Li bajarokê Gelale yê Çomana girêdayî Herêma Balekayetî ya Hewlêrê, 9emîn Festîvala Çandî ya Balakeyetî hate lidarxistin. Piraniya kesên tevlî festîvalê bûn girîngî dan cil û bergên Kurdî.
Di festîvalê de hebûna kel û pelên Kurdî bala her kesê dikêşa ser xwe, nivîskar û helbestvan Amir Rostayî ku tevlî festîvalê bû, derbarê girîngiya festîvalê de ji ajansa ROJNEWSê re axivî û got; “Em dixwazin bi van cil û berg, kel û pelên Kurdî ji her kesê re bêjin ku resentiya me eve. Ev cil ne weke cilên dine, evana taybetin û resenin.”
Amir Rostayî bang li ciwanan kir ku girîngiyê bidin cilên Kurdî, ne tenê di demên şahiyan de li ber xwe bikin, rojane cilên Kurdî li ber xwe bikin û çanda xwe biparêzin.