11 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Yaman: Fikrên Rêber Apo li cîhanê belav bûn

Berdevkê Karên Derve yê Civaka Kurd ê Swîsreyê Ahmet Yaman anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga Aştî û Civaka Demokratîk fikrên xwe li hemû cîhanê belav kir û bi vê yekê komplo pûç kir. Ahmet Yaman xwest armanca her kesî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan be û got “Azadiya Rêber Apo azadiya hemû mirovahiyê ye.”

Di 9ê Cotmeha 1998an de komployeke navneteweyî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Ev komplo di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî kurdan, li dijî Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêk hat. Piştî 9ê Cotmehê şer li Rojihilata Navîn zêde bû. Di 11ê Îlona 2001ê de bi balafirê êrişî cotqûleyan kirin û qûle hilweşandin. Bi hilweşindina 2 qûleyan hincetek ji Amerîkiyan re derket da ku berê xwe bidin Rojhilata Navîn. Ji Efxanistanê heta Iraqê gelek welat hilweşandin. DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê belav bû. Li Rojhilata Navîn şerê dijwar pêş ket.

Kurd daketin qadan

Piştî komployê li Kurdistanê û Ewropayê gelê kurd û dostên kurdan derketin qadan û dest bi çalakiyan kirin. Li zindanan girtiyan dest bi çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” kirin. Di çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin de 53 ciwanên kurd bedena xwe dan ber agir û şehît bûn. 66 ciwanên ku tev li vê çalakiyê bûn jî birîndar bûn. Dîsa gelek caran bi hezaran girtiyên siyasî dest bi çalakiyên gireva birçîbûnê kirin. Meş û mîtîngên mezin hatin lidarxistin. Her sal di 9ê cotmehê de bi deh hezaran kurd daketin qadan û meşên girseyî pêk anîn. Herî dawî di 10ê cotmeha 2023an de dostên kurdan li 74 welatên cîhanê dest bi pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re statu” kirin. Ev pêngav li welatên cîhanê belav bû.

Mînaka komployê li cîhanê tune

Berdevkê Karên Derve yê Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Ahmet Yaman ku 65 rojan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ma, bi minasebeta 27emîn salvegera komploya navdewletî ya 9ê Cotmehê nirxandin kir. Ahmet Yaman ewil komploya navdewletî ya 9ê Cotmeha 1998an ku hêzên navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelên Rojhilata Navîn pêk anî şermezar kir û got: “Di dîroka mirovahiyê de mînaka vê komployê tune ye. Di rûpelên dîroka Modernîteya Kapîtalîst de wekî niqêreke reş e. Hêzên komploger di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ev komplo pêk anîn. Armanc kirin ku gelê kurd û hêza azadiyê bi temamî tune bikin. Di wê pêvajoyê de pergala sosyalîzma pêkhatî hilweşiya. Di wê serdemê de cîhana du enî hilweşiya û cîhana yek enî serwer bû. Ji ber vê yekê Modernîteya Kapîtalîst xwest xwe nû bike û bi polîtîkayên Neoliberal dekeve pêş. Me dît ku wê demê hêzên sosyalist ên çepgir belav bûn û xwe nû nekirin. Di wê serdemê de li Rojhilata Navîn hêza ku xwe bi rêxistin kir û mezin bû, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû. Tevgera Azadiyê bi pêşengtiya Rêber Apo û PKKê her tim mezin bû. Di nava gel de xwe belav kir û hêza gel da pişta xwe. Nasnameya gelê kurd bi cîhanê da naskirin. Piştî wê demê Rêber Apo ket nava hewldana dîplomasiyê ku meselaya kurdan bi rêya siyasetê çareser bike.”

Xwestin rê li pêşiya siyasetê bigirin

Ahmet Yaman da zanîn ku hêzên navneteweyî yên komploger, ev rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtin û Rêber Abdulalh Ocalan kirin hedefa xwe û wiha got: “Pir aşkere ye ku piştî hêzên koploger ev hewldana Rêber Apo ya ku meseleya kurdan bi rêya dîplomasiye çareser bike dîtin, Rêber Apo kirin hedef. Lê Rêber Apo ji wê demê ve ket ferqa wê hewldana komploya mezin. Ji wê demê ve ji bo vê komployê pûç bike ket nava hewldanan. Ji bo çareseriyê ket nava lêgerîna muxatabekî-ê. Herî dawî hat Ewropayê ku Navenda Kapîtalîzmê ye û li vir li çareseriyê geriya. Lê vê hewldan û fedekariya wî ya mezin, mixabin nekaribû biryara hêzên kopmloger biguhere. Mixabin wan bi xwe zagonên xwe yên mafên mirovan binpê kirin û Rêber Apo bi awayekî di dîrokê de mînaka wê tune dîl girtin.”

