6 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ya em ê parçe parçe bibin ya jî bi hevre bijîn!’

Em hêvî bikin ku vê carê weke cara berê nekin û dudilî nekeve mejî û bîra wan, mîna gotinên ku ew bixwe dibêjin, wisa jî li ser rêya rast, rind û qenc bimeşin.

Ev gotinên Numan Kurtulmuş ê serokê Meclîsa Tirkiyeyê ne. Di gera xwe ya Şirnexê de, li Çiyayê Gebarê li ser cihê ku petrol jê derdikeve axivî û di encama gotara xwe ya berfireh de, ev peyvên balkêş ji devê wî derketin.

Bi hinek wezîrê xwe û 40 parlamenterên ji AKPê, MHPê, CHPê û HUDA-PARê re, di 19ê gulanê de derketibû gera Kurdistanê. Di vê gera xwe de, li gel hinek gotinên şaş û ne li gorî pêvajoyê, gelek gotinên rast û li gel pêvajoyê digoncî jî kiriye. Ka em gotinên wî yên neyînî ji wî re bihêlin, belê li ser hinek gotinên wî yên erênî, rast û balkêş, em jî hinek gotinan bêjin.

“Iraq û Sûriye parçe parçe bûn. Lubnan bê rêveberî ma, Lîbya, Sûdan, Somalî û Yemen parçe bûn. Emperyalîstan hema hemû welatên herêmê ji bo berjewendiyên xwe xistin nav şer û pevçûnan. Yan em ê jî li benda dora xwe rawestin û parçe parçe bibin, yan jî mirovên li Tirkiyeyê; Tirk û Kurd em ê werin cem hev û bi hev re bijin, vê projeya emperyalistan berovajî bikin. Em, vê rêyê ji bo xwe rast dibînin û di vê rêyê de, em ê bi pêşve biçin!”

“Armanca me û daxwaza me ya herî mezin; em vê rêyê di demeke kurt de temam bikin û ewladên vî welatî, di vê rêyê de milê xwe bidin hev û bi xwişk û biratî bi hev re bimeşin. Bêguman em jî guman dikin ku hinek wê hebin ji bo vê pêvajoyê proveke bikin, astengiyan jê re derxin û jehrdadayî bixin. Di vê çarçoveyê de em ê tedbîrên xwe bigrin û êdî em Tirkiyeyek wisa avabikin da ku li tu deverê vî welatî bombe neteqin, însan bêtirs bijîn, li her deverê sitranên xwuşk û biratî û aştî werin gotin, bi hestên hevjiyanî tevbigerin” û hwd.

Helbet, heke wan peyvên bêhna nexweş jê tên û rastiyê vedişêrin nehatibana gotin, wê hîn baştir ba û dibe ku hêviya baweriyê hinek zêdetir bûya. Lê dîsa jî divê mirov van gotinan, bi giştî bêwate nebîne û ji wan zêdetir li gotinên rast xwedî derkeve, ji ber ku ji xwe em ji berê ve van gotinên rast dibêjin û bi gotineke din van gotinên hêja û rast ên me ne û lewma divê ji wan pirtir em lê xwedî derkevin, da ku em wan jî pirtir bikişinin ser rêya rast û wan li gotinan bikin xwedî.

Helbet mafê me heye ku em bi şik û guman li gotinên wan binêrin û ji gotinên wan hinek bê bawer bin.

Ji ber ku me pir durûtî û nerastî ji wan dît; hema mînaka herî şênber û nayê jibîrkirin, pêvajoya ewil a deh sal bêrê ye. Wan, ew pêvajo da rawestandin, lê Tevgera Azadiyê gunehkar nîşan dan.

Dîsa jî em hêvî bikin ku vê carê, weke cara berê nekin û dudilî nekeve mejî û bîra wan, mîna gotinên ku ew bixwe dibêjin, wisa jî li ser rêya rast, rind û qenc bimeşin.

Ji xwe divê em zanibin ku ew ne bi serê xwe û temamî bi îradeya xwe ya azad van biryaran distîne, her wiha pêvajoya yekê jî û ya niha jî wisa ye.

Ji ber ku mirov bi giranî bala xwe dide konjoktura cîhanî, dibîne ku şert û mercên heyî, siyaseta cîhanî pirtir hewcedarî pêvajoyeke wisa dike û nîşanên ku dê dewleta Tirk vê carê ji cara berê xurtir û zêdetir hevalbendiyeke demdirêj bi PKKê re bike, ji ber ku pirtir hewcedarê Tevgêra Azadiyê ye.

Amerîka, hewldanên xwe yên dijberî Çînê, bêrawestan didomîne. Li pey gera Trump a herêmê, li Başûr bi navê hevpeymanên bazirganî yên petrol û gaza xwezayî, bi buhayê 110 milyar dolaran, rêveberiya Bexdayê bypas kir û hema yekser li gel rêveberiya Hewlêrê, şîrketên Amerîkayê girêbest îmze kirin.

Her wiha wezîrê karûbarê derve Marco Rubio, dibêje, “di demeke kurt de, li Sûriyeyê şerekî giran ê navxweyî derdikeve û rêveberiya Şamê erkê xwe temam dike, hildiweşe.

Ev daxwiyanî gelek balkêş e û tê wateya ku wê xurtir dest bavêjin rêveberiya Suriyeyê û di dewama vê destwerdanê de, dibe ku hêz û erka Rojava berfirehtir bibe.

Di encama van pêşhateyan de guman xurtir dibe ku peywendiyên Rojava û Başûr xurtir bibe, rola wê jî berfirehtir bibe.

Li aliyê din nexweşiyên navbera Hindistan û Pakistanê jî li ser mijara pirsgrêkên Keşmîrê mezintir dibin.

Tê gotin ku Hindistan, ji Tirkiyeyê gelekî hêrs bûye; ji ber têkilî û piştgiriya Tirkiyeyê ji bo Pakistanê. Guman heye ku peywendiya Tirkiyeyê li gel Rêxistina Leşker-i Teyyibe heye (nav jî dişibe navê Receb Teyib).

Van bûyeran, têkiliyê xwe bi projeya li dijî Îranê re heye, yek ji aliyê vê projeyê ew e ku, dorpêçê li welatên derdorê Îranê xurtir bikin.

Her wiha bi vî awayî dixwazin Tirkiyeyê, hîn pirtir neçar û hewcedar bikin da ku bi wan re li dijî Îranê hîn xurtir bikeve nava tevgerê. Bêguman, van pêşhateyên lezgîn ên nû, Tevgera Azadiya Kurdistanê jî hîn pirtir dixe nava amadekariyên xurtir ên ji bo hewcedariyên nûjen.