Heyeta DEM Partiyê li Ewropayê gelek hevdîtin kirin û xwestin Tirkiye li gorî Peymana Mafên Mirovan û Dadgeha Mafên Mirovan ên Ewropayê tev bigerin. Heyeta DEM Partiyê hefteya borî di navbera 30 îlon û 3’ê Cotmehê de li Konseya Ewropa gelek hevdîtin kirin. Beşdarî civînên Konseya Ewropayê bûn. Bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê re, Serokê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa, Serokê Sosyalîst ê Asample, Dîrektorê Siyasî û Têkiliyên derve û Dîrektorê Giştî yê Karê Hiqûq û Mafên Mirovan re hevdîtin kirin.
Têkildarî hevdîtinên li Konseya Ewropayê, nûnerê DEM Partiyê yê ji Konseya Ewropa berpirsiyar Faîk Yagizay destnîyan kir ku wan bibîr xistiye ku nêzî 4 sal in li ser Rêzdar Ocalan tecrîd heye û wiha got: “Me got 4 sal in destûr nadin parêzer û malbat biçin hevdîtinê. Ev li dijî destûra bingehîn a tirkiyeyê ye. Dîsa li dijî PMME’e ye. Dîsa hevdîtina CPT hebû. Lê CPT hêj ev rapor aşkere nekiriye. Me got li gorî zagonên Tirkiye û Ewropa ku Tirkiye îmze kiriye divê Rêzdar Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike.”
Nûnerê DEM Partiyê yê ji Konseya Ewropa berpirsiyar Faîk Yagizay anî ziman ku wan dema ev hevdîtin kirin, li ser pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiyeyê, dîsa gelek meseleyên ku DEM Partî dijî axivîn û wiha got: “Bi taybetî em li ser doza Kobanê û Gezî rawestiyan. Ji ber ku Tirkiye li gorî biryarên DMME’ê tev nagere. Me daxwazên xwe anîn ziman. Ligel biryara DMME’ê, cezayên giran li hevalên me Fîgen Yuksekdag û Selehattîn Demîrtaş birîn. Li Osman Kavala cezayê muebetê birîn û der barê Can Atalay de biryar hene. Ev mijarên jor rojevên me yên sereke bûn.”
Yagizay, da zanîn ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropa yê ye û xwest li gorî peymanê tev bigere. Yagizay, bibîr xist ku ew li ser tayînkirina peyûman rawestiyan û wiha pêde çû: “Serdemên borî 2 caran qeyûm taşînî şaredariyan kirin. Vê carê jî qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê kirin. Niha hevşaredarê me yê Colemêrgê girtî ye.”
Yagizay, bilêv kir ku ew li ser binpêkirina mafan û pirsgirêkên girtîgehan jî rawestiyan û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê ji ber rejîma otorîter binpêkirina mafan gelek zêde ye. Ciwan êdî xwe di ewlehiyê de nabînin. Azad nabînin û dikevin rêya Ewropa. Dîsa em li ser sûcên ku li dijî jinan tên kirin rawestiyan. Li Tirkiyeyê jin di bin tundiyên pir dijwar de dijîn. Piştî rejîma otorîter û betalkirina Peymana Stenbolê qetilkirina jinan bêtir zêde bû. Me xwest dîsa Peymana Stenbolê ji nû ve îmze bikin û li gorî Peymana Mafên mirovan tev bigerin. Me got pêdiviya me bi têkoşînek pir mezin a aştiyê heye. Me got îhtimala çekên nukleer bikar bînin pir zêde ye. Ev hemû cîhanê dixe nava talukeyê. Me xwest em hemû bi hevre ji bo avakirina aştiyê têbikoşin. Me bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku berpirsiyariyê bidin ser xwe. Pêdiviya her kesî ji aştiyê heye.”