Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku çeteyên Firqet Sultan Murad ên girêdayî dewleta tirk di 27’ê îlonê de welatiyê 40 salî Kawa Mistefa Mistefa yê ji bajarokê Bilbilê revand.
Rêxistinê destnîşan kir ku çeteyên Feyleq El Şam jî bi kêmanî 90 darên bitemen ên daristanên gundê Îska yê bajarê Efrînê birine.
Li gorî rêxistinê, çeteyan li gundê Mesekerê yê bajarê Şerayê 60 darên zeytûnê yên welatiyên Mihemed Zeyno û Luqman Tobal birin û ji bo firotinê birin baregehên xwe.
Çete her roj mirovan direvîne û qetil dikin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di meha Tebaxê de 6 jê zarok û 13 jê jin, bi giştî 178 kes li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de hatine kuştin.
Li Efrînê her roj mirovan direvînin
Di 24’ê îlonê de; Çeteyên “Lîwa 112” yên girêdayî dewleta tirk a dagirker welatiyê 65 salî Mihemed Xaco revand.
Di 23’ê îlonê de; çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên dewleta Tirk şêniyê 43 salî Xelîl Yusiv Elî yê ji gundê Basûtê yê bajarokê Şêrawayê ji maleke li nêzî Dibistana El Edîqa ya Efrînê revandin.
Di 22’ê Îlonê de çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên dewleta Tirk welatiyê 38 salî Fewazî Xelîl Hesen revand. Dîsa welatiyê 47 salî Hesen Mihemed Osman ji gundê Remadiye ye û welatiyê 43 salî Heysem Bekir Hisên ji gundê Yelanqozê yê Cindirêsê ye revandin.
Di heman rojê de çeteyên dewleta Tirk li bajarê Efrînê ciwan Kurd ê 24 salî Mistefa Nasir qetil kir.
Di 17’ê îlonê de; çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên dewleta Tirk a dagirker welatiyên bi navên Xelîl Ekrem Xincik, Ehmed Ebû Xelîl û Hisên Kemûne yên ji gundê Nisiriyê yê bajarê Cindirêsê ne revandin.