Şengalê, çiyayê Evdilezîz li başûr rojavayê Hesekê ye. Şengal bi wî çiyayî re wek yek zincîra jeolojî tê naskirin. Erd û zeviyên wê li ser çar navçeyên sereke belav bûne û rêjeya wê wiha ye; Beac= 9 hezar û 172 km2, Tilefer= 4 hezar û 453 km2, navenda Şengal= 2 hezar û 928 km2, Elheder= 9 hezar û 378 km2. Bi vê firehiyê devera Şengalê ji herdu dewletên Qeter û Libnanê mezintir e û çil caran ji berfirehiya dewleta Behrênê jî mezintir e.
Parçekirina Şengalê
Bi kurtasî, dîroka parçekirin û dorpêçkirina devera Şengalê ji sê qonaxên sereke pêk tê: Yekemîn; serdema yekemîn ku herêma Şengalê ji herêma Botanê hate veqetandin. Her wiha ji çiyayê Evdilezîzê ji rojavayê Kurdistanê hat birîn ango piştî parêzgeha Mûsilê bû beşek ji dewleta Iraqê. Duyemîn; dema ku Parêzgeha Dihokê di sala 1969’an de hat damezrandin, beşeke Şengalê bi Mûsilê ve ma û ji deverên Behdînan hat veqetandin. Sêyemîn; piştî wan salan zeviyên devera Şengalê li ser gelek navçeyan hatin belavkirin.
Piştî vê parçekirinê, komkujiyên li ser Şengalê pêk dihatin ji nû ve xistin meriyete. Pêngava herî mezin a qirkirina gelê êzidî di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê plan kirin. Bi vê êrîşê re xeleka mirinê li dora Şengalê hate pêçan û qêrînên mirinê ji çiyayê Sîncarê olan dida. Bi hezaran jin hatin revandin, li bazaran hatin firotin û hatin şewitandin, zarok û extiyar ji ber tî û birçî man jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran pêşmerge û leşkerên Iraqê di yek rojê de ew terkî mirinê kirin herkesî destê xwe ji wan kişandin. Şengal bi desten gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê rizgar bûn. Her civakek ku ne xwedî xwe û vîna xwe be mehkûmê bindestî ye û ji cewherê xwe dûr dikeve. Civaka êzidî ku piştî Fermana 74’an xwe komî ser hev kir û xeta Rêber APO ya sêyem ji xwe re weke rêya rizgariyê dît. Bi avakirina hêzên cewherî yên YBŞ û YJŞ’ê, avakirina meclîs û komînan pergala xwe ya xweser ava kir. Bi desten xwe birînên xwe yên salan pêçan û bi xwe bûn parêzvanên hebûna xwe.
Netewdewletên dijminê vîna gelan cardin çavê xwe berdan Şengalê. Di sala 2014’an ve bi êrîşên cur be cur dixwazin cardin tên bin desthilatdariya xwe. Li kêleka êrîşên hikûmeta Iraqê her roj dewleta tirk bi balafirên bêmirov êrîşî berpirsên leşkerî û rêveberên gel ên sivîl dike. Ji bo pêkanîna sînorên Mîsakê Mîllî û pergala Xelîfetî, padîşahtiyê Şengalê ji xwe re weke astengî dibîne. Bi taybetî pergala xweseriyê dike hedef. Li ser Şengalê hesabên xeyalên Hîlala Tirkmen û Şîan jî tê kirin. Îran dixwaze li ser Iraq welatên Kendavê, Sûriye û Lubnanê serweriya xwe bide avakirin. Bi vê hîlalê, Tirkmen jî ji çiyayê Kurmênç ê Efrînê, Kobanê, Qamişlo, Reqqa, Dêrik, Tilefer, Şengal Rebîa, Mûsil, Kerkuk, Silêmanî, Hewlêr û Dihokê xwe bigihîne sînorê Azarbeycanê. Ji bo van sînoran bi digihînin hev, van hêzan xwedî girîngiyek jeopolîtîk û stratejîk dibînin. Ji ber vê yekê jî îro ev hersê dewletên Peymana Lozanê di çaryeka dawiya sedsala 21’an ango bi encamkirina Lozanê re lez û bez ketine nava hesabên bi destxistina sedsalek din jî ku bikarin dagirkeriya xwe ya li ser Kurdistanê didin meşandin.
Gelê êzidî tama azadiyê girtin
Dema em van hemû xalan di ber çavan de derbas dikin, bêguman Xweseriya Şengalê weke kelemeke li pêşiya pêkanîna planên wan e û têkbirina xeyalên dagirkirina Kurdistanê ye. Ji bo vê jî di 9’ê Cotmeha 2020’an de peymanek ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi hevkariya Tirkiyeyê û mala Barzanî hate amadekirin. Li gorî vê peymanê bi hêza leşkerî xwestin destwerdanê li pergala civakî ya Şengalê bikin. Bi vê re jî hewl dan pergala li wir parçe bikin û cardin herêmê bixin bin dagirkeriya xwe. Gelê êzidî ku carekê tama azadiyê girtine bi hemû hêza xwe li pêşiya van êrîş û sepandina rawestiyan û li kêleka hêza xwe ya cewherî tevlî têkoşîna parastina vîna xwe bûne.
Ji ber vê ye ku em dibêjin; hemû êrîşên li ser Şengalê pêk tên êrîşên li ser vîna û pergala xweseriya Şengalê ye. Şerekî qirkirina etnîkî û guhertina demografya tê meşandin. Di vê çarçoveyê de gelê Êzdîxanê li cîhanê berbelavkirine taybet kampên penaberan yên dor girtî avakirina vegera şengaliyan asteng kirin û hewldanên sedsalan ên erebkirinê weke polîtîkayek taybet li ser Şengalê hatiye meşandin. Ev êrîş hîna bi hemû aliyên xwe yên qirêj ve berdewam dikin, yekane rêya valaderxistina van êrîşan pergala Neteweya Demokratîk e û xurtkirina hêza cewherî ye.