Bi perspektîfeke giştî divê mirov li dîroka çand û şaristaniyê binihêre. Dema ku bi perspektîfeke berfireh li dîroka şaristanî û çandê binihêrê, dê baştir bê fêhmkirin ku gelek franksyonên marksîst, çepgir, sosyalist nekariye şaristaniyê bi giştî analîz bikin. Lewre pergalên civakî weke ku li pey hev, bi nêzîkatiyeke determînîst dîtine, şîrove kirine û peşkeş kirine. Ji derveyê vê jî bi perspektîfeke çînî ya teng veçirandina nakokiyên civakî, pênasekirina şoreşê û li gorî wê jî afirandina teoriyan di perspektîfên xwe de bi pêş xistin e.
Lewma jî ya pêwîst ew e ku baş lêkolana vî aliyê dîrokê ye. Di vê çarçarçoveyê de jî ya pêwîst ew e ku pênaseya şoreşên ku di herikîna dîrokê de bi pêş ketine bi zanistên civakî û siyasî ji nû ve bên kirin. Ji ber ku pir caran, teorî cuda ne û rastiyên dîrokî cuda ne. Li vir, em tenê hewce dibînin ku balê bikişînin ser xaleke girîng a bi mijara me ve têkildar e: Ji derbasbûna civaka çînayetî-dewletparêz heta roja îro (ku jê re dibêjin pergala koledar, feodal an kapîtalîst, ne girîng e). Di tevahiya pêvajoya şaristaniyê ya 5-6 hezar salan de, di navbera hişmendî û mîrateya azadîxwaz a civakê û hişmendiya serdest û mîrateya civaka dewletparêz de dubendiya rasteqîn, nakokiya bingehîn a rastî, xwezayî pêk hat. Bi gotineke din, berxwedana azadîxwaziya komunal a gelan û civakên li derveyî pergala civakî ya dewletparêz, ango etnîsîteyê, li dijî dewlet û şaristaniyê, ji têkoşîna çînan girîngtir rista xwe bi cih anî. Helbet wateya têkoşîna çînan jî heye, mirov nikare înkar bike û ji nedîtî ve bê.
Civak xwediyên rasteqîn ên şoreşan in, lê her carê hêz û çînên serdest ji vê yekê sûd werdigirin, dîrokê berovajî dikin û şoreşan dikin malê xwe. Kesên ku di serdema neolîtîkê de jiyane, bi rastî afirînerên rastîn ên dîrokê ne, lê navên wan hema bibêje nayên gotin. Rewşeke wekî ku xwedî û afirînerên her tiştî serdest in derdikeve holê. Lê belê ya pêwîst ew e ku civak bi çand û hişmendiya xwe ya azadîxwaz, demokratîk, ekolojîk dîsa bên ser dika dîrokê. Dem dema vegera li nirxên civaka xwezayî ye. Geşedanên heyî û herwiha rastiya dîrokî yên li Rojhilata Navîn, roj bi roj zêdetir vê rewşê radixe ber çavan. Rojhilata Navîn ku bingeha zayîna şaristaniyê û ji bo mirovahiyê erdnîgariyeke girîng e lê belê bûye qada berjewendiyên serdest û sermayedaran. Lê ev rastî jî heye hemû polîtîkayên serdestan li ber îflasê ne.
Di xwezaya mirov û civakê de neqebûlkirina serdestiyê heye, di çand û xwezaya xwe de azadîxwaz e. Rewşa heyî dide xuyakirin ku şaristanî careke din li ser bingeha xwe bi pêş dikeve. Divê neyê ji bîr kirin ku pîvana gerdûnîbûn û kalîteya senteza çandî ya nû, ji qonaxa derketina wê de dê bihêztir bibe. Bi lezbûna pêşveçûnên teknolojîk re, gav bi gav ber bi şaristaniya gerdûnî ya hevpar a cîhanê ve diçe; Arasteya pêşketina pevçûn di vî alî de ye. Di qonaxa çandî de ku weke qonaxa çaremîn a pêvajoya geşepêdana giştî tê dîtin, tevgereke ber bi pêkhatina ‘hişmendiyeke kolektîf’ û ‘mejiyê hevpar’ ya çandî tê binavkirin û di eslê xwe de tê gotin ku mirovahî bi pêş dikeve. Ber bi çand û şaristaniyeke hevpar ku hemû rengan di nava xwe de kom dike û sentez dike.
Herwiha dema ku mirov şaristaniyê wekî çemekî binirxîne dê baş bê xuyakirin ku ev çem heta îro bi gelek çavkaniyan têr bûye. Di vir de erka bingehîn a dîroknasan e ku diyar bikin ka kîjan yekîneya civakî li ku kengî û çawa beşdarî vê herikînê bûye. Ev karekî jiyanî ye ku di heman demê de dê bikaribe girêdana diyalektîka rabirdû-siberojê jî rast saz bike û siberojeke xurtir jî bê avakirin.
Ji ber vê yekê em rastiya çandê, erdnîgariya Rojhilata Navîn û bi çanda kurdî re serê xwe diêşînin. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku çanda ku bi hezaran sal berê li van xakan şaristanî afirandiye, heman çanda ku dê îro mirovahiyê di lêgerîna siberojê de bi rê ve bibe. Dîsa ev çand û civak e ku dê di herikîna çemê şaristaniyê de risteke pêşeng bilîze ku ji xwe re cihokeke nû bibîne û berdewam bike. (Dawî)