Li her çar aliyên Kurdistanê ev bi sedan, bi dehan salane talanek ku mînaka wê li cîhanê nîne tê kirin. Dar û daristan tê birîn, çiya û lat tê teqandin û rûxandin, bendav tê lêkirin û gund û newal di bin avan de dimîne.
Tenê ji ber van bûyeran mabe, mirov dikare dewleta tirk li qada navnetewî ji ber talankirin û xerakirina xwezayê dikare darizîne. Ji ber ku sûcê li himber mirovahiyê û talankirina xwezayê mirov dikare têxe heman kategoriyê. Lê dema em bala xwe didinê, dibînin ku hemû dewletên dagirker talana xwezayê wek amûrekî bi kar tîne. Ji bo wê jî ne tenê dewleta tirk, herwiha dewletên Îran, Iraq û Sûriye jî vî amûrê qirêj bi kar aniye û hîna jî bi kar tînin.
Welatekî bê xwedî be axa wê jî, dewlemendiya bin-erda wê jî, xwezaya wê jî û hewaya wê jî ewê were talankirin. Rastiyek tûje, lê welatê me mixabin bê xwedî ye ango bê xwedî hate hiştin. Bi taybet jî girîngiya xwezayê di nava hemû kurdan de hate paşguhxistin.
Em dema bala xwe didinê dibînin ku li hemû cîhanê xeteriyek pir mezin heye. Sala 2025 meha tebaxê yek ji salên herî germ di dîroka cîhanê de bû. Tenê ev dane xeteriya heyî baş radixîne ber çavan.
Dema em li van hinek mînakan binerin, xeteriyek pir mezin derdikeve pêşiya me, pêşiya kurdan, pêşiya hemû mirovahiyê:
- Şewata Daristanan: Di sala 2024 û 2025 de li hemû Kurdistanê bi dehan daristan hatin şewitandin. Carnan ji ber germa yê, carna bi destê cahşan û carnan bi destê leşkerên dagirkeran. Tê payîn ku heya niha zêdeyî 100.000 dar hatinin şewitandin.
- Bendav: Dewleta tirk di nava salên borî de bi dehan û sedan bendav lêkirin. Niha li Tirkiyeyê zêdetirî 900 bendav henin. Hemû cîhan van bendavan ji bo enerjiyê û ceyranê bi kar tîne, lê dewleta tirk ji bo talankirina xwezaya Kurdistanê û wek amûrekî şerê qirêj bi kar tîne. Wek mînak bajarê kevnar yê Kurdistanê Heskîf ê niha di bin avê de dihêle. Herwiha li aliyê din jî ev bi dehan sale, ku hertim li ser bendavan dixwaze hegemoniya xwe li Iraq û Sûriyeyê bidomîne.
- Geliyê Godernê: Li vir jî dîsa bendavek mezin ku bi navê „Bendava Farqînê“ tê nasîn hate lêkirin. Her çiqas rêxistinên xwezayê, hawîrdor û civaka sivîl li himber kerket jî, bendav hate lêkirin. Di encamê de, ewê dîsa dîroka kurdan û Mezopotamya were qetilkirin.
- Birîna dar û daristanan: Bi taybetî li herema Cizîra Botanê ev bi dehan salane ku bi awayekî sîstematîk û bi destê leşker û cerdevanan gelek herem bi taybet jî herema Besta tê bê darkirin. Ev birîna daran ne tenê li Besta, herwiha li Cûdî û Gabar jî berdewam dike. Tê texmînkirin ku heya niha zêdetirî 500.000 dar hatinin birîn.
- Gola Wanê: Dîsa li herema Gola Wanê bi destê dewletê hemû qirêjiya fabrîka û heremê dikeve nav Gola Wanê û li aliyê din jî bi mîmariyên xirab û hotelan dixwaze reng û nasnameya golê û heremê biguherîne.
- Gola Ûrmiyê: Di sala 2025 de ji aliyê NASA yê ve ji fezayê wêneyekî Gola Ûrmiyê tê kişandin. Di wêne de xuya dibe, ku gol êdî her ku diçe biçûk dibe û li ber xeteriya zûhabûnê ye. Di cîhanê de Gola Ûrmiye gola di rêza duyemîn deye, lê niha li ber zûhabûnê re rû bi rû maye.
Lê dibê em çawa li axa xwe xwedî derdikevin û ji bo wê şer dikin, wisa li xwezaya xwe jî xwedî derkevin. Dibê gelê Kurd nehêle talankar xwezaya Kurdistanê qetil bike ji bo berjewendî û ranta xwe.
Hewcebe dibê em ji her çiyayekî xwe’re, ji her dar û daristinek xwe’re nobedarekî dînin. Em gerek bi çalakî û nobetan li darên xwe, li berên xwe, li newalên xwe, li daristanên xwe û li çiyayên xwe xwedî derkevin. Dema dawî de çalakî û meşa ber bi Besta di nûçeyan de belav bû – ev çalakiyek pir hêja û di cîh deye. Dibê yên wisa bi sedan û bi hezaran were li dar xistin.
Dema ez zarok bûm, pîrka min her tim ji me zarokan re gotinek digot. Digot: Di demên berê de, di havînê de dema Karwan ji Bexda û Musilê bi rê diketin, dihatin Mêrdin ê, serê wan tav nedidît!
Ev tê wê wateyê ku ewqas dar û daristan hebû ji Bexda heya Mêrdîn ê mirov dikarîbû bimeşiya bêyî ku tav li serê mirov bixe. Lê dema em niha bala xwe didinê dibînin ku dema mirov ji Bexda heya Mêrdîn bimeşe, mirov siya darekê nabîne. Her der û dever bûye çol û çolistan.
Dibê seferberiyek pir mezin ji bo xwedîderketina xwezaya Kurdistanê were destpêkirin. Xwedîderketina li xwezaya Kurdistanê – dibê wek Şehîd Nurettîn Sofî gotiye be:
(…) Ez li vir im,
Li vir im
Nobedarê dara guzê me
Tûwa li hewşê (…)
Ez li vir im (…)