Di rojên 21 û 22yê hezîranê de li Amedê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo aştiyeke mayinde hevdîtina “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet” li dar dixist. Li gel hevserokên Giştî yên ÎHDê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, parêzvanên mafên mirovan, Dayikên Aştiyê, malbatên gerîla, leşker û polîsan gelek kes amade bûn. Ez jî li ser navê Komaleya Pîr Sûltan Abdal a Şaxa Amedê başdar bûm. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Lê bi vê nivîsê dixwazim hinekî naverok, nîqaş, hest û çavdêriyên xwe yên di civînê de pêş ketin bi we xwînerên hêja re parve bikim.
Beşdarên civînê li ser kuştin, îşkence, talan, qirkirin, şewitandina gundan, polîtîkayên pişaftinê, mêtingeriya kûr a bi salane ku ji aliyê dewletê û hêzên wê yên tarî û paramîlîter ve pêk hatiye vegotin. Beşdaran îşkenceya ku ji aliyê hêzên dewletê ve bi taybetî ji salên 80yî û vir ve ku li wan hatiye kirin, tundiya ku dîtine, kuştin û talana ku pê re rû bi rû mane bi qasî ku zimanê wan geriya vegotin.
Her beşdarên ku axivîn li gel vegotina serpêhatiyên xwe, tiştên ku kêşane, kuştin, tundî û îşkenceya ku dîtine jî aştî xwestin. Dibe ku ya herî girîng jî ev be; mirovekî ewqas êş û azar kêşabe çawa dikare bi hêsanî û ew bi xwe daxwaza aştiyê bike. Her kesên ku ji malbatan diaxivîn polîtîkayên şer ê li ser kurdan û encama şer vedigotin.
Li vê derê dixwazim cih bidim hin gotinên axivîneran;
“Tenê em dixwazin li ser axa xwe bi maf û nasnameya xwe bijîn.” , “Em kurd ne evîndarên çek û xwînê ne. Lê em dixazin azad bijîn. Ev jî mafê me yê xwezayî ye.”, “Armanca me ewe ku em wekî kurd bi nasname û hebûna xwe bijîn.”, “Pêvajoyeke hatiye destpêkirin, PKKê xwe fesih kiriye lê hêj jî êrîşên hewayî hene. Ev me bêhêvî dike. Ev nakokiyeke. Li pêşberî kesên aştiyê dixwazin mirov bi êrîşan nêzîk nabe.”, “Xîn bi xwînê nayê şuştin.”, “Kesên ku êşê nekişînin aştiyê naxwazin”, “Êşa me yek e, em heman êşê dikişînin, yek canê me heye bila ew jî di oxira aştiyê de feda be. Welatekî azad, nasnameyeke azad û Tirkiyeke demokratîk em dixwazin. Heta aştî neyê Rojhilata Navîn em nasekinin.”, “Divê dewlet jî gavan biavêjin ku aştî pêk bê.”, “Aştî yek alî nabe.” û “Bi aştiyeke rûmet encax êşên me kêm bibe, birînên me bikewin.” Ev tenê hin hevokên ku min nîşe girtibûn e. Lê belê pênaseye hest û wê atmosferê ne pêkan e.
Gelek aliyên hestiyarî hatin jiyîn. Gelek caran beşdaran ji çîrok û serpêhatiyên hatin vegotin rondik barandin. Ji çîrokên salên 80yî bigire, heta yên salên 90î ku ew salên reş û tarî bûn ku her kolanên bajaran, her gund û çiya veguherîbû îşkencexaneyan û li hemberî vê hovitiyê berxwedana û têkoşîna bi biryar a gelê kurd hebû û hat gotin. Di her axaftina dayikekê de hestên mirovan dikeliya, kela mirov tije dibû û rondik ji çavên mirovan digerikîn. Bi taybetî jî dayika Rozerîn Çûkûr hemû beşdar bi girî kir. Keça wê çawa hatiye kuştin û çawa têkoşîna dîtina cenazeyê keça xwe daye vegot. Hest û êşa ku kêşeye mirov ji mirovahiya xwe şerm dikir. Bêgûman vegotina çîroka Cemîle Çagirga, dayika Taybet Înan, Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol û hwd. ên zarokên kurd bêtir bi êş bû. Li gel van êşan jî dayikên aştî dixwestin. Ew jî mezinî û pîroziya dayikan dida xuyakirin.
Herwiha rexne jî dihatin kirin ku dixwestin dewlet bi lezgînî dawî li êrîşên xwe bîne. Li aliyekî ji vê pêvajoyê û dewletê bêbaweriyek hebû lê li aliyê din jî hêviyên xwe yê çareseriya birêz Ocalan hebûn. Ji girtiyê ku 32 salan zindan raza Soydan Akay bigire heta yek ji endama koma aştiyê ya di sala 1999an de bi çekên xwe ji bo aştiyê hat Yuksel Genç ên ku bedel dane dianîn ziman ku aştî ji bo civakê bê çiqasî girîng e. Yuksel Genç a ku 26 sal berê ji bo aştiyê hat got, heke wê demê aştî pêk bihata dê îro bi deh hezaran mirov sax bûna. Lewma jî heke îro ev aştî pêk neyê û careke din şer rû bide ku mirov naxwaze encamê bifikire û bîne ziman, lê dê ev êşên ku bi salane tê kêşan û ev birîn nakeve dê her xwîn jê biherike. Ev jî dê bibe sedema ku hêj dayikên me bigirîn.
Beşdarên civînê xwestin ku xebat, civînên aştiyê yên bi vî rengî li bajar û herêmên din ên cuda yên Tirkiyeyê jî bên kirin. Lewre armanca ji vê xwestekê ew bû ku hevdufêmkirin pêş bikeve, êş û azarên hevfêmkirin çê bibe û dawî li vî şerî bê ku êdî tu kes vê êşê nekişîn e.