Hewldana komployê encam negirt

Ahmet Yaman da zanîn ku hêzên komploger bi vê dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, werê fikirîn ku dê Tevgera Azadiya Kurdistanê tune bikin û wiha lê zêde kir: “Vê hewldan û fikra hêzên komploger encam negirt. Sedema vê yekê jî têkoşin û hewldana Rêber Apo û têkoşîna gelê kurd e. Bi taybetî ciwanên kurd, tevgera jinên kurd û gelê kurd bi fikir û têkoşîna Rêber Apo re bûne yek parçe. Ji ber vê girêdana gelê kurd û dostên kurdan a bi Rêber Apo re di roja destpêka komployê de hat dîtin ku dê komplo encamê negire. Dîsa di danişînên Rêber Apo û parastinên wî de hat dîtin ku bi helwesta xwe û Manîfestoya Civaka Demokratîk  dîsa pêşengiya pûçkirina vê kamployê kiriye.”

Lîstikên hêzên komploger didomin

Ahmet Yaman, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya Osloyê û pêvajoya çareseriyê ya 2013an û wiha berdewam kir: “Rêber Apo di van pêvajoyan de jî dîsa hewl da ku bi rêyên aştiyane û demokratîk pirsgirêka kurdan çarser bike. Lê hêzên komploger ên navdewletî ev hewldanên Reber Apo asteng kirine. Li gel hewldanên Rêber Apo yên çaresereiyê di sala 2015an de dîsa dest bi tecrîdê kirin. Dest bi şerekî zêde kirin. Xwestin hemû destkeftiyên kurdan tune bikin. Bi taybetî xwestin Şoreşa Rojava asteng bikin. Li dijî Manîfestoya Konfederalîzma Demokratîk  dest bi êrişeke pir zêde kirin. Xwestin tevgera azadiyê tune bikin. Xwestin gelê kurd û mutefîkên gelê kurd tune bikin. Hêzên komploger piştî 2015an dîsa ketin nava hewldana tunekirinê. Lê li dijî van hewldanan gelê kurd û dostên kurdan û gerîla bi yekîtiyeke xurt dest bi pêngava berxwedanê kir. Bi berxwedaneke mezin hewldanên îmhayê pûç kirin. Tecrîda li ser Rêber Apo pûç kirin. Di 10ê cotmeha 2023an de dostên kurdan bi pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dan destpêkirin. Di 3 salan de xabeteke mezin kirin. Ev pêngav bi çalakî û têkoşînê didome û mezin dibe. Ev hewldan bû sedem ku tecrîd bişkê û deriyê Îmraliyê vebe.

Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk

Di encama têkoşîna gelê kurd û dostên kurdan de di 1ê Cotmeha 2024an de Serokê MHPê Dewlet Bahçelî destê xwe dirêjî koma DEM Partiyê kir û pişt re bang li Rêber Apo kir. Piştî vê bangê Rêber Apo jî bersiv da vê bangê û pêvajoyeke nû hat destpêkirin. Rêber Apo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin.”

‘Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye’

Ahmet Yaman da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji pêvajoya 2015an a çareseriyê ders derxist û wiha got: “Piştî vê pêvajoyê Paradîgmaya Civaka Demokratîk pêş xist. Bi vê paradîgmayê perspektifên pêvajoyê danîne pêşiya me. Ji bo ev pêvajo bi ser bikeve, divê erka dikeve ser milê me tevan em pêk bînin. Hebûn û felsefeya Rêber Apo û kûrbûna wî ya siyasî dihêle ku hemû pirsgirêkên mirovahiyê rast bêne çareserkirin. Ji rêya çareseriyê re bûye ronahî. Vê paradîgmayê fikrên wî li hemû cîhanê belav kiriye û komplo vala derxistiye.”

Ahmet Yaman, herî dawî destnîşankir ku ji bo komplo dubare nebin û hêzên komploger dîsa nekevevin nava hewldanê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe û got: “Divê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bighêje serkeftinê. Rêber Apo 27 sal in di şertên herî giran ên tecrîdê de têne girtin. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê armanca sereke ya me hemûyan be. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû mirovahiyê ye.”