Her girîng dibînim ku pêşketina çandê ya xwezayê û mirov ronî bikim. Çand ne tenê ew hunera ku beşek ji wê ye. Geşedanên heyî yên xwezayê, mirov û civakbûn di hemû qonaxên peresînî de xwedî wateyên kûr in. Ji heyîn û afirîneriya gerdûnê ve, ji hemû pêvajoyên peresînê ve, bi hemû hûrgiliyên made û enerjiyî, di hemû zindîwaran de têkilî û girêdaneke xwezayî û xwezayê heye. Me di nivîsên beriya niha de bi kurtî behsa têkiliya xweza-mirov-çandê kir. Lê ji behskirinê wêdetir ji hev veçirîn jî girîng e.
Heke em pê dakevin; Tê zanîn ku mirov ne heyînek serxwezayî û ne xwediyê xwezayê ye. Her wiha ne serwerê xwezayê ye jî. Berovajî vê yekê ew parçeyek ji xwezayê ye. Lê dema ku em vê gotinê, ango rastkirina nêzîkatiya mirov-navendî ya zêdebûyî dibînin, divê em vê yekê jî destnîşan bikin ku em vê carê neçin deverek cuda û li dûr negerin. Lewre divê mirov wekî parçeyek xwezayê yê pir asayî bihesibînin û ji bîr nekin ku aqilê mirovan mûcîzeya xwezayê ye. Di vir de em vê jî bibêjin; erê, mirov parçeyek xwezayê ye lê ne ji rêzê ye. Mirov di xwazayê de û li nav zindîwaran heyîneke gelekî ecêb e.
Ew pêvajoyeke bi milyaran sal in
Belê mirov di xwezayê de heyîneke taybet e. Ew taybetmendiya mirov ji hiş û aqil tê. Her wiha tê zanîn ku geşedana civakî diyardeyek e ku divê weke xelekeke zincîra geşedana xwezayî were hesibandin lê wekî pêvajoyek ji geşedana xwezayî bi rastiyên zanistî re li hev nayê. Ji bo ku mirov bigihêje têgihiştineke teqez a ku têgîna çandê di vê serdema kaotîk a serdema me de çawa derketiye pêş û çima girîngî bi dest xistiye, wê sûdwar be ku em nîqaşên li ser girêdan û tevhevbûna van pêvajoyên pevçûnê pêş bixin. Xala ku divê di vir de yekser û carek din bi mijarê re were balkişandin; ew e ku pêvajoyên pêşveçûna xwezayî, civakî û çandî tevdebûnek e. Ev pevçûn ji dema ku jê re Teqîna Mezin (Bîg Bang) tê gotin (tê texmînkirin 13,5 mîlyar sal berê pêk hatiye) berdewam dike. Tu geşedan bi hêsanî pêş neketiye. Di qonaxên bi êş û dijwar de derbas bûne. Em vê jî bi bîr bixin ku ew pêvajoyeke bi milyaran sal in.
Pêşveçûnê qonaxa çandî ye
Ev rêwîtiya dirêj û mezin a pevçûnê ku ji Teqîna Mezin dest pê kir, gihîşt organîzma zindî û aqilê mirovî yê pêşkeftî, hin qonaxên sereke derbas kir û gihîşt îro. Bê şik ku bi zanistî jî hatiye ispatkirin qonaxa yekem qonaxa kozmîk-fizîkî ye; Ev qonaxek e ku çêbûna gerdûnê dest pê dike û bi lezeke bablîsokî pêş ve diçe û teşe digire. Dibe ku bi mirov ecêbmayî were lê belê aliyê zanistî rêya fikirîna li ser geşedanê ronî dike. Zanist destnîşan dike ku di demeke kurt de dest pê dike û di nav sê deqeyên pêşîn de, senteza nukleerê bi çêbûna elektron, pozîtron, atom û molekulan temam dibe û made ji enerjiyê çêdibe. Di encama lêkolînên zanistî de wekî bi navkirina sê qonaxên bingehîn hene. Em dibînin ku di milyar salên pêş de stêrk û galaksiyên seretayî çêdibin. Piştî vê qonaxa yekem a kozmîkî qonaxa kîmyayî; Di vê qonaxê de çêbûna pergala rojê, erd û gerstêrkan pêk hat. Qonaxa sêyemîn qonaxa biyolojîk e; Ew qonaxek e ku tê de jiyana zindî derdikeve holê û dest bi geşbûn û cihêrengiyê dike. Tê qebûlkirin ku qonaxa çaremîn û -ji bo niha- ya dawîn a pêşveçûnê qonaxa çandî ye. Taybetmendiya vê qonaxê ew e ku peşveçûn zêdetir karakterekî teknîkî û civakî wergirtiye; Yanî çand ji xwezayê girtiye. Belê em niha di qonaxa dawî ya çandî û civakî de ne. Lê bele herikîn, peresîna gerdûnê li ser rêya xwe berdewam dike, pêvajo bê guman dixebite.
Hişmendî dibe hişmendiya kolektîf
Wê demê, pêşketina civakî dê di kîjan alî de pêk were, dê li kîjan rêyê bimeşe? Di vê qonaxê de çand ji xwezayê girtiye tê çi wateyê? Dema em bala xwe didin geşedanên qonaxa çaremîn a vê serpêhatiya dirêj a gerdûnî em dibînin ku piştî qonaxên kozmîk, kîmyewî û biyolojîkî ku êdî bûye çandî, derkeve holê . Dibe ku hin fikirîn û ramanên me nikaribin van pêşketin û geşedanan ji hev veçirîne. Lewre em di vê pêvajoya dirêj de hêj naşibin dilopek av di deryayê de. Em di derbarê xwe de di asta nû ya hişmendiyê de radibin. Lê ev hişmendiya ku bi me mirovan pêş ketiye bi xwe jî berhemekî xwezayî, civakî yê hevpar e. Hişmendî dibe hişmendiya kolektîf.
Niha ew çand e
Em bala xwe bidinê; Makro-organîzmek li seranserê gerstêrkê. Pergalek wê ya demarî ya bêhempa û metabolîzmayek ku madeyan vediqetîne û ji nû ve çalak dike heye. Ev mejiyê gerdûnî ku ji pergalên bi hev ve girêdayî pêk tê, mirovan bi leza elektronan ve girêdide û pêvajoyên pevguhertinê di navbera wan de têk dide. Dema mirov pergaleke wiha difikire, hiş û aqilên mirov tê nagihêje. Zanist hemû hûrgiliyan radixi ber çavên mirov. Tenê ya girîng ew e ku hiş û lebatên mirov ên sehkirinê vekirî be. Ev pêşveçûna teknîkî û civakî ji ya biyolojîkî ya Darwîn pir zûtir dimeşe. Naha ew çand e, ne xweza ye ku herî zû bersivê dide hewcedariyên mirov, civak û jîngehê.