Îzmîr
Şaxa Îzmîrê ya ÎHDê di hefteya 360emîn a çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa tenduristiya Emîn Aladag ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Xarpêtê tê rehîngirtin. Daxuyanî li pêşiya bînaya Sumerbanka Berê ya Konak hat dayîn û pankarta bi nivîsa; Girtiyên nexweş dimirin, xwe bêdeng neke û nebe hevkarê sûcî hate vekirin.
Enqere
Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş di hefteya 574emîn a çalakiya xwe de li ser Cadeya Sakaryayê daxuyaniyek da. Di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa tenduristiya Cîhat Ozdemîr ê ku li Girtîgeha Girtî a Tîpa F a Kirikkaleyê tê rehîngirtin. Hate diyarkirin ku Ozdemîr ev 25 sal in girtî ye û gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene.
Stenbol
Şaxa Stenbolê ya ÎHDê, li pêşiya bînaya komeleya xwe ya li navçeya Beyoglûyê çalakiya xwe ya 702yemîn a Rûniştina F li dar xist. Komeleyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa Veysî Abdûrahmanoglû yê ku ev 15 sal in li Girtîgeha Girtî a Tîpa R a Metrîsê tê rehîngirtin. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmeyên; Bila girtiyên nexweş werin berdan, Tedawî maf e nabe ku were astengkirin û Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn hatin berzkirin.
Di çalakiyan de tehliyeya girtiyan hate daxwazkirin.