Dema em li dirok û paşerojaja xwe vedigerin geşedanên çandî û yên dijçandî baştir dibînin. Dema ku cihê mirovan di pêşkeftina xwezayî de rast were pênasekirin û ronîkirin, dê hêsantir were famkirin ku perspektîf û nêzîkatiyên biyonavendî û mirovnavendî çiqasî xelet in.
Û ev yek wê xeletî û bêwatebûna meyl û xwestekên serdestiya mirovan li xwezayê derxe holê. Em tenê li rêveçûna rojane dinêrin. Bi rastî jî di çand û zihniyeta civaka xwezayî de, ne jî di perspektîfa civakên neolîtîk û beriya neolîtîk de tiştekî wiha tune ye. Di vê çandê de cewherek pir mirovî û ekolojîk heye.
Di rastiya xwezayê de desthilatî û hiyerarşî nîne. Dema em bala xwe bidinê dê bi hêsanî were fahm kirin ku dîyardeya ku jê re desthilatdarî û hiyerarşî tê gotin, di xwezayê de nîn e, di pêvajoyên piştre ên pêşketinê de, di qonaxa civakbûnê de, ango di “xwezaya civatî” de derketiye holê. Bi rastî jî hebûna hiyerarşiyê ya ku weke “pergalên birêxistinkirî yên ferman û îtaetê” tê pênasekirin, di mîrata nebat û heywanan de nayê gotin. Her çend qalibên têkiliya ku vê derdixe jî di nav hin cureyên ajalan de diyar in jî ev yek wekî hiyerarşiyek sazûmankirî û bi cewherek îdeolojîk a ku em pê dizanin, nayê hesibandin. Ji ber ku hiyerarşî têgeheke bi karaktereke civakî ye.
Hiyerarşî di nava pêkhateya civakî bi xwe de û di demeke dirêj de hêdî hêdî derket holê. Dema ku têkiliyên bi tevahî wekhevîxwaz di qonaxên destpêkê yên civaka xwezayî de derbasdar bûn, di vê pêvajoyê de kesayetên wekî sêhrbaz û şaman ku dikarin wekî prototîpên yekem ên desthilatdarî û hiyerarşiyê werin hesibandin, derketin holê. Tê dîtin ku di civatên baviksalarî de bav, di civatên dayiksalari de dê û hin “serek” ji ber hêza fizîkî di nêçîrê û nakokiyên nav eşîran de xwediyê desthilatdariyê ne. Lê belê, belkî mînaka yekem a hiyerarşiyê ku di civakê de derketiye holê serdestiya kal û pîran a li ser ciwanan e.
Xurtkirina desthilatdariyê bi şiklê hevalbendiya şaman û zilamên xwedî tecrube di heman demê de dibe sedema xistin û paşdexistina jinê. Her wiha dema ku desthilatdariya hiyerarşîk a ku bi vê tifaqê re pêşketiye, bi rola xwe ya di nêçîrê û parastina klanê de li hemberî derve karekterek leşkerî bi dest xist; Ji çanda dayiksalarî ya ku bi giranî li ser xebatên aştiyane yên wekî komkirin û hilberîna nebatan hatiye avakirin û bi vê taybetmendiya xwe re hema bêje nîşaneya civaka çînayetî, dewletparêz e. Lê belê civaka xwezayî nahêle ku desthilatdarî û hiyerarşiya baviksalarî bi sazî bibe û bibe amûra xwedîderketin û zextê.
Desthilatî û hiyerarşiya li ser çanda dayik-jinê di serdema neolîtîkê de ji ber karakterê xwe yê wekhevîxwaz û azadîxwaz jixwe rêz û dilsoziya dilxwaz wergirtiye. Ji ber vê yekê, ew bi tevahî ristek erênî û bikêr dilîze. Ger desthilatdarî bêyî ku ji exlaqê azad qut bibe, dikare tevkariyên erênî bide civak û mirovahiyê; Belgeya herî şênber a vê jî civaka neolîtîk bi xwe ye.
Di dîroka civakî ya cureyê mirovan de zext, mêtingerî, hiyerarşî û hwd bi mîlyonan sal in li ser prensîba hevgirtinê berdewam kir, ne li ser têkiliyên serdestiyê. Hem di nav xwe de û hem jî bi xwezayê re di nav yekîtî û lihevhatinekê de hebûna xwe domandine. Ev çand û zîhniyeta bingehîn a pêvajoya ku weke civakeke xwezayî an jî organîk tê binavkirin.
Nakokîbûna mirov a bi xwezayê re, xwesteka wî ya serdestkirina li ser xwezayê û meyla wî ya ku xwe weke serdest û xwediyê xwezayê dibîne, berhema zihniyeta civatî ya dewletparêz e. Bi gotineke din meyla ku ji serdestiya mirov a li ser mirov derdikeve holê ye. Di çanda neolîtîkê de meyleke wiha nîne. Di têkiliyên li wir de têgîna “bilindtirbûn” an “kêmtir hesibandin” tune ye; Pirsgirêkên ku di civakê de hene, li ser esasê têgihiştina wekhevîxwaz û tevhev a “Dayika Xwedawend” bêpevçûn têne çareserkirin.
Lêbelê, paşê, bi derbasbûna civaka çînayetî û peydabûna fikarên “madî” yên li ser milk û îmtiyazê, pirsgirêkên di nav civakê de dest pê kirin ku bibin sedema pevçûnên tund.
Bi rastî, di civakên xwezayî de ku mirov bi xwe û xwezayê re di aştî û lihevhatinekê de ne û li wir wekhevî û azadî bi awayekî xwezayî jiyan dikin, “wekhevî” û “azadî” di zimanê wan de weke têgîn jî tune ye. Ji ber ku wekhevî û azadî di xwezaya civakê de heye, bi awayekî xwezayî tê jiyîn û tu armanc û xema bidestxistina wan tune ye, pêwîstî bikaranîna van têgehan di zimên de nîne.
Ger hûn bala xwe bidinê, di civakên îroyîn de jî heman mantiqê berevajî tê dîtin: Li cihê ku bêedaletî serdest e, herî zêde qala edaletê tê kirin, di civakên ku zilm û koletî di asta herî jor de ye, peyva azadî li ser ziman e.