18 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xwişkên Mazlum Dogan: Em ji Rêbertiya xwe bawerin

Xwişkên Mazlum Dogan ku tev li bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bûn, gotin: “Em ji Rêbertiya xwe (Abdullah Ocalan) bawerin. Em dizanin ku tu caran dev ji mafên me bernade. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin.”

Çalakiyên bîranînê yên ji bo kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn tên lidarxisitn, didomin. Ji bo Kaytan û Altûn duh li Dêrsimê merasîmeke bîranînê ya bi girseyî hat lidarxistin. Ji kadroyên pêşeng ên PKKê Mazlum Dogan di 21ê Adara 1982yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî zext, zordarî û teslîmiyetê xwe şewitandibû. Xwişkên Mazlum Dogan, Serap Mutlu û Arîfe Yildirim jî tev li bîranîna Kaytan û Altûn a li Dêrsimê bûn.

Serap Mutlu diyar kir ku di serdema Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê de dema diçûn girtîgehê malbatên Altûn û Kaytan nas kirine. Serap Mutlu, da zanîn ku wê Alî Haydar Kaytan qet nas nekiribû lê di pêvajoya kongreyekê de Riza Altûn dîtibû. Serap Mutlu, got: “Derfeta min çênebû hevalê Haydar nas bikim. Lê min her tim dişopand û lê guhdarî dikir. Min heval Altûn jî di kongreyekê de dîtibû.”

Serap Mutlu destnîşan kir ku Kaytan û Altûn ji bo aştî û azadiyê bedelên mezin dane û wiha domand: “Têkoşîna ji bo aştiyê hatiye dayin hem di dil hem jî di bîra me de dijî. Em her tim li gel aştiyeke birûmet re ne. Wan dixwestin aştî çêbibe. Lê şik û gumanên me ji dewletê hene. Em dixwazin di şertên wekhev de bijîn. Em daxwaza mafên xwe dikin. Heta niha her tiştek hate înkarkirin. Em daxwaza mafên xwe yên hatine înkarkirin dikin. Hewceye bêhtir derfetan ji birêz Abdullah Ocalan re biafirînin, divê tecrîdê rakin. Divê mafê hêviyê bê cîcibîkirin. Dive hevalên di zindanan de bên berdan.”

Arîfe Yildirim Dogan jî got ku ew malbata Kaytan ji nêz ve nas dike. Arîfe Yildirim Dogan, ev tişt anî ziman: “Di sala 1938an de gelek ferdên malbata hevalê Haydar jiyana xwe ji dest dan. Ez dayika wî, xwişka wî û zavayê wî nas dikim. Gelek caran hatiye mala me û çûye. Em mamoste bûn. Ji ber ku li derve bûn, têkiliyên me bi hev re çênebû. Anku têkiliyên me yên rû bi rû çênebûn. Lê ji ber ku gelek caran dihat malê, dayika min her tim qala wî dikir. Dayika min digot li pişta sobeyê disekinî û hewl dida xwe germ bike. Û dema dayika min qala wî dikir jê re digot ‘tompizê min’. Ji ber ku hinek qelew bû dayika min jê hez dikir. Riza jî kesekî çalak bû. Ji bo me windahiyên pir mezin in. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em di rêya wan de bimeşin.”

Arîfe Yildirim Dogan bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên piştre qewimîn û wiha got: “Em ji Rêbertiya xwe (Abdullah Ocalan) bawerin. Em dizanin ku tu caran dev ji mafên me bernade. Ji bo hemwelatiya wekhev, pêkvejiyana Kurd û Tirkan, ji bo hemû baweriyên cuda bi hev re û wekhev bijîn, têkoşîneke girîng dimeşîne. Hêvîdarim tevî gel û baweriyên din em bi hev re, azad û bi dilxweşî bijîn. Di nava dewletê de komeke xwe ji rantê xweyî dike heye û ew naxwazin şer xelas bibe. Ji bo firotina çekan her rêyê diceribînin. Lewma dibe ku yên vê nexwazin û bixwazin sabote bikin hebin.”

Arîfe Yildirim Dogan daxuyand ku ji bo pêvajoya heyî pêş bikeve divê dewlet gavan biavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Qet nebe divê girtiyên siyasî bên berdan. Ev yek dê bibe gavek. Weke mînak meseleya qeyûman heye. Divê şaredarên ji peywirê hatine dûrxistin dîsa li karê xwe vegerin. Divê qanûn bên guherandin.”