Êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên di 28`ê adarê de ku li dijî kampa Holê hişt ku gelê herêmê li ser vegera xetereya çeteyan bi fikar be. 23`yê adara 2019`an de HSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeteyên DAIŞ`ê têk birin. Ligel vê serkeftinê dîsa jî li herêmê xetereya DAIŞ`ê dewam dike, ji ber ku şaneyên veşartî li herêmên dewleta tirk dagir kirine, ji Serêkaniyê bigire û heta bi rojavayê Idlibê, belav in. 2 serçeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Idlibê ya ku dewleta tirk dagir kiriye, hatibûn kuştin.
Xetereya DAIŞ`ê ji dema ku li bajarê Baxozê têk çûn, herî zêde di êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê nîşandan. Gelek çete di dema êrişên li dijî girtîgeha Sînaayê de hatin girtin û wan îtîraf kir ku ji herêmên dewleta tirk dagir kirine, piştgiriya wan dihat kirin. Tevî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê gelek caran ragihand ku armanca hebûna wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopandina çeteyên DAIŞ`ê ye, lê ew daxuyanî neketin pratîkê.
Gelek dewletên di nava Koalîsyona Navneteweyî de hemwelatiyên xwe yên di nav komên çeteyan de wernagirin, heta dadgehên navneteweyî jî li dar naxin ku ev jî daxwazên sereke yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Têkildarî bêdengiya navneteweyî welatiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bertek nîşan dan.
Welatiyê bi navê Îbrahîm Şêxmûs Abê têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Civata navneteweyî li daxwazên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê guhdarî nake. Jixwe daxwazên wan bidawîkirina xeteriya çeteyan e ew jî bi rêya derxistin an jî li herêmên navborî wan didarizînin. Ji ber ku hebûna wan çeteyan wekî bombeya li ber teqînê ye ku êdî kengî biteqe ne diyar e. Lewma em banga çareserkirinê dikin.”
Welatiya bi navê Mûnewer Zavê diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke mezin dan û îro jî civata navneteweyî li hember daxwazên şêniyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bêdeng in.
Welatiya bi navê Intîsar El-Hemadî ya ji taxa Xiwêran anî ziman ku hîn jî herêmên wan di xeteriyê de ne.
Di dawiyê de Intîsar El-Hemadî bang li rêxistinên navneteweyî kir ku dosyaya çeteyên DAIŞ`ê çareser bikin û çeteyan bidarizînin.