Rojhilatê Kurdistanê êdî bi leşkeşiyên vê dawiyê re weke qirargeheke leşkerî lê hatiye. Çend roj e ku balafirên şer li ser esmanê bajarên weke Seqiz û Sine rabûne û etmosfrekî şer ê mîna serdema şerê Îran-Iraqê (1980-1988) tê ber çavan.
Her çiqasî ku em nêzîkî saeta sifir a salvegera kuştina Jîna Emînî dibin, tedbîrên ewlehiyê û hebûna hêzên pasdaran û besîcê tevê hêzên taybetî yên parastin û êtlaatê li Seqiz, Mehabad, Sine, Ûrmiye û bajarên din ên Kurdistanê tundtir dibin. Şahidên ku rewşê dişopînîn radigihînin ku xalêyên kontrolê li her dera axa rojhilatê Kurdistanê zêdetir û danîna kamerayan li gelek deran zêdetir kirine. Ji bo hemû cih û deverên ku wan bi pêwîst pê dîtine hêzên taybetî hatine şandin. Ji berî pênc rojan li ber deriyê aramistana Ayçî ya ku Jîna lê hatiye veşartin maşîneyeke zirxî tevî dehan kesên bi kincên sivîl hatine bicihkirin. Çavkaniyek ji Parêzgariya Kurdistanê (Sine) dibêje: ‘hikûmet plan dike ku ji îro û şûnde deriyên bajarê Seqezê bo bajarên cîran bigire û rê li ber hatin-çûyîna xelkê bigire’. Sala derbasbûyî di 40’emîn roja şehadeta Jîna de hikûmetê hemû hewlên xwe dan ku rê li ber ketina aramistana Ayçî bigire, lê nikaribûn li ber lehiya hatin-çûyîna gel rawestin û bi tirseke mezin ji wir derketibûn.
Jîna Emînî kî ye?
Jîna Emînî bi nasnavê xwe yê din Mehsa Emînî di sala 2000’an de li bajarê Seqez ê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Malbata wê kurdperwer û di nava xelkê de naskirî ye. Xwendina xwe heya dîplomê li Seqizê xwend û piştre di azmonên ji bo çûyîna zanîngehê de hate pejirandin û wê li bajarê Urmiyê dest bi xwendina xwe ya bilind bikira. Ji bo cî bi cîkirina karên borukrasiyê çû Tehranê, lê li wir hate kuştin.
Di gera xwe ya bo Tehranê de ligel malbata xwe, ew ji ber nebûna hîcabekê weke ya jinên şîî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û birin îdara qaşo şîretkariyê, lê mixabin li wir ew di îşkenceyeke giran re derbas kirin û derbeyeke giran li serê wê dan. Weke dayika Jîna daye diyarkirin weke her ciwanekê Jîna jî bi çarşefê serê xwe girêdabû, lê niyeta wan berpirsên dewletê destdirêjî bû.
Jîna Emînî ji ber îşkenceyên zêde ku derbeyên giran li serê wê dabûn, birîndar bû û roja 16.09.2022’an piştî sê rojan li nexweşxaneya Kasrî ya Tehranê jiyana xwe ji dest da. Kuştina Jîna bû sedema gelek nerazîbûnên navxweyî û derve, roja 19-09-2022’an li rojhilatê Kurdistanê greva giştî hat ragihandin û hêdî-hêdî gel li rojhilatê Kurdistan û hemû Îranê rabûn ser piyan.
Hêzên leşkerî yên Îranê gule li xwepêşanderan reşandin û di encamê de berê li Seqiz û Mehabadê û piştre jî li Ûrmiyeyê çend kes hatin kuştin û birîndarkirin. Dema Jîna Emînî hate şehîdkirin emrê wê 22 salî bû. Pêre jî grevên birçîbûnê di girtîgehên Îran û Kurdistanê de xwepêşandanên xwendevanên zanîngehên Tehran, Isfehan û gelek bajarên din bûn sedema destpêkirina pêvajoyeke nû ya dijberiyê bi rejîma dîktator a Îranê re.
Pêvajeke nû li pey 44 salan
Ji 16’ê Îlona sala 2022’an û şûn ve ev greveke berfireh li dijî hikûmeta Îranê dest pê kir û bandora wê li ser gel û opozisyonê çêbû û çavdêrên siyasî li hemû Îran û cihanê matmayî hişt. Yanî di asta gel de tevgerek ku piştre bi sernavên weke “Jin, Jiyan, Azadî” hate nasîn, zêdetir ji tevgerên berê yên li dijî desthilata Tehranê xwedî bandor û rûberê wê yê cografî jî pir berfirehtir bû. Hereketa yan jî “Tevgera Jîna” ji aliyê erdnîgarî, cihêrengiya çînên xwenîşander, berdewamî û jimara kombûnan, girevên dijberî dewletê û her wiha ji aliyê tundiya zextên li ser hikûmetê, rekora her tevgereke din a protestoyî di dîroka dewleta îslamî ya Îranê de şikand. Rêberê Îranê ew tevger weke tevlîker û li ser şopa hêzên dij îslam û terorîstên cudaxwaz bi nav kir, lê ger jî bi dirûşmên weke:” Mirin ji dîktator Xaminêyê re, Kurdistan, Kurdistan çav û dilê hemû Îran…” bersiva wî dan.
Awayê bidawîhatina jiyana Jîna pir tirajî û mezlûman e bû lê di dilê wê tarîkstanê de her dilopeke xwîna wê bû ronahiyek li dilê me da. Rewş bi giştî hate guherandin û di warê civakî de gel şiyartir û bi cesaretir bû. Ji salên berê dihatin qadên dijberiyê. Di warê aborî de jî dewlet li pey wê şoreşê rastî zirar û ziyanên pir mezin hatin.
Dîktator li her derê wekhev in
Destkeftên wê şoreşê mezin û ji tevan mezintir hêzên siyasî yên Kurdistanî bêtir nêzî hev kirin. Herî dawiyê ji bo yekemîn salroja şehadeta Jîna Emînî hemû partiyên sereke yên rojhilatê Kurdistanê banga destpêkirina greva giştî li hemû Kurdistanê kirin. Ev yeka han bû sedem ku dewleta Îranê jî dest bi gefên zêdetir û leşkerkêşiyên xwe bo ser sinorên Başûr-Rojhilat bike. Rejîmên dîktator li her derê weke hev in û dema tu rêyekê li hemberî daxwazên demokratîk ên gel nebînin ji bo mijûlkirina raya giştî behsa hinek dijminên ferzî-xeyalî dikin û wan weke sebebên sereke yên rewşa tevlîhev a nava sinorên welatê xwe dibînin. Ji Almana Qeyserî ya sala 1914’an bigire heya rejîma Baasî ya Iraqê û rejîma totaliter a Tirkiyeyê bi metodên wiha xwestine û dixwazin rojekê zêdetir li ser piyan bimînin.
Berovajiyê wan tiştên ku di sala derbasbûyî de li ser yekrêziya bêmînak di navbera îraniyan de hatiye gotin, ez di wê baweriyê de me ku dîsa jî kurd weke berê bi tenê ne û divê kurd bi berxwedana xwe, baweriya bi hêza xwe ya zatî û dahêneriyê re rêyên nû ji bo bidestxistina mafên xwe peyda bikin. Sedem jî ew e ku civaka kurd bêtir ji civakên din ên nava sinorên siyasî yên Îranê xwedî perwerdeyeke bilind a siyasî ye. Şoreşa Kurdistanê bi hêza gel ve girêdayiye û yekane sedema mayîna hêzên siyasî û berdewamiya rêbaza kurdiniyê jî ev rastî ye.
Kurdan di dehan salên derbasbûyî de û herî zêde jî piştî destpêkirina şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de di çalakiyên xwe de yekitî û biratiya xwe îspat bikin… (Wê bidome)