Xebata Tifaqa Kurdistanî ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokratik (DDKD), Partiya Însan û Azadî (PİA), Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratan a Kurdistan, (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye pêk tê, di 12’ê adara 2021’an de biryara ku ji bo xebatê di bin sîwanekê de bimeşîne komîsyonek hevpar ava bikin girtibûn. Xebata Tifaqa Kurdistanî salek berê li ser Yekitiya Neteweyî û Tifaqa Kurdistanê rawestiya bûn. Biryar girtibûn ku ji bo yekitiyê komîsyonekê ava bikin. Hewldanên Xebata Tifaqê didomin. Îsal di Newrozê de bi milyonan kurd derketin qadan û xwestin ku êdî hemû partiyên siyasî li dijî êrîşan û ji bo yekitiya neteweyî helwestek hevpar nîşan bidin. Têkildarî hewldana Tifaqa Kurdistanê Endamê Meclisa HDP’ê ya Hewlerê Nasir Yagiz nirxandin kir. Nazir Yagiz diyar kir ku hemû gelê kurd yekitiya neteweyî dixwaze û wiha got: “Eger li dijî nirxên kurdan ên neteweyî êrîş gerdûnî be, divê parastin jî neteweyî be. Divê gelê kurd û partiyên kurdan li çar parçeyên Kurdistanê li hemberî êrîşên neteweyî xwedî helwestek hevpar bin.”
‘Kurd dixwazin li çar parçeyan yekitiyek neteweyî hebe’
Wekî her kurdekî/ê avakirina yekîtiya neteweya kurd hesreta min e jî. Heta niha li çar parçeyên Kurdistanê her çend xebatên tifaqa yekîtiya Kurdistanê kêm be jî, hevî û xwesteka gelê Kurdistanê ewe ku li çar parçeyên Kurdistanê yekitiyek neteweya kurd bê avakirin. Hesret û heviya gelê kurd ewe ku bi yek dengî û yek rengî bi nasnameya xwe li seranserî cîhanê bidin naskirin. Dîsa di aliyê leşkerî, siyasî, aborî, civakî û çandî de bi awayekî xurt xebatên xwe bimeşînin. Hewldan ewe ku di qada cîhanê de rastiya kurdan bînin ziman û bidin nasîn. Bi taybetî li hin parçeyên Kurdistanê her çend xebatên tifaqa yekitiya kurdan hebe jî, ji ber hin sedem û hin kemasiyên partî û hêzan, yekitiya ku em dixwazin nayê avakirin.”
‘Daxwazên çar parçeyan yek e’
Nasir Yagiz, destînaş kir ku piştî Newrozê li bakurê Kurdistanê heviyek hat avakirin û wiha got: “Tifaqa Kurdistanî hat avakirin. Bi taybetî heviyek xurd di gel de hat avakirin. Daxwaza me ya sereke ji her partiyek li bakur ew e li dijî hêzên derve yên wekî Ewropa û Amarîka ku dixwazin axa kurdan dagir bikin hêzek xurt ava bikin. Bi yekitiyê karibin mafê kurdan li cîhanê bidin parastin. Eger yekitiyek neyê avakirin û her partiyek li gorî berjewendiyên xwe yên teng tev bigerin, dê daxwazên me yên neteweyî teng bibin. Ji bo em karibin li çar parçeyên Kurdistanê têbikoşin û doza xwe bidin meşandin, divê em yekitiya xwe ava bikin. Îro bakurî li başûr, başûrî jî li bakur belav bûne. Îro tişta derketiye holê daxwazên çar parçeyan yek e. Ev daxwaz çiye. Welatekî azad, nasnameyek azad û çanden azad e. Ez karibim wekî vînek azad bi reng û aweriya xwe azad bijîm e. Ji bo nasnameya me kurdan li cîhanê bê naskirin divê em azad bijîn. Tişta li pêş yekîtiyê asteng jî dîsa hizb û saziyên rêxistinî ne.”
Yagiz, anî ziman ku kêmaniyên partiyên kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê ewe ku nikarin li dijî metirsiyên li ser nirxên xwe bibin yek deng û yek reng.
Nasir Yagiz têkildarî astengiyên li pêş yekitiya partiyên siyasî jî rawestiya û wiha axivî: “Her partiyek li gorî pergala xwe xebatekê dike. Dema mijar dibe yekitiya neteweyî, divê her partî berjewendiyên xwe yên partiyê nexe pêş xebatên yekitiyê. Îro destkeftiyên kurdan di bin xeteriyê de ne. Li Başûr û Rojava di bin xeteriyê de ye. Li Bakur 6 salin êrîşek dijwar li ser gelê kurd tê meşandin. Niha ji bo gelê kurd tişta nebe nabe yekitî ye. Divê kurd berî her tiştî yekitiya xwe ava bikin.”
‘Divê partiyên kurdan li dijî êrîşên çar parçeyan bertekên xwe bînin ziman’
Yagiz, destnîşan kir ku dema êrîşek li dijî nirxê kurdan pêk hat, divê ji her çar parçeyên Kurdistanê partî û rêxistinên kurdan bertek nîşan bidin û wiha got: “Ez vî dîwarê ku di navbera Şengal û Rojava de tê avakirin şermezar dikim. Ev dîwarê tê avakirin ji ber polîtîkaya dewletên dagirker e. Dewletên ku xêra kurdan naxwaze û dixwaze destkeftiyên kurdan têkeve xeteriyê sînoran ava dike. Di navbera Bakur û Rojava de sînor ava kirin. Niha hikûmeta Iraqê dixwaze heman tiştî li dijî Şengalî û gelê xwe yê êzidî ava bike. Divê her partiyek kurd ji çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike. Divê bertekên xwe bîne ziman.”
‘Avakirina sînorê li Şengalê hêzdayîna DAIŞ’ê ye’
Endamê Meclisa HDP’e ya Hewlerê Nasir Yagiz, bal kişand ser dîwarê li sînorê Şengalê tê avakirin jî û wiha axivî: “5-6 sal berê DAIŞ’ê xwest gelê kurd li Şengalê tune bike. Avakirina diwarê li sînorê Şengalê hêzdayîna DAIŞ’ê ye. Ji bo şengalê û êzidiyan tune bike ev hêzdayîna DAIŞ’ê ye. Dema Şengal ket bin destê DAIŞ’ê rol û misyona YPG’ê gavek bêhempa bû. DAIŞ’ê Şengal dagir kir. Pişti hêzên YPG’ê çûn şengalî parast, Şengal ji DAIŞ’ê rizgar kir. Ji ber vê yekê divê hêzên parastina neteweyî bên avakirin. Êrîşên li dijî gelê kurd gerdûnî ne. Ji ber vê yekê divê parastin jî neteweyî bin. Yên êrîşî Kerkuk û Mûsil kirin, rêveberî li wir nehiştin. Yên ku êrîşî Efrînê kirin jî heman tişt kirin. Rêveberiya kurdan li Efrînê nehiştin. Tişta ku li Kerkuk, Mûsil kirin û tişta li Efrîn û Serêkaniyê kirin heman tişt e. Îro dixwazin heman tiştî li ser Şengalê û bi taybetî li ser êzidiyan bikin. Divê her partî û her neferên kurd li dijî vê yekê bertek û helwesta xwe nîşan bide. Eger ku îro başûr li dijî êrîşên bakur, Rojava li dijî êrîşên rojhilat helwestekê nîşan nede xeretiyek pêş dikeve.”
‘Kurdan bi yekitiya xwe Kobanê ji DAIŞ’ê rizgar kir’
Nasir Yagiz, destnîşan kir ku 40-50 salin dîroka kurdan bi şer derbas bûye û wiha lê zêde kir: “Dema serhildana Kobanê DAIŞ’ê li her kolanê komkujî dikir. Kobanê dagir kiribû. Lê kurdan li çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê bertekên xwe anî ziman. Li her derê dengê xwe bilind kirin. Gelê kurd hêza xwe tev li YPG’ê kir. Gelê kurd li çar parçeyê Kurdistanê ji bo Kobanê xwe feda kir. Me li wir berhemên yekitiyê bi dest xist. Ruhê yekitiyê Kobanê ji destê DAIŞ’ê rizgar kir. Îro êrîşî Şengalê dikin. Dixwazin êrîşa li ser Şengalê mayinde bikin. Naxwazin êzidî bibin xwedî, maf, nasname û vîn. Naxwazin êzidî hebûna xwe biparezin. Naxwazin parastina xwe, nexweşxane û dibistanên xwe ava bikin. Divê mirov tenê wekî meseleya dîwarekî li geşedanan nenere. Eger em bi ruheki neteweyî û helwestek xurt li diji vî dîwari derkevin, ev dîwar dê bêwate bibe. Hêza yekitiyê dê vî diwarî tune bike.”
‘Hem parçe dike û hem jî parçeyan tînin dijî hev’
Yagiz, bal kişand ser metirsiyên li pêş gelê kurd û partiyên kurd û wiha bi dawî kir: “Îro dewleta tirk dixwaze kurdan parçe bike. Hişmendiya dagirker çar aliyê Kurdistanê bi sinoran parçe kiriye. Hem kurdan bi sînoran parçe dike û hem ji parçeyan tîne dijî hev. Mînak dixwaze li başûrê Kurdistanê berê PKK’ê û PDK’ê, an jî dixwaze berê PDK’ê û berê YNK’ê bide hev. Dixwaze partiyên kurdan bîne beramberî hev. Ku ev jî pêk neyê vê carê dixwaze berê hemûyan bidin hev. 50 salin nikarin serdestiyê li ser gelê kurd ava bibin. Rejîma Sedam bi çekên kîmyewî li dijî peşmergeyan şerekî dijwar meşand. Bi sedhezaran gelê kurd qetil kirin. Lê dîsa nekaribû bi gelê kurd. Îro ya ku destkeftiyên Rojava û Başûr bi me daye qezençkirin û pîrozkirin, ew tifaqa yekitiyê bû. Divê em vê tifaqê li seranserî Kurdistanê mezin bikin. Divê em li seranserî Kurdistanê weke yek kurd bifikirin. Divê her kurd wekî evîndarê qewmê xwe, wekî evîndarê çand û nasnameya xwe bijîn. Îro dewleta tirk li kijan parçeyê Kurdistanê êrîşî kurdan bike, divê parçeye din û kurdê li cihekî din berteka xwebîne ziman. Divê her kurd li dijî van êrîşan bertekên xwe bîne ziman. Îro dewleta tirk hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike. Divê her partî li dijî ve yekê bertekên xwe nîşan bide. Ji ber ku dewleta tirk gundeki jî dagir dike, xwe li wir nayinde dike. Xwe ji wir paşve nakişîne. Hem dagir dike, hem qetil dike. Çanda kurdan tune bike. Bişaftinê pêş dixe.
Em gelê kurd ji partiyan re dibêjin, li gorî berjewendiyên xwe nêzî yekîtiyê nebin. Divê her partî di sînorê xwe de hebûna xwe biparêze. Lê di xebatên neteweyî de divê berjewendiyên partiyên xwe tîne aliyekî.”
Yagiz, anî ziman ku dewleta tirk îro dixwaze li Çiyayê Metîna, Ava Şîn û Zapê, Bradost, Garê, qadên parastina medya dagir bike û hebûna xwe li van wadan mayinde bike. Divê îro gel jî û partiyên kurdan jî tev bi hevre li dijî vê yekê rawestin. Divê destûr nede ku yek leşkerê tirkan têkeve qadê. Cihê ku lê bi cih dibe kurdan qetil dike. Ew kurd dibe îro Rojavayî be, lê dê sibê Başûr, Rojhilat û Bakurî be. Ji ber ku îro dixwaze deskeftiyên kurdan yekser tune bike û kurdan qetil bikin. Em dixwazn her kurd û partî li diji van êrişên dagirkeriyê raweste û helwesta xwe nîşan bide.”