12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xwestin girtiyên nexweş tavilê bên berdan

Sazaiyên civakî li dijî pêkanîna li ser girtiyên nexweş daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş tavilê bên berdan.

Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li pêşiya Edliyeya Amedê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastina jiyanê, înşakirina aştiyê ye “ hat vekirin û parlamanterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, endam û rêveberên DEM Partî, DBPê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bûn.

Daxuyanî ji aliyê aliyê Endamê Komîsyona Girtiyan a OHDê Ferhat Koçeroglû ve hat xwendin. Koçeroglû diyar kir ku girtiyên nexweş ji ber biryarên ATKê nayên berdan û got ku ATK bi yek alî kar dike. Koçeroglû da zan3in ku girtiyên nexweş ji ber rewşa kêfî nayên berdan û xwest tavilê girtiyên nexweş bên berdan. Koçeroglû xwest di serî de şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyan werin başkirin û li ser azadiya wan xebat bên destpêkirin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